ROJANE
Hemû Nûçe
-
Kurdên li Elmanyayê tevî dostên xwe daketin qadan
Kurdistaniyên ku nerazîbûn nîşanî gefên dagirkeriyê yên dewleta Tirk dan, li gelek deveran daketin qadan. -
'Trump hem hevalbendên me hem jî leşkerên Emerîkî dixe metirsiyê'
Brett McGurk berî û piştî daxuyaniyên Trump ku rê dide dagirkeriya dewleta Tirk, hin peyam weşand. McGurk destnîşan kir, polîtîkayên Trump hem hevalbendên wan hem jî leşkerên Emerîkî dixin nava metirsiyê. -
Amadekariyên dagirkeriyê li Stockholmê hatin şermezarkirin
Kurdistaniyên li Stockholmê tevî dostên xwe daketin qadan û amadekariyên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Rojavayê Kurdistanê şermezar kirin. -
Bîlmez: Tecrîd neqede kaos jî naqede
Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Îbrahîm Bîlmez diyar kir, komploya 9'ê Cotmehê bi tecrîda li Îmraliyê û neçareserkirina meseleya Kurd didome. -
ROJEVA 8'Ê COTMEHA 2019'AN
Rojeva Navenda Nûçeyan a 8'ê Cotmeha 2019'an. -
Haley nerazîbûn nîşanî biryara Trûmp da
Nûnera DYE’yê ya kevn a NY Nîkkî Haley nerazîbûn nîşanî biryara Trûmp a vekişandina leşkerên ji Sûriyeyê da û got “Kurd di şer de yê li dijî DAÎŞ’ê bi ser ketin. Wê şaş be ku mirov wan terkî mirinê bike.” -
Fransayê Tirkiye hişyar kir
Hikumeta Fransayê diyar kir ku divê Tirkiye dûrî dagirkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê be. Fransayê diyar kir ku êrîşên Tirkiyeyê wê li dijî berjewendiya Koalîsyona Navneteweyî be. -
Wesayîtên zirxî yên leşkerî anîn Kaniya Xezalan
Artêşa Tirk 50 wesayîtên leşkerî yên zirxî anî navçeya Kaniya Xezalan a Rihayê. -
Saziyên Êzidiyan li dijî dagirkeriyê banga serhildanê kirin
Sazî û rêxistinên Civaka Êzidî yên li Ewropayê, helwesta hêzên navneteweyî ya ku gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi dagirkerî û qirkeriya dewleta Tirk re rû bi rû dihêle, şermezar kirin. -
Ji bo Rojava bang hate kirin: Divê hemû kolan bibin qada berxwedanê
HDP, TJA û ESP’ê li dijî dagirkirina Rojava banga berxwedanê kirin. -
KONGRA-GEL: Li hemberî dagirkeriyê li her derê rabin pêyan
KONGRA-GEL got ku li hemberî dagirkeriya Rojava gel dikarin dîrokê binivîsin û ji faşîzmê rizgar bibin. -
MLKP: Ji bo Rojava dema serhildanê ye
Rêxistina Kurdistanê ya MLKP'ê diyar kir, gelên Rojava û Bakurê Sûriyeyê, artêşa wê ya şoreşger wê li dijî dagirkeriyê, bi berxwedaneke mezin xaka xwe biparêzin. -
Dadgeriya Tirk salek û sê meh ceza li Demîrtaş birî
Dadgeriya Tirk salek û sê meh cezayê girtîgehê li Hevserokê berê yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş birî. -
Xwediyên Xelata Tipê ya Nobelê diyar bûn
Xelata Tipê ya Nobelê ya îsal hêjayî du profesorên Emerîkî û profesorekî Îngiliz hate dîtin. -
AvEG-Kon: Ji bo piştevaniya Rojava dakevin qadan
AvEG-Konê diyar kir, dewleta Tirk dixwaze DAÎŞ'ê rizgar bike û li dijî planên dagirkeriyê banga piştevaniya Rojava kir. -
KCDK-E: Berxwedan yekane rê ye
Dîwana Hevserokatiyê ya KCDK-E'yê piştî gefên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û vekişîna hêzên Emerîkî ji sînor bang kir ku bi ruhê Kobanê xwedî li Rojava derkevin. -
CÎK: Êrîşa li dijî Rojava dijminatiya li Îslamê û mirovatiyê ye
CÎK'ê diyar kir ku dewleta Tirk a plana êrîşa li dijî Rojava dike dijminê Îslamê û mirovatiyê ye û bang li Misilmanên rasteqîn kir ku li dijî vê yekê têbikoşin. -
Bîranîna şehîdan li Hannoverê
Li bajarê Hannoverê sê gerîlayên ji heman malbatê şehîd bûn hatin bîranîn. -
KNK'ê ji bo Rojava banga seferberî û berxwedanê kir
KNK'ê destnîşan kir ku hemû bahaneyên dewleta Tirk ên ji bo êrîşa li dijî Rojava derew in û diyar kir, rastî ew e ku dewleta Tirk dijminê Kurdan hemûyane. Bi gotina "Ji bilî berxwedanê rêyeke din nîne" KNK'ê banga seferberiyê li Kurdistaniyan kir. -
Nameya ji bo 'moral û motîvasyonê' bû hinceta fezlekeyê
Der barê parlamenterê HDP'ê yê Êlihê Necdet Îpekyuz ji ber name ji girtiyan re şandiye bi hinceta “moral û motivasyon” zêde kiriye fezleke amade kir. -
Daxuyaniya Qesra Spî ya der barê vekişînê
Qesra Spî ragihand ku Tirkiye 'wê di demeke nêz de' operasyonekê bike û diyar kir, ew ji sînor vekişiyane û ji niha û pê ve wê Tirkiye ji DAÎŞ'iyên girtî berpirsyar be. -
Qetilkirina Yildiz li Den Haagê hate şermezarkirin
Sergul Yildiz ku di 29'ê Îlonê de ji aliyê hevserê xwe ve hate qetilkirin, ji aliyê Tevgera Jinên Kurd a li Hollandayê ve bi çalakiyekê hate bîranîn. -
ROJEVA 7'Ê COTMEHA 2019'AN
Rojeva Navenda Nûçeyan a 7'ê Cotmeha 2019'an. -
Welatparêzê Kurd Dogan Kiliç li Parîsê rehmet kir
Welatparêzê Kurd Dogan Kiliç rehmet kir ê ku li Parîsê tedawî dibû. -
Enver Muslum: Projeya me xwe dispêre komunan
Hevserokê Herêma Firatê Enver Muslum li Îtalyayê di konferansa Konfederalîzma Demokratîk de axivî û qala kar û rêxistinkirina Federasyona Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir.