ROJANE
Hemû Nûçe
-
ROJEVA 6'Ê ÎLONA 2019'AN
Rojeva Navenda Nûçeyan a 6'ê Îlona 2019'an. -
Li Bakirkoyê tevî astengiyan jî qeyûm hatin protestokirin
Endamên rêxistina HDP’ê ya Stenbolê tevî hemû astnegiyên polîsan jî tevahî rêya Bakirkoy a Încîrlikê qeyûm protestokirin. -
Li Enqerê di protestoya li dijî qeyûman de 42 kes hatin destgîrkirin
Li Enqerê polîsên êrîş birin ser xwepêşandana protestoyî ya dijî qeyûman û şûnde hevşaredarên HDP’ê yên bajar û nedamên PM’ê jî di nav de 42 kes destgîrkirin. -
Polîsan xwepêşandana protestoyî ya qeyûman a Bakirkoyê asteng kirin
HDP’yiyên ku xwestin li Bakirkoyê qeyûman protesto bikin hatin ba hev, polîsan ew asteng kirin. Polîsan dor li HDP’iyan girtin. -
Parêzeran ji bo biçin Îmraliyê dîsa serlêdan kirin
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo roja Înê biçin Îmraliyê serlêdan kirin. -
Li ser pirsa Kerkûkê aliyên Kurd û Tirkmen li hev civiyan
Nûnerên aliyên Kurdî li gel nûnerên Tirkmenan li paytexta Iraq Bexdayê li ser siberoja Kerkûkê li hev civiyan. Civîn bê ku bi encam bibe bi dawî bû. -
Hevserokên Giştî yên HDP’ê ji bo Demîrtaş bang li darazê kir
Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Bûldan û Sezaî Temellî, nerazîbûn nîşanî rewşa nediyar a li ser hevserokê berê Selahattîn Demîrtaş didome dan, daxwaz kirin ku demildest wekîl û hilbijêrên girtî bên berdan. -
Li Dersimê qedexe hate îlankirin
Dewleta Tirk li Dersimê ji bo mehekê çalakî û aktivîteyên cuda qedexe kir. -
Girtiyê nexweş û siyasetmedarê Kurd nehatin tehliyekirin
Girtiyê nexweş Bayram Demîrhan jî di nav de, siyasetmedarên Kurd nehatin tehliyekirin. -
Wekîla Fransayî li dijî desteserkirina şaredariyên HDP'î bang kir
Parlamentera çepgir a Fransayî Muriel Ressiguier li dijî desteserkirina şaredariyên HDP'î bang li hikumeta Fransayê kir ku li dijî dewleta Tirk helwestê nîşan bide. -
Daxuyaniya Ewropayê ya der barê desteserkirina şaredariyan
Yekîtiya Ewropayê nerazîbûn nîşanî desteserkirina şaredariyên HDP'î da û diyar kir, ku ev yek dikare bandoreke giran li demokrasiya xwecihî bike. Ji bo çareseriyeke aştiyane jî daxwaza destpêkirina pêvajoyeke siyasî ya berfireh û bi ewle kir. -
Komîteya Rojava ya Swêdê banga protestokirina şîrketên çekan kir
Komîteyên Rojava yên Swêdê bang li hemû Kurd û dostên wan kir ku bila şîrketên Swêdê yên çekan difiroşin Tirkiyeyê, protesto bikin. -
KNK ji bo Rojhilatê Kurdistanê civînekê pêk tîne
Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) wê di navbera 14-15’ê Îlona 2019’an de bi dirûşma ‘Rewşa gelê Kurd li Rojhilatê Kurdistanê, helwest û çareserî’ Konferansa Şêwira Neteweyî ya Rojhilatê Kurdistanê li Stockholmê lidar dixe. -
Desteserkirina şaredariyên HDP'î li Stockholmê hate şermezarkirin
Endamên encûmena Şaredariya Stockholmê nerazîbûn nîşanî tayînkirina qeyûman ên li şaredariyên HDP'î dan. -
Nobedarên vê hefteyê koma ji Saarbruckenê ye
Nobeda 'Azadî ji Ocalan re' vê hefteyê ji aliyê komek ji Kurdistaniyên ji bajarê Saarbruckenê yê Elmanyayê tevlî bû, didome. -
'Qeyûm kevneşopiya darbeyê ye'
Nûnerên Saziyên Elewiyan nerazîbûn nîşanî desteserkirina şaredariyên HDP'î dan û destnîşan kirin, ku qeyûm kevneşopiya darbeyê ye. -
ROJEVA 5'Ê ÎLONA 2019'AN
Rojeva Navenda Nûçeyan a 5'ê Îlona 2019'an. -
Di xwepêşandana li dijî qeyûman de gelek kes hatin destgîrkirin
Li ser banga Rêxistina HDP’ê ya Stenbolê û tevlîbûna parlementerên HDP’ê li dijî qeyûman xwestin çalakiyekê li Beşîktaşê bê kirin. Polîsan êrîş bire ser çalakiyê û gelek kes destgîrkirin. -
Polîsan êrîş bire ser protestoya qeyûman
Polîsên êrîş birin ser xwepêşandana li dijî qeyûman a li Enqerê, 10 kes bi lêdanê destgîrkirin. -
Li gelek bajaran darbeya qeyûm hate protestokirin
HDP’ê li Şirnex, Riha, Dîlok, Meletî, Dersim û Amedê dagirkeriya qeyûman protesto kir. -
Li Artemêtanê qeyûm anîn ser 4 HDP'yiyan
Li Artemêtanê ya Wanê qeyûm anîne ser 4 endamên meclîsê yên HDP'ê. -
Ronakbîrên ji Meraşê: Em ê jî tevlî berxwedanê bibin
Ronakbîrên ji Meraşê nerazîbûn nîşanî darbeya qeyyûm dan û diyarkirin ku wê bi hemû hêza xwe tevlî nav berxwedanê bibin. -
Li Girtîgeha Tîpa F a Kurkçulerê bi ço êrîşî girtiyan kirin
Li Girtîgeha Tîpa F a Kurkçuler a Edeneyê, li girtiyên siyasî yên ku cezayên hucreyê yên kêfî şermezar dikirin bi ço êrîş hate kirin. -
Hezex kavilên qeyûm radike
Hevşaredarên Hezexê Murat Şen û Songul Erden gotin plansaziya qeyûm ew bû ku gel bidin koçberkirin. -
ROJEVA 4'Ê ÎLONA 2019'AN
Rojeva Navenda Nûçeyan a 4'ê Îlona 2019'an.