ROJANE
Hemû Nûçe
-
Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
Parêzerên Ocalan ji bo ku karibin bi muwekîlê xwe re bicivin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. -
Komuna Enternasyonalîst a Rojava Andok Cotkar bi bîr anî
Komuna Enternasyonalîst a Rojava şervanê YPG’ê yê Elman Andok Cotkar (Konstantin) bi bîr anî û got ku “Di dema berxwedanê de wê bi giyanê xwe li ba me be.” -
Fîlozofê Macar Mîklos ji bo şermezarkirina Erdogan bang kir
Fîlozofê Macar Gaspar Mîklos Tamas bi bîr xist ku Erdogan ê bê welatê wan li dijî Kurdan dest bi şer kiriye û banga şermezarkirina Erdogan kir. -
MŞD'ê bang li Êzidiyan kir ku bi xurtî tevlî çalakiyan bibin
Meclîsa Şengalê ya li Derveyî Welat (MŞD) bang li civaka Êzidî kir ku di 2'ê Mijdarê Roja Rojava ya Dinyayê de li dijî dagirkerî û faşîzma dewleta Tirk bi ruhê seferberiyê li her qadê dengê xwe bilind bikin û berxwedanê geş bikin. -
KNK'ê ji bo çalakiyên piştevaniya Rojava bang kir
"Em dibêjin çawa em hemû ji bo Kobanê seferber bûn û piştre jî Cihanê piştgiriya xwe ji bo Kobanê nîşanda, divê heman ruh û heman coş carek din jî, ji bo Rojavaya Kurdistanê were nîşandan." -
Belgefîlmê "Xewnek Kurdan: Rojava" li Salzgîtter hate nîşandan
Belgefîlmê "Xewnek Kurdan: Rojava" ê li ser berxwedana 9'ê Cotmehê dema destpêkirina êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ku ji aliyê derhêner Michael Enger ve hate amadekirin, li Salzgîtter hate nîşandan. -
Die Partei 250 hezar Euro ji Heyva Sor re hişt
Ji partiyên siyasî yên Elmanyayê Die Partei alîkariya ji 250 hezar Euro da Heyva Sor a Kurdistanê. Serokê Giştî yê Partiyê Martîn Sonneborn çeka sembolîk li pêşiya avahiya CDU radestî rêveberên Heyva Sor kir. -
Meclîsa Neteweyî ya Fransayê dagirkerî mehkûm kir
Meclîsa Neteweyî ya Fransayê, pêşnûmeyeke ku êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk şermezar dike bi yekdengî qebûl kir. -
Metirsiya li ser jiyana Alî Wazîr ê Rojavayî didome
Alî Wazîr ê ji Rojava ku ji bo şermezarkirina Neteweyên Yekbûyî ya li pêşberî êrîşên dagirkeriyê xemsare bedena xwe da ber agir, jiyana wî hîn jî di metirsiyê de ye. -
TCŞ'ê ji bo 2'ê Mijdarê bang kir
Koordînasyona TCŞ'ê bang li ciwanên li Ewropayê kir ku 2'ê Mijdarê dakevin qadan. -
KON-MED'ê li dijî dagirkeriyê bang li Kurdistaniyan kir
Konfederasyona Civakên Kurdistaniyên li Elmanyayê (KON-MED) bi wesîleya 2'ê Mijdarê Roja Rojava ya Dinyayê ji bo meşên Şemiyê banga tevlîbûnê kir. -
'Me Rojava bi hev re azad kir, em bi hev re diparêzin'
Eniya Şoreşger ji bo 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Dinyayê û 2'ê Mijdarê Roja Rojava ya Dinyayê daxuyanî weşand û got, "Me bi hev re Rojava rizgar kir, em bi hev re diparêzin. Li her deverê di Roja Rojava ya Dinyayê de em dakevin qadan." -
ROJEVA 31'Ê COTMEHA 2019'AN
Rojeva Navenda Nûçeyan a 31'ê Cotmeha 2019'an. -
Komîteya Destûra Bingehîn a Sûriyeyê cara pêşîn li hev rûnişt
Komîteya Destûra Bingehîn a Sûriyeyê ya di bin banê Neteweyên Yekbûyî de cara pêşîn li Cenevreyê li hev rûnişt. Di komîteyê de 150 nûner hene. Nûnerê rejîmê diyar kir ku ew ê li hemberî dagirkeriyê li ber xwe bidin. -
Li Şakranê ceza hucreyê li girtiyan dagirkerî protestokirin birîn
Li Girtîgeha Tîpa T a Şakran a Îzmîrê ji bo 57 girtiyên ku dagirkerî protesto kirin, cezayê hucreyê ya 11 rojan lê hatin birîn. -
PJAK: Di 2’yê Mijdarê de em ji bo Rojava dakevin qadan
PJAK’ê bi daxuyaniyeke nivîskî bang li hemû Kurdan û gelên Îranê kir ku di 2’ê Mijdarê de ji bo piştgiriya berxwedana li Rojava dakevin qadan. -
Iraq naxwaze DAÎŞ'iyên Ewropî darizîne
Hikumeta Iraqê darizandina DAÎŞ'iyên Ewropî red dike. -
Di 2'ê Mijdarê Roja Rojava ya Dinyayê de em berxwedanê geş bikin
Defend Rojava dem û cihê meşên 2'ê Mijdarê ragihand û ji bo tevlîbûneke xurt û geşkirina berxwedanê bang kir. -
Li Cizîrê protestoya qeyûm
Çalakiyên protestoyî yên li dijî dagirkeriya qeyûm a li ser şaredariya Cizîrê didome. -
Li Ewropayê wê rewşa Tirkiyeyê û doza Kurdan werin nîqaşkirin
Kongreya Rêveberiyên Herêmî ya Ewropayê demokrasiya li Tirkiyeyê, qeyyûm û doza Kurdan xistiye rojeva xwe û îro piştî saet 14.00’an wê li Desteya Giştî nîqaşan bike. -
Ji bo dûrxistina ji wezîfeyê ya Serokwezîrê Iraqê li hev kirin
Piştevanên bingehîn ên Serokwezîrê Iraqê Adil Abdul Mehdî diyar kirin ku di mijara dûrxistina Serokwezîr ji wezîfeyê wan li hev kirine. -
Şaredariya Rana ya Norwêcê wê li ber dagirkeriya Tirkiyeyê rabe
Meclîsa Şaredariya Bajarê Rana yê Norwêcê amadekariyan dike ku li dijî dagirkeriya dewleta Tirk helwestê nîşan bide. -
Prof. Morrîs: Ewropa qirkirina ku Tirkiye dike nabîne
Dîroknasê Îsraîlî Prof. Benny Morrîs diyar kir, ku Ewropa ji gefên Tirkiyeyê ditirse, lewma paqijiya etnîkî ya ku Tirkiye li Bakurê Sûriyeyê dike ji nedîtî ve tê. -
Çalakiyên ji bo xwedîderketina li Rojava didomin
Li bajarê Hîldesheîm ê Elmanyayê der barê dagirkeriya dewleta Tirk dosyayek radestî parlamenterê Partiya Keskan hate kirin. Li bajarê Rennes ê Fransayê jî çalakî hebû. -
Desteya Jinê bang li rêxistinên mafên mirovan kir
Desteya Jinê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê bal kişand ser komkujiyên ku dewleta Tirk li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike û bang li rêxistinên mafên mirovan kir, ku li ber dagirkeriya dewleta Tirk rabin.