ROJANE
Meşa ku TJA’yê ji Amedê da destpêkirin, li Mêrsînê bi girseyî hat pêşwazîkirin. Fîgen Yuksekdag ku peyam ji jinan re şand wiha got, “Azadiya Ocalan; azadiya hemû girtiyên siyasî, gel û jinan e.”
Komîteya Dîplomasiya hevpar a Sazî û Partiyên Siyasî yên kurdistanî jinên ku bi dirûşma "Bi hêviyê ber bi azadiyê ve dimeşin" berê xwe dane Enqereyê silav kir û got, "Em hêzeke mezin ji sekna we ya bi biryar a ji bo paşerojeke azad werdigirin."
Armanc ji meşa jinan a ber bi Enqereyê civakîkirina daxwaza aştiyê û balkişandina ser li perwerdeya bi zimanê dayikê ye. Ji meşvanan mamoste Sîmge Yardim got, "Heta ku mafê zimanê dayikê neyê naskirin civaka demokratîk ava nabe."
Rêber Apo di peyama xwe ya ji bo meşa "Em bi hêviyê ber bi azadiyê ve dimeşin" a TJA'yê de got: "Dê bi zimanê wekheviyê em ê bi ser kevin."
Dayikên /Mirovên Şemiyê aqûbeta Turgut Yenîsoy pirsîn ku beriya 31 salan ji aliyê JÎTEM’ê ve ji mala xwe hate binçavkirin û êdî agahî jê nehate girtin.
Hemû Nûçe
-
-
-
-
-
-
-
HDP: Li dijî şer deng bide Rojava
Hevserokên HDP’ê yên nerazîbûn nîşanî êrîşên dewleta Tirk dan gotin: “Li dijî vî şerê li dijî gelê Kurd hatiye destpêkirin, deng bide Rojava.”
-
-
-
-
HDP, KCD, HDK, DBP'ê li dijî dagirkeriyê daxuyanî weşandin
HDK, KCD, HDP û DBP’ê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyaniyek hevpar dan. Koçyigît diyar kir ku divê hemû gel ji îktîdarê re bêjin ‘raweste’ û got: “Em vî şerî rawestînin. Em li dijî kuştinan jiyanê biparêz in.”
-
-
HBDH: Piştevanên dagirkeriyê di hedefa me de ne
Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya gelan (HBDH) nerazîbûn nîşanî gefên dewleta Tirk da yên ji bo dagirkirina Federasyona Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û yên piştevaniya dagirkeriyê dikin hişyar kir.
-
Wezîra Parastinê ya Elman Tirkiye hişyar kir
Wezîra Parastinê ya Elman Annegret-Kramp-Karrenbauer dewleta Tirk hişyar kir ku amadekariya êrîşa li dijî Rojava dike û bang li Enqereyê kir ku xwe ji gavên bibin sedema bêaramiya herêmê vegire.
-
SP a Swîsreyê: Li dijî dagirkeriya Tirk bikevin nava tevgerê
Yek ji mezintirîn partiyên Swîsreyê SP'ê nerazîbûneke tund nîşanî gefên dagirkeriyê yên dewleta Tirk da û diyar kir, "Bi ti awayî nayê qebûlkirin ku careke din xiyanet li Kurdan bê kirin." SP'ê bang li her kesî kir ku li dijî dagirkeriyê rawestin.
-
-
-
-
Meclîsê tezkere qebûl kir
Tezkereya ku destûrê dide desthilatdariya AKP û MHP’ê êrîşî Rojava û Başûrê Kurdistanê bike, li meclîsê hate qebûlkirin.
-
Tank birin Kaniya Xezalan
Wesayîtên zirxî û tankên ku sewqî navçeya Kaniya Xezalan a Rihayê hatibû kirin, birin nav zeviyên li Taxa Ekînyaziyê. Tê diyarkirin ku wê ev tank ber bi herêma sînor ve têkevin rê.
-
-
'Em li dijî dagirkeriyê bikevin nava liv û tevgerê'
Komîteya Piştevaniya Rojava ya li Ewropayê hişyar kir ku dagirkerî wê bibe sedema drameke mezin a mirovahiyê û DAÎŞ'ê ji nû ve zindî bike. Komîteyê li dijî vê yekê bang kir ku her kes bikeve nava liv û tevgerê.
-
-
-
Êrîşî konsolosê DYE'yê kirin û reviyan Tirkiyeyê
Çeteyê DAÎŞ'ê Yûnûs Emre Sakarya ku tevlî êrîşa li dijî Konsolosxaneya DYE'yê ya li Bîngaziyê bû, diyar kir ku bi pasaportên fermî yên ji aliyê Ensar Şerîa ya ser bi AKP'ê ve hatin amadekirin ew ji Lîbyayê derbasî Tirkiyeyê bûne û ji wir jî çûne Sûriyeyê.