ROJANE
Hemû Nûçe
-
Li Londonê bi hezaran kesî daxwaza darizandina Erdogan kirin
Bi hezaran kesên li Londonê li hev kom bûn hêrsa xwe ya li dijî dagirkeriya dewleta Tirk nîşan dan û ji ber sûcên şer ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kiriye xwestin ku Serokkomarê Tirk Erdogan bê darizandin. -
Li Iraqê bîlançoya çalakiyan giran dibe
Li Iraqê di 25’ê Cotmehê de xwepêşandan û çalakî dîsa hatibûn destpêkirin. Hejmara mirî û birîndaran jî zêde dibe. -
Ciwanên Başûr ên li çeperên Rojava: Berhemên Tirkan boykot bikin!
Ciwanên ku ji Başûrê Kurdistanê tevlî nava refên berxwedana Rojava bûn û niha di çeperên berxwedanê de ne, ji bo mezinkirina kampanyaya boykotkirina berhemên Tirk ên li Başûr bang kirin. -
Meclîsa Xweser a Şengalê spasiya QSD'ê kir
Meclîsa Xweseriya Demokratîk ya Şengalê têkildarî kuştina serçeteyê DAIŞ’ê Ebûbekir el Bexdadî ku di encama operasyoneke hevpar ya QSD û DYA’yê de li gundekî Îdlibê yê li ser sînorê Tirkiyeyê hate kuştin de daxuyaniyek weşand. -
Erdogan xwest, Elmanyayê doz li Koçer vekir
Bi daxwaza Serokkomarê Tirk Erdogan re doz li Hevserokê KON-MED’ê Tahir Koçer hatibû vekirin. Wê Koçer sibê li Dadgeha Îdarî ya Hannoverê were darizandin. -
Li Koln, Berlîn, Hîldesheîm, Mannheîm û Arnhemê bîranîna şehîdan
Li bajarên Koln, Berlîn, Mannheîm û Hîldesheîmê yên Elmanyayê û li bajarê Arnhem ê Hollandayê şehîdên meha Cotmehê hatin bîranîn. -
Li Heîlbronn, Mosbach û Frankfûrtê çalakiyên şermezarkirinê
Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li bajarên Heîlbronn, Mosbach û Frankfûrtê yên Elmanyayê hatin şermezarkirin. -
YXK û JXK’ê ji bo 2’ê Mijdarê bang kirin
YXK û JXK’ê ji bo çalakiyên 2’ê Mijdarê yên xwedîderketina li Rojava bang kirin. -
Li balafirgeha Koln-Bonnê çalakiya bêîteatiya sivîl
Ji bo şermezarkirina dagirkeriya dewleta Tirk, aktîvîstên Elman li pêşiya şîrketên Tirk ên li balafirgeha Koln-Bonnê çalakiyek kirin. -
Mizrakli: Tirkiye ketiye hundirê tunele bêdawî
Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Selçûk Mizrakli ku di talankeriya qeyûm de ji wezîfeyê hate dûrxistin, diyar kir ku yên ji bo tinekirina Kurdan ketine nava tarîtiya Rojhilata Navîn wê bi xwe tine bibin. -
ROJEVA 28’Ê COTMEHA 2019’AN
Rojeva Navenda Nûçeyan a 28’ê Cotmeha 2019’an. -
Înîsîyatîfa Zarokên Agir li Konyayê çalakî li dar xistin
Înîsîyatîfa Zarokên Agir li Herêma Sanayiyê ya Ereglîya Konyayê li dijî fabrîkeya biskuviyan a Larkê çalakiyek li dar xistin. -
Dagirkeriya dewleta Tirk li Hannoverê hate şermezarkirin
Qirkerî û dagirkeriya dewleta Tirk li bajarê Hannover ê Elmanyayê li ber avahiya Konsolosxaneya Tirk hate şermezarkirin. -
Dagirkeriya dewleta Tirk li Sydneyê hate şermezarkirin
Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û komkujiyên ku dike li bajarê Sydney ê Awûstralyayê bi çalakiyekê hate şermezarkirin. -
Mizrakli, Yilmaz û Nazlier sirgûnî Qeyseriyê kirin
Hevşaredarê Şaredariya Mezin a Amedê Selçûk Mizrakli, ya Peyasê Kezîban Yilmaz û ya Karazê Rojda Nazlier ku hatibûn girtin, ji Amedê sirgûnî Qeyseriyê kirin. -
'Bi rihê Arîn û Avestayan berê xwe bidin Bakûr û Rojhilata Sûrî'
"Divê kesek di malên xwe de nemîne û divê bi hemû awayî tevlî sefeberiyê bibin. Her kes çi dikeve ser milê wî/wê ji hêza xwe zêdetir li hemberî van êrîşên faşîzane raweste û li derdora hêza parastinê hêza QSD, YPJ, YPG xwe kom bike." -
Ji QSD'ê daxuyanî
Navenda Ragihandinê ya QSD'ê der barê hevdîtinên bi Rûsyayê re daxuyaniyeke nivîskî weşand. -
Li Swêdê bi hezaran kesî got: Dawî li dagirkeriyê bînin
Li paytexta Swêd Stockholmê û li bajarê Goteborgê bi hezaran kes daketin qadan û dagirkerî û qirkeriya dewleta Tirk şermezar kirin. -
MLKP: Roj roja çalakiyê ye
Rêxistina MLKP Kurdistan li ber peymanên dagirkeriyê yên navbera dewleta Tirk û DYE û Rûsyayê rabû û diyar kir, "Roj roja çalakiyane, dem dema şoreşê ye." -
Kalkan: Ji bo azadiyê divê em li ber xwe bidin
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Duran Kalkan got, "xweparastin hîmê hebûnê, azadbûnê ye. Heke xwe ewle nekî, berevaniyê li xwe nekî, tu yê tine bibî, dikarî werî tinekirin...Divê em li welatê xwe bimînin, ji bo azadiyê divê em li ber xwe bidin. -
Li Iraqê di xwepêşandanan de 63 kes mirin
Xwepêşandanên li Iraqê yên li dijî hikumetê di roja sêyemîn de ne. Di nava du rojên derbasbûyî de 63 kesan jiyana xwe ji dest dan. -
Dagirkeriya dewleta Tirk li Helsînkiyê hate şermezarkirin
Ji bo şermezarkirina dagirkeriya dewleta Tirk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li paytexta Fînlandiya Helsînkiyê çalakiyek pêk hat. -
Rêxistinên ciwanan ên komunîst: Berxwedan gotina me ya dawî ye
Tevgera Komunîst a Şoreşger, Jinên Komunîst ên Şoreşger û Ciwanên Komunîst ên Şoreşger daxuyaniyeke hevpar weşandin, li ber dagirkeriya dewleta Tirk rabûn û gotin, "Ev êrîşên topyekûn nayên qebûlkirin û berxwedan gotina me ya dawî ye." -
Tê gotin ku şefê DAÎŞ'ê li Sûriyeyê hate kuştin -NÛ BÛ
Li gorî îdîaya ku di medya Emerîkî de tê kirin, şefê DAÎŞ'ê Ebûbekir El Bagdadî li Sûriyeyê di encama operasyonekê de hate kuştin. Balkêşe ku ev herêm di bin parastina û ewlekariya Tirkiyeyê de ye. -
Katalan bi Rojava re ye
Li bajarê Barcelona yê Katalonyayê her roj ji bo Rojava çalakî pêk tên. Doh û pêr jî li dijî dagirkeriya dewleta Tirk meş û civîn hebûn.