ROJANE
Hemû Nûçe
-
HRW'yê bal kişand ser ambargoya li ser Mexmûrê
"Ev ambargoya li ser şêniyên wargehê wiha kiriye ku nekarin biçin kar, nexweşxaneyan û çareseriyên tenduristî nekin." -
Li Osmaniye û Mereşê bi dehan girtî ketin greva birçîbûnê
Li girtîgehên Osmaniye û Mereşê bi dehan girtî li dijî şert û mercên li dijî mirovahiyê ketin greva birçîbûnê. -
Li heft bajaran terora polîsan: 48 kes hatin destgîrkirin- NÛ BÛ
Polîsên Tirk li heft bajaran avête ser HDP'ê û rêxistinên civaka sivîl, bi kêmanî 48 kes destgîr kirin. Di nav 24 setan de 92 kes hatin destgîrkirin. -
Denmarkê 2 DAÎŞ'î ji welatîbûnê derxist
Denmarkê 2 çeteyên ku çûbûn Sûriyê nav refên DAÎŞ'ê ji welatîbûnê derxist. Ji bo ku 2 DAÎŞ'iyên din jî werin derxistin xebat didomin. -
Li şeş bajaran di serdegirtinan de 17 kes hatin destgîrkirin
Polîsên Tirk li şeş bajaran avêtin ser rêxistinên HDP'ê û saziyên civakî û herî kêm 17 kes destgîr kirin. Di nava 24 saetên dawî de herî kêm 61 kes hatin destgîrkirin. -
KJK: PKK giyanê azadiyê li cîhanê digerîne
KJK'ê têkilî salvegera damezirînê ya PKK'ê daxuyanî da û got,''Têkoşîna me ya azadiyê ya jinê weke xeta gewherî ya PKK'ê li Rojhilata Navîn wê mezin dibe û geş dibe. PKK weke partiyeke jinê giyanê azadiyê di hemû cîhanê digerîne.'' -
MŞD: PKK bû çira ji civaka Êzidî re
MŞD'ê salvegera 41'ê ya damezrandina PKK'ê pîroz kir û destnîşan kir ku PKK ji bo civaka Êzidî bûye çira, divê ew vê çira her tim geş bikin. -
Sala 42'an a PKK'ê li Swîsreyê hate pîrozkirin
Sala 42'an a PKK'ê li bajarên Basel, Bern û kantona Tîcîno yên Swîsreyê bi meşên bi meşaleyan hate pîrozkirin. -
ROJEVA 27'Ê MIJDARA 2019'AN
Rojeva Navenda Nûçeyan a 27'ê Mijdara 2019'an. -
Derbarê Hevşaredara Wanê Ozgokçe biryara girtinê hate dayîn
Rejîma Tirk a têkildarî Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Bedîa Ozgokçe Ertan a ji erkê girtibû û li şûna wê qeyûm danî bû bi hinceta ‘gotegotan’ biryara girtina wê derxist. -
Li Kocaeliyê operasyona nîjatperest: 20 kes hatin destgîrkirin
Polîsên Tirk li Kocaeliyê biser avahiyên bajêr û navçeyê yên HDP'ê de girtin, alaya Tirk daleqandin. Di operasyona nîjatperest de bi kêmanî 20 kes hatin destgîrkirin. -
Cenevre ya bêyî Kurdan bêdeng e!
Heyeta rejîma Sûriyeyê ku bi gotina "Eger li dijî dagirkeriya Tirk helwesteke hevpar nebe hingî nabe" civîna destûra bingehîn a Sûriyeyê terikand, îro jî li maseyê venegeriya. -
Li Mêrsînê gelek kes hatin destgîrkirin
Li Mêrsînê gelek kes hatin destgîrkirin. Li Mêrdînê jî hevşaredarên ku hatibûn destgîrkirin, ew derxistin dozgeriyê. -
Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo dîtina muwekîlê xwe serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. -
Di dîroka Elmanyayê de biryareke rûreş: Qedexekirina PKK'ê
Di 26'ê Mijdara 1993'an de Wezîrê Karên Hundir ê wê demê Kanther di qenala televîzyonê ya dewletê ARD'ê de di bultena nûçeyan de ragihand ku 'PKK hatiye qedexekirin'. Bi vê yekê re ji bo Kurdên li Elmanyayê pêvajoyeke nû dest pê kir. -
Nûçegihana MA'yê Altan hate destgîrkirin
Polîsan serê sibê bi ser mala nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê (MA) Bêrîvan Altan de girt û li ser fermana Dadgeha Mêrsînê ew destgîr kirin. -
Yekîneyên Tolhildanê li çar bajaran çalakî kirin
Koma "Yekîneyên Tolhildanê yên Ş. Savaş Amed û Ş. Baran Dersim" li Wan, Stenbol, Mersîn û Edeneyê çalakî kirin. -
Wezîra Swêdî Lînde ji Kurdan re got: Ez çiyayê we me
Wezîra Karên Derve ya Swêdê Ann Lînde li galayeke li Stockholmê ya ji bo piştevaniya Rojava axivî û got, "Gotina 'Ji bilî çiya dostê Kurdan nîne' neraste." Lînde bi Kurdî got, "Ez çiyayê we me." -
Li Stenbolê 3 wesayît hatin şewitandin
Li navçeya Bagcilar a Stenbolê 3 wesayîtên giranbûha hatin şewitandin. Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Çiyager-Şehîd Zeryan çalakî li xwe girt. -
Di hilbijartinê de ya li Hong Kongê de çalakger biserketin!
Li Hong Kongê di hilbijartinan de “aligirên demokrasiyê” bi ferqeke mezin bi ser ketin. Encamên hilbijartinê bi taybet weke bersiveke diyar ji bo Çîn û aligirên hikûmeta Çînê tên nirxandin. -
Şervanên HRE’yê li Efrîn û Ezazê li dagirkeran dan
Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) ragihand ku şervanên wan li herêma Efrîn û bajarê Ezazê li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê rêzêçalakiyên bi bandor li dar xistin. -
KON-MED ji bo boykotê bang kir
KON-MED'ê ji bo boykotkirina mal û tûrîzma Tirk bang kir. -
KCDK-E'yê jinên berxwedêr silav kir
KCDK-E'yê bi wesîleya 25'ê Mijdarê jinên berxwedêr silav kir û destnîşan kir, ku zîhniyeta dewleta Tirk û DAÎŞ'ê gefê li jinan dixwe. -
YJAD û FEDA: Li dijî aqlê mêr em bi hev re têbikoşin
YJAD û FEDA'yê diyar kir, "Di serî de jinên Elewî em bang li jinan hemûyan dikin ku bibin yek deng." -
Li Elmanyayê şevên piştevaniya Rojava
Li bajarên Stûttgart û Hambûrgê yên Elmanyayê ji bo piştevaniya bi Rojava re çalakî pêk hatin.