ROJANE
Hemû Nûçe
-
Li Til Hemîsê teqîn: Ji hêzên ewlekariyê sê kes birîndar bûn
Li ser rêya petrolê ya rojhilatê Goristana Şehîdan a navçeya Til Hemîsê, mayînek bi erebeya Hêzên Ewlekariya Hundirîn ve teqiya, 3 endamên ewlekariyê birîndar bûn. -
'Zarokên Agir' çalakiyên sabotajê kirin
Komeke ku navê 'Zarokên Agir' li xwe kir li bajarên Stenbol û Aydinê du febrîqe û depoyek, her wiha qemyonek îmha kirin. -
Swêd: Êrîşên Tirkiyeyê gefeke mezin li herêmê dixwe
Wezîra Karên Derve ya Swêdê Ann Lînde diyar kir ku êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gefeke mezin e ku li ewlekariya tevahiya herêmê dixwe. -
Rêveberiya Xweser ji bo 'Qada Ewle' bang li Neteweyên Yekbûyî kir
Nûnerên 31 partî û rêxistinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nameyek ji Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonîo Gûterres re şandin û jê xwestin, ku nebin hevparê dagirkeriya dewleta Tirk û Tirkiyeyê ji nava projeya Herêma Ewle derxînin. -
Dagirker êrîşî gundê Til Hirmûsê dikin
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrîşî gundê Til Hirmûs ê nehiyeya Zirganê ya Serêkaniyê dikin. Şerê li herêmê yê ji ber êrîşan didome. -
Li Iraqê greva giştî ya ji bo 'hilweşîna rejîmê'
Li paytexta Iraq Bexdayê û bajarên başûrê Iraqê ji bo 'hilweşîna rejîmê' greva giştî pêk hat. Dibistan û gelek sazî girtî man. -
Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Amed li Wanê çalakî kir
Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Amed li Wanê 2 çalakî kir. -
Dayika Gulten: Ez li mala xwe şehîd bibim jî jê dernakevim
Dayika bi navê Gulten ya bi eslê xwe ji bajarê Mêrdînê bû, sala 2015’an ji ber zextên dewleta Tirk derbasî Rojavayê Kurdistanê bajarê Dirbesiyê bûbû. -
Dagirker bombeyan li Zirganê dibarînin
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wan bombeyan li gundên Zirganê dibarînin. -
Li Swêdê çalakiyên Roja Rojava ya Cîhanê
Li 5 bajarên Swêdê bi hezaran kes daketin qadan û dagirkeriya dewleta Tirk şermezar kirin. Di çalakiyan de Berxwedana Şoreşa Rojava hate silavkirin. -
Kurdistaniyên li Înnsbrûckê ji bo Rojava daketin qadan
Li bajarê Înnsbrûck ê eyaleta Tîrol a Awûstûryayê ji bo piştevaniya Rojava çalakî pêk hat. -
Salvegera 41'ê ya damezrandina PKK'ê li Viyanayê hate pîrozkirin
Salvegera 41'ê ya damezrandina PKK'ê li paytexta Awûstûrya Viyanayê hate pîrozkirin. -
Gelên li Brîtanyayê ji bo Rojava daketin qadan
Li Brîtanyayê bi hezaran kes tevlî çalakiyên 2'ê Mijdarê Roja Rojava Cîhanê bûn. -
Li Saarbruckenê Elman û Kurd bi hev re daketin qadan
Li bajarê Saarbrucken ê Elmanyayê Kurd û Elmanan bi hev re çalakiyek pêk anîn. -
Dinya ji bo Rojava rabû ser piyan
Kurdistanî tevî dostên xwe li gelek welatan û bajaran daketin qadan û terora artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê şermezar kirin. -
ROJEVA 3'Ê MIJDARA 2019'AN
Rojeva Navenda Nûçeyan a 3'ê Mijdara 2019'an. -
Yekîneyên Tolhildanê li Mêrsîn û Amedê çalakî li dar xistin
Yekîneyên Tolhildanê yên Şehîd Çiyager û Şehîd Zeryan li Mêrsîn û Amede çalakî li dar xistin. -
Taşdemir: Em van polîtîkayên mêtingeriyê ji qeyûman dizanin
Berdevka MeclÎsa Jinan ya HDP'ê Dîlan Dîrayet Taşdemir, li Ame wê daxuyaniya çapemeniyê pêk anî û geşedanên rojane nirxand. -
Dayikên Şemiyê ji bo Bayram û Tekîn li hev civiyan
Dayikên Şemiyê ji bo Mehmet Şîrîn Bayram û Ramazan Tekîn li hev civiyan ên ku di 2’ê Mijdara 1996’an de piştî ku hatibûn destgîrkirin, piştre hatibûn windakirin. -
Parlementerên HDP’ê di bin dorpêça polîsan de belavok belav kirin
Parlementerên HDP’ê ligel astengkirin û dorpêça polîsan li Rêya Îstîklalê ji bo kongreya wan a sibê belavok belav kirin. -
Tevgerên civakî û gelên xwecihî piştgirî dan Rojava
Nûnerên gelên xwecihî û tevgerên civakî yên ji welatên cuda yên dinyayê ji bo piştevaniya Rojava bang kirin. -
Doktorê Swêdî: Artêşa Tirk çeka kîmyewî bi kar anî
Doktor Abbas Mansoûran rewşa birîndarên ku di 13'ê Cotmehê de rakirin nexweşxaneya Hesekê lêkolîn kir û got, artêşa Tirk tevî fosfora spî her wiha çekên kîmyewî yên ku wan hînê nekarîne tespît bikin bi kar aniye. -
Li Nancy û Marîgnanê êrîşên dagirkeriyê hatin şermezarkirin
Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi çalakiyan tên şermezarkirin. -
Meş û mîtîngên ji bo roja Kobanê
Bi wesîleya 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê çalakî hatin kirin û berxwedana dîrokî ya Kobanê hate silavkirin. -
Tûra destpêkê ya civînên destûra bingehîn a Sûriyeyê bi dawî bû
Beşa destpêkê ya karê Komîteya Destûra Bingehîn a Sûriyeyê bi dawî bû. Tê payin ku Duşemê desteya nivîsandina destûra bingehîn a ji 45 kesan li hev kom bibe û bi vî rengî civîn dom bike.