ROJANE
Hemû Nûçe
-
Koma Berxwedan: Em dengê xwe tevlî dengê gelê xwe bikin
Koma Berxwedan diyar kir ku dewleta Tirk dixwaze Kurdan qir bike û bang li her kesî bi taybetî hunermendan kir ku di vê pêvajoyê de dengê xwe tevlî dengê gel bikin. -
Meclîsa Jinan a HDP'ê: AKP dijminê Kurdn û jinan e
Meclîsa Jinan a HDP'ê got AKP hemû destkeftiyên Kurdan û pergala hevseroktiyê kiriye hedefa xwe. -
TEV-ÇAND Ewropa dagirkeriya Tirk şermezar kir
TEV-ÇAND Ewropayê bi daxuyaniyeke niviskî dagirkeriya qirker a Tirk a li ser Bakur Rojhilatê Sûriyê şermezar kir û bang li partî, rewşenbîr û hunermendan kir ku tevbigerin. -
Dagirkeriya dewleta Tirk li Rûsyayê hate şermezarkirin
Êrîşên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Rojava li Kradnodarê hatin şermerzarkirin. -
Li Fransayê siyasetmedar ji bo Kurdan bûn yek
Li Fransayê gelek siyasetmedar, nivîskar û nûnerên rêxistinên civakî li dijî êrîşên li dijî Rojava li hev kom bûn û bi tundî li ber dewleta Tirk rabûn. -
YJK-E: Heta ku Erdogan bicehime em ê li qadan bin
YJK-E'yê ji bo Rojava banga mezinkirina berxwedanê kir û diyar kir, "Heta ku Erdogan ê faşîst û çeteyên wî yên dagirker ji xaka me bicehimin em ê li qadan bin." -
Kurdên li Ermenistanê dagirkeriya dewleta Tirk şermezar kirin
Kurdên li Ermenistanê tevî dostên xwe li ber Konsolosxaneya DYE'yê ya li Erîvanê li hev kom bûn û dagirkeriya dewleta Tirk a li dijî Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin. -
Êrîşên dewleta Tirk li Romayê hatin şermezarkirin
Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li paytexta Îtalya Romayê bi du çalakiyan hatin şermezarkirin. -
'Em ji bo Rojava rabin ser piyan'
Defend Rojava ji bo çalakiyên girseyî yên 19'ê Cotmehê yên li Ewropayê banga tevlîbûnê kir. -
Kuçukaslan: Tirkiye dewleteke terorê ye
Nûnerê Partiya Azadiyê ya Mezopotamyayê Yaşar Kuçukaslan diyar kir ku tê xwestin li Rojava qirkirineke nû bê kirin û got, "Asûrî-Suryanî-Keldanî wê nehêlin ku 1915 dubare bibe." Kuçukaslan got, "Tirkiye dewleteke terorê ye." -
Derewa 'qedexekirina firotina çekan' a Elmanyayê
Elmanyayê ku li dijî êrîşên dagirkeriyê welê nîşan da ku wê nema çekan bifiroşe Tirkiyeyê, di heman demê yek ji wan welatane ku li nava Yekîtiya Ewropayê li pêşiya ambargoya çekan bûye asteng. -
Meclîs û Senatoya Fransayê bang kirin
Serokwezîrê Fransayê Phîlîppe li Meclîsa Neteweyî axivî û îdîa kir ku ew hewl didin nehêlin ku 'ya herî nebaş' li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê drû bide. Her wiha ji bo Fransa bi biryardarî angajmanê destnîşan bike pêşnûmeyek pêşkêşî Senatoyê hate kirin. -
BERXWEDANA RÛMETÊ YA LI DIJÎ DAGIRKERIYÊ DI ROJA 7'AN DE YE
Li dijî dagirkeriya dewleta Tirk û komên wan ên çete, berxwedana gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bênavber didome. -
Ji ber ku bi Kurdî axivî êrîşî kalekî 74 salî kirin
Ekrem Yaşli yê ku li Nexweşxaneya Zanîngeha 18’ê Martê bi hevjîna xwe ya nexweş re axivî, li nexweşxaneyê êrîşî wî hate kirin. -
Cenazeyên ji Xerzanê derxistine li goristana Kîlyosê hatiye veşar
Derket holê ku 262 cenazeyên ji Goristana Xerzanê hatibûn derxistin û 2 sal in li Saziya Tip Edlî ne, di Adara 2019’an de li goristana bêkesan a Kîlyosê hatine veşartin. -
Bûldan: Navê vê dagirkerî û şerê Kurdan kirine
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan got: “Navê rast lê bikin; ev dagirkerî û şerkirina bi Kurdan re ye.”Bûldan bang li muxalefetê kir ku li dijî dagirkeriyê rabe. -
Komalên Jinên Ciwan: Werine berxwedanê!
Koordînasyona Komalên Jinên Ciwan ji bo Rojava bi giyanê seferberiyê bangî berxwedanê kir. -
NY: Dibe ku Tirkiye ji înfazan berpirsyar bê dîtin
Ofîsa Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) bal kişand ser înfazên ku ji aliyê komên ser bi dewleta Tirk ve hatin kirin û hişyar kir ku Tirkiye dibe ku ji van înfazan berpirsyar bê dîtin. -
Parêzerên Ocalan ji bo dîtina muwekîlê xwe serî li rayedaran dan
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Ocalan ji bo karibin muwekîlê xwe bibînin serî li rayedaran dan. -
Parlamenterên Kurd ên li Elmanyayê bang li hikumetê kirin
Li Elmanyayê 5 parlamenterên Kurd ên li meclîsên eyaletê û federal ji bo bidawîbûna êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nameyeke hevpar ji hikumeta federal re nivîsîn. -
Bi sedan ekolojîstan bang kirin: Dagirkeriyê rawestînin
Bi sedan rewşenbîr û saziyên civakî yên sivîl ên ji bo paşerojeke ekolojîk û demokratîk têdikoşin diyar kirin, "Şerê ku dewleta Tirk ji bo dagirkeriyê dest pê kiriye rawestînin" û ji bo piştevaniya Rojava bang kirin. -
Platforma Defend Rojava ji bo çalakiyan bang kir
Platforma Defend Rojava li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li dijî Rojava bang kir ku Çarşemê li pêşiya Parlamenta Ewropayê ya li Brukselê tevlî çalakiyê bibin. -
Rêveberiya DYE'yê li pey hev daxuyanî da: Zext tê zêdekirin
Piştî biryara pêkanînên aboriyê yên li dijî Tirkiyeyê tê gotin ku DYE'yê zext li Enqereyê kiriye ji bo agirbestê, naxwe jê re ragihandiye ku wê pêkanîn bên girankirin. -
Li Strasbourgê Kolektîfa Piştevaniya Rojava ava bû
Piştevaniya bi Rojava re her mezin dibe. Li Strasbourgê bi dehan partî û rêxistinak Kolektîfa Piştevaniya Rojava ava kirin. -
Lîstikvanê Tirk ê pesnê dagirkeriyê da şandin malê!
St. Paûlî a yek ji tîmên lîga duyemîn a Elmanyayê ye, ragihand ku têkiliyên xwe yên bi lîstikvanê Tirk Cenk Şahîn ê pesnê êrîşa dagirkeriyê ya Tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dabû, qût kiriye.