ROJANE
Hemû Nûçe
-
Parêzeran ji bo hevdîtina Ocalan serlêdan kirin
Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtina bi muwekîlên xwe serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. -
Le Temps nivîsî: Li kişika Sûriyeyê pokerê derewîn
Rojnameya Le Temps a Swîsreyî ragihand ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tevî agirbestê şer didome. -
Tabûra Azadiyê ya Enternasyonalîst Ceren Guneş bi bîr anî
Fermandariya Tabûra Azadiyê ya Enternasyonalîst Ceren Guneş a ku li Rojava şehîd bû bi bîr anî û diyar kir, "Em ê destûrê nedin dagirkeran." -
Hikumeta Elman dawiya dawî li dijî qeyûman tiştek got
Elmanya ku li pêşberî sûcên rejîma Erdogan bêdeng e, li dijî tayînkirina qeyûman a li şaredariyên HDP'î taliyê tiştek got. Raydara hikumeta Elman Barbel Kofler got, "Hurmeta li encamên hilbijartinê şertê destpêkê yê demokrasiyê ye." -
Nobeta Azadiyê: Berpirsyariya li hemberî tecrîdê ya Ewropayê ye
Çalakiya Nobeta Azadiyê ya Azadî ji Ocalan re ya ku li pêşiya Konseya Ewropayê hatibû destpêkirin di hefteya 385’an de didome. Çalakgeran bang li Ewropayê kirin ku bila berpirsyariya xwe bi cih bîne. -
Enternasyonalîstên li Rojava ji bo parastina şoreşê bang kirin
Ciwanên Enternasyonalîst ên li Rojava bi karên mirovî radibin ji bo parastina Rojava bang kirin. Enternasyonalîstan gotin, "Bi parastina Rojavayê em ne tenê gel û şoreşa li vir diparêzin, lê em hêviya ku cîhanekê din mumkîn e diparêzin." -
ROJEVA 5'Ê MIJDARA 2019'AN
Rojeva Navenda Nûçeyan a 5'ê Mijdara 2019'an. -
HDP: Yek gavê jî bi şûnde navêjin!
HDP’ê ragihand ku li dijî darbeya qeyûman gavekê jî bi şûnde navêjin û bang li AKP-MHP’ê kir û got: “Dawiya we hatiye. Hûnê cihê xwe weke yên mîna xwe yên berê li sergoya faşîzmê bigirin.” -
'Waliyên mêtingehan li şaredariyên HDP'ê wezîfedar dikin'
Serokwekîlê Koma HDP’ê Sarûhan Olûç bal kişand ser desteserkirinên şaredariyan û got ku “Walî û kaymakamên mêtingehan li ser şaredariyan peywirdar dikin.” -
QSD'ê bersiv da êrişan: Herî kêm 61 çete hatin kuştin
Navenda Ragihandinê ya QSD'ê diyar kir ku êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û çeteyên wan didomin. Li gorî daxuyaniya QSD'ê di bersiva şervanên wan de herî kêm 61 dagirker hatin kuştin. -
Milîsên HBDH'ê yatek luks û navenda Alî Kûşçû şewitandin
Milîsên HBDH'ê diyar kirin ku li peravê Bebek ê Stenbolê yatek luks û Navenda Zanyarên Ezmanî ya Alî Kûşçû ya li Mamak a Enqereyê ku "yek ji sembolên faşîzma AKP'ê ye" şewitandine. -
Li Amed, Wan û Edeneyê li dijî polîsan çalakî hatin lidarxistin
Li Amed, Wan û Edeneyê li dijî polîsên Tirk û kesên bi AKP’ê re dixebitin hin çalakî hatin lidarxistin. Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Savaş Amed ev çalakî li xwe girt. -
Li Kerbelayê li nêzî nûnertiya Îranê sê xwepêşandêr hatin kuştin
Li bajarê Kerbela yê li başûrê paytexta Iraq Bexdayê ye, li nêzî konsolosxaneya Îranê xwepêşandaneke şermezarkirinê pêk hat. Di dema xwepêşandanê de sê çalakger hatin kuştin. -
KCDK-E: Peymana gelan ji bo me esas e, ne ya desthilatdaran
KCDK-E'yê destnîşan kir ku gelên dinyayê di 2'ê Mijdarê de li Rojava bûn xwedî û ragihand, "Peymana gelan ji bo me esas e, ne ya desthilatdaran." -
Dagirker bombeyan li Zirganê dibarînin
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi çekên giran bombeyan li nehiyeya Zirganê dibarînin. -
Li Swêdê 6 meleyên DAÎŞ’ê serbest hatin berdan
Li Swêdê 6 endamên DAÎŞ’ê yên ku di meha Gulanê de hatibûn girtin, serbest hatin berdan. -
'Parazîtên Erdogan' êrişî weşanên Dengê Welat dikin
Li gel êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li dijî Rojava, weşanên radyoya Dengê Welat jî dibin hedefa êrişên rejîma Tirk. -
Li Hannoverê bîranîna şehîdan
Li bajarê Hannoverê yê Elmanyayê 3 gerîlayên HPG'ê yên di 20'ê Cotmehê de li navçeya Dêrikê ya Mêrdînê di şer de jiyana xwe ji dest dan hatin bîranîn. -
'Eger çareserî tê xwestin hingî divê destê Tirkiyeyê bê birîn'
Hevserokê PYD'ê Hesen destnîşan kir, ku li gorî peymanên hatine kirin divê dewleta Tirk ji herêmê bê derxistin, naxwe wê berxwedana xwe bidomînin. Hesen got, "Eger çareserî tê xwestin, hingî divê destê Tirkiyeyê yê di vê meseleyê de bê birîn." -
ROJEVA 4'Ê MIJDARA 2019'AN
Rojeva Navenda Nûçeyan a 4'ê Mijdara 2019'an. -
Temellî: Bila êdî zilm ji me bitirse
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî diyar kir ku ew dev ji têkoşîna xwe bernadin û got ku “Bila êdî zilm ji me bitirse.” -
QSD: Di nava 24 saetên dawî de herî kêm 15 çete hatin kuştin
QSD'ê ragihand, ku di nava 24 saetên dawî de herî kêm 15 çete di şer de hatin kuştin û 2 wesayitên leşkerî û makîneyeke kar a çeteyan hatin rûxandin. -
HRE: Li Ezazê çeteyek hate kuştin
Li herêma Ezazê çeteyek di encama çalakiyekê de hate kuştin. -
Li Sydneyê mîtînga piştevaniya Rojava
Ji bo şermezarkirina dagirkeriya dewleta Tirk û piştevaniya Şoreşa Rojava li bajarê Sydney ê Awûstralyayê bi beşdariya gelek partiyên siyasî û sendîkayan çalakiyek pêk hat. -
Li 5 bajarên Fînlandiyayê ji bo Rojava çalakî pêk hatin
Li Fînlandiyayê Kurdistanî tevî dostên xwe li 5 bajaran daketin qadan û dagirkeriya dewleta Tirk şermezar kirin.