ROJANE
Hemû Nûçe
-
HBDH’ê çar şehîdên li Rojava bi bîr anî
Desteya Rêveber a HBDH’ê şoreşgerên bi navê Ceren Guneş, Aynûr Ada, Îmran Firtina û Demhat Gunebakan bi bîr anî yên ku li Rojava li dijî dagirkeriya dewleta Tirk şehîd bûne. -
Meclîsên Ciwanan ên HDP’ê: AKP û MHP ji ciwanan ditirse
Meclîsên Ciwanan ên HDP’ê derbarê 36 endamên xwe daxuyanî yên ku hatine destgîrkirin û got ku “AKP û MHP nikarî ciwanan têxe nav tiryak û paşverûtiyê û ji ber vê jî ji ciwanan ditirse.” -
ESP: Darbeya qeyûm li dijî her kesî ye; em li ber xwe bidin
ESP'ê desteserkirina şaredariyan şermezar kir û li dijî dîktatoriya Qesrê banga berxwedanê kir. -
Rejîma AKP'ê çar şaredariyên din ên HDP'î desteser kir
Desthilatdariya AKP-MHP'ê ku ji hilbijartinên xwecihî yên 31'ê Adarê ve pêl bi pêl şaredariyên HDP'î desteser dike, dest danî ser çar şaredariyên din ên HDP'î. -
Li Stockholmê bîranîna şehîdan
Şervan û sivîlên ji ber êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk jiyana xwe ji dest dan li paytexta Swêd Stockholmê bi find û meşaleyan hatin bîranîn. -
Erdogan gef xwar, tirs û fikara li Ewropayê zêde bû
Piştî ku rejîma Erdogan gef xwar ku wê çeteyên DAÎŞ'ê bişîne welatên rojavayî, li Ewropayê bi taybetî jî li Elmanyayê tirsa ji êrişeke gengaz a terorê zêde bûye. -
RTS bal kişand ser sûcên şer ên dewleta Tirk
Televîzyona dewletê ya Swîsreyê (RTS) bal kişand ser sûcên şer ên ku dewleta Tirk li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kiriye. -
ROJEVA 13'Ê MIJDARA 2019'AN
Rojeva Navenda Nûçeyan a 13'ê Mijdara 2019'an. -
Walîtiya Colemêrgê 5 herêm ji bo 5 rojan qedexe kir
Walîtiya Colemêrgê 5 herêmên li bajêr û navçeyan ji bo 5 rojan ketin û derketina wê qedexe kir. -
ÎHD Îzmîr: Di 6 mehan de 14 hezar maf hatine binpêkirin!
ÎHD eşkere kir ku di navbera meha Adar-Tebax ên 2019’an de li herêma Ege û bajarên wê bi kêmanî 14 hezar maf hatine binpêkirin. -
Temellî: Çareserî ne li DYE û Rûsyayê ye, li Îmraliyê ye
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî diyar kir ku çareserî ne li DYE û Rûsyayê ye, çareserî li Îmraliyê ye. -
QSD'ê bîlançoya 24 saetên dawî eşkere kir
Navenda Ragihandinê ya QSD'ê bîlançoya 24 saetên dawî yên êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk eşkere kir. Li gorî vê yekê li sê eniyan 6 dagirker hatin kuştin. Di şer de 7 şervanên QSD'ê şehîd bûn. -
Li Îzmîrê terora polîsan: 2 jê rojnameger 12 kes hatin destgîrkirin
Polîsên Tirk li Îzmîrê girte ser malan, 2 jê rojnameger 12 kes destgîr kir. -
Parêzerên Ocalan ji bo dîtina muwekîlê xwe serlêdan kirin
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Ocalan ji bo bi miwekîlê xwe re hevdîtinê pêk bînin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. -
MOP'ê komkujiya li Qamişloyê şermezar kir
MOP'ê êrişên bombeyî yên li Qamişloyê ku li dijî sivîlan hate kirin şermezar kir û bang kir, ku li dijî dewleta Tirk bikevin nava liv û tevgerê. -
Nûçegihan Rûken Demîr hate destgîrkirin
Nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê Rûken Demîr hate destgîrkirin. -
Nobeda 'Azadî ji Ocalan re' di hefteya 386'an de ye
Çalakiya nobedê ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Ocalan ku li bajarê Strasbourgê yê Fransayê pêk tê bi biryardarî di hefteya 386'an de didome. -
KNK wê ji bo yekrêziya nava Kurdan hewldanên xwe xurt bike
Konseya Rêveber a KNK'ê yekem civîna xwe ya piştî kongreya 19'an pêk anî. Encamên civînê bi daxuyaniyekê hatin eşkerekirin. -
Women Defend Rojava ji bo avakirina komîteyên herêmî bang kir
Women Defend Rojava destnîşan kir ku parastina Rojava tê wateya parastin û belavkirina şoreşa jinê li çar aliyên dinyayê û bi vê armancê bang kir ku platform û komîteyên herêmî bên avakirin. -
Partiya Sor a Norwêcê ji bo Rojava bang kir
Serokê Şaxê Ullensaker ê Partiya Sor Arnljok Ask bang li Şaredariya Romerikeyê kir ku dagirkeriya dewleta Tirk a li Bakurê Sûriyeyê şermezar bike. Her wiha bang li gelê Norwêcê kir ku tevlî kampanya alîkariyê ya ji bo Heyva Sor a Rojava bibin. -
Naîdoo: Reşbînî bi xweşbîniya têkoşînê dikare bê têkbirin
Sekreterê Giştî yê Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî Kûmî Naîdoo ku bi salan li Efrîkaya Başûr têkoşiya, destnîşan kir ku reşbîniya ji ber neheqiyê bi xweşbîniya têkoşînê dikare bê têkbirin. -
ROJEVA 12'Ê MIJDARA 2019'AN
Rojeva Navenda Nûçeyan a 12'ê Mijdara 2019'an. -
Hevşardarên Îpekyolûyê hatin girtin
Hevşaredarên HDP’ê ya navçeya Îpekyolû ya Wanê Şehzade Kurd û Azîm Yacan hatin girtin. -
Daxwaza girtina hevşaredarên Îpekyolûyê hate kirin
Bi daxwaza girtinê hevşaredarên Îpekyolûyê Şehsade Kurt û Azîme Yacan sewqî dadgehê hatine kirin. -
Şehîdê Dêrikê Serxwebûn Alî li Orebroyê hate bibîranîn
Li bajarê Dêrikê yê Rojava di 8’ê Mijdarê de dema ku dewriyeya Tirk û Rûsyayê protesto kiribû konvoya artêşa Tirk a dagirker pê li Serxwebûn Alî kiribû. Serxwebûn Alî li bajarê Orebroyê yê Swêdê hate bibîranîn.