ROJANE
Hemû Nûçe
-
Li Amed û Stenbolê qirkirina siyasî: Gelek kes hatin destgîrkirin
Di operasyonên qirkirina siyasî ya li Amed û Stenbolê de gelek kes hatin destgîrkirin. -
HBDH'ê çalakiya sabotajê kir
Milîsên Tolhildanê yên Ceren Guneş ên HBDH'ê li dijî qemyona ku ji bo biçe Ezazê bi rê ketibû çalakiya sabotajê kirin. Milîsan gotin, "Her piştgiriya ji bo hêzên dagirker wê bibe hedefa me." -
Dayikên Şemiyê: Êşa me derbas nabe!
Dayikên Şemiyê li aqûbeta Huseyîn Toraman pirsîn ê ku di 27’ê Cotmeha 1991’an de piştî ku hatibû destgîrkirin, dûre hatibû windakirin. -
Partiya Maoîst Komunîst: Têkoşîna yekgirtî wê serfiraziyê bîne
Partiya Maoîst Komunîst şehîdên berxwedana Rojava bi bîr anî û got ku “Em dikarin têkoşîna yekgirtî li her derê ava bikin û serfiraziyê bi dest bixin.” -
Çevîrmen: Zextên li girtîgehan didome
Seroka Şaxa Enqereyê ya Komeleya Mafên Mirovan Nûray Çevîrmen bal kişand ser rapora girtîgehên Herêmên Anatoliya Navîn û diyar kir ku zextên li ser girtiyan didome û kêşeyên girtiyên nexweş nayê çareserkirin. -
Ji bo Rojava li Polonyayê çalakî pêk hatin
Li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a li dijî Rojava, li gelek bajarên Polonyayê xwepêşandanên şermezarkirinê pêk hatin. Ji Serokkomar Andrzej Dûda re jî li dijî dagirkeriyê nameyek hate şandin. Li bajarê Osnabruck ê Elmanyayê çalakî hebû. -
Colvîlle: Operasyonan rawestînin
Berdevkê Komîserê Mafên Mirovan ê Neteweyên Yekbûyî Rûpert Colvîlle diyar kir ku şerê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hîn jî bandorê li sivîlan dike û got, "Ji 9'ê Cotmehê heta 5'ê Mijdarê herî kêm 92 sivîl mirin." -
Lînde: Dagirkerî dikare bibe sedema pirsgirêkên însanî yên mezin
Wezîra Karên Derve ya Swêdê Ann Lînde destnîşan kir ku dagirkeriya Tirkiyeyê ya li Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dibe ku bibe sedema pirsgirêkên însanî yên mezin. -
ROJEVA 9'Ê MIJDARA 2019'AN
Rojeva Navenda Nûçeyan a 9'ê Mijdara 2019'an. -
Dagirkeriya Tirk li Bernê hate protestokirin
Ji aliyê Meclîsa Jinan a Mizgîn nûnerên dêra ya Waîsenhaûsplatezê li dijî dagirkeriya Tirk a li ser Bakur û Rohilatê Sûriyeyê çalakiyek hevpar hate kirin. -
Şêrko Reşo bi merasîmekê hate bîranîn
Şervanê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Şêrko Reşo yê 3’yê Mijdarê li gundê Akûlê ya Til Hemîs di êrîşên dewleta Tirk x çeteyên wê de şehîd bû li bajarê Aachen ê Elmanyayê bi tevlîbûna dehan Kurdistaniyan hate bibîranîn. -
Dagirkeriya dewleta Tirk li Moskowayê hate şermezarkirin
Dagirkeriya dewleta Tirk li Moskowayê bi mîtîngekê hate şermezarkirin ku rêxistinên çep jî tevlî bûn. -
QSD`ê nasnameyên 9 şehîdên Berxwedana Rûmetê eşkere kirin
QSD`ê nasnameyên 9 şervanên ku di Berxwedana Rûmetê de şehîd bûbûn, eşkere kirin. -
SMJÊ: Li dijî dagirkeriya dewleta tirk xweparastin mafê me ye!
Sîwana Meclîsa Jinên Êzidî êrişên dewleta Tirk ên li dijî Şengalê şermezar kir û bang li her kesî kir ku tevlî çalakiyên Çarşemê yên li dijî êrişên dagirkeriyê bibin. -
Li Stockholmê çalakiya ji bo astengkirina tûrîzma Tirk
Li paytexta Swêd Stockholmê Kurd tevî dostên xwe li pêşiya şîrketeke tûrîzmê ya ku biletên ger û geştê yên ji bo Tirkiyeyê difiroşe, li hev kom bûn û çalakiya astengkirinê pêk anîn. -
Li Stenbol û Amedê 22 kes hatin destgîrkirin
Li Stenbolê 15 kes hatin destgîrkirin û der barê 45 kesan de biryara destgîrkirinê hate wergirtin. Li Amedê jî 7 kes hatin destgîrkirin. -
KCDK-E'yê ji bo meşên 9'ê Mijdarê banga tevlîbûnê kir
KCDK-E'yê bang li her kesî kir ku di 9'ê Mijdarê de li dijî êrişên dagirkeriyê tevlî meş û xwepêşandanan bibin. -
Malbata Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê serlêdan kirin
Malbata Ocalan û malbatên girtiyên din, ji bo biçîn Îmraliyê û hevdîtinê pêk bînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan. -
DYE: Hatineya petrolê wê di têkoşîna dijî DAÎŞ'ê de bê bikaranîn
DYE'yê ku biryar wergirt beşek ji leşkerên xwe li Sûriyeyê bihêle, ragihand ku wan çavkaniyên petrolê yên li Sûriyeyê bi kar neanîne. -
Payebilindekî Emerîkî: Paqijiya etnîkî tê kirin
Wezîfedarê Emerîkî Wîllîam Roebûck ê di nava Koalîsyona Navneteweyî de, raporek amade kir ku di rapora xwe de rêveberiya Emerîkayê rexne dike ji ber ku li pêşiya êrişên dewleta Tirk ên ji bo 'paqijiya etnîkî' nebû asteng. -
Li Îranê ji ber erdhejê 5 kes mirin
Li bakur rojavayê Îranê doh bi şev bi dijwariya 5.9 pileyî erdhejek pêk hat û herî kêm 5 kesan jiyana xwe ji dest dan. -
Hevberdevkê HDK'ê Sedat Şenoglû hate destgîrkirin
Hevberdevkê HDK'ê Sedat Şenoglû di çarçoveya lêpirsîneke li Amedê hate destgîrkirin. -
ROJEVA 8'Ê MIJDARA 2019'AN
Rojeva Navenda Nûçeyan a 8'ê Mijdara 2019'an. -
'Bi siyasetê nekarîn bikin, bi desteserkirinê dixwazin bikin'
Parlamentera HDP'ê Ayşe Acar Başaran bal kişand ser desteserkirina şaredariyan û operasyonên qirkirina siyasî û got, "Ji Kurdan re dibêjin, 'Em we weke welatî qebûl nakin'." -
EOT şehîd Altûnoz û Aydin bi bîr anî
Tabûra Azadiyê ya Enternasyonalîst şervan Goze Altinoz û Yasîn Aydin bi bîr anî û got ku “Em ê rêya wan bigihînin serfiraziyê.”