ROJANE
Hemû Nûçe
-
Li Stenbolê desteserkirina şaredariyan hate protestokirin
Parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Huda Kaya diyar kir ku AKP-MHP bi dagirkeriya qeyûman re dixwaze tola hilbijartina xwecihî bistîne û wiha got; “Çi dikin bila bikin em ê xwedî li îradeya gelê xwe derbikevin.” -
Li sê bajaran wê bangî Davûtoglû were kirin
Wê li Amed, Enqere û Stenbolê roja Duşemê daxuyaniyên hevpar werin dayîn û bangî Davûtoglû were kirin. -
Li Wanê polîsan êrîşî wekîlên HDP’yî kirin-NÛ BÛ
Li Wanê bi beşdarbûna wekîlên HDP’ê girseya gel dagirkeriya qeyûman protesto kirin. Polîsan êrîşî girseya gel û wekîlên HDP’ê kirin. -
Rejîma AKP'ê li Atîna û Sydneyê hate şermezarkirin
Desteserkirina şaredariyên bajarên mezin ên Amed, Mêrdîn û Wanê li Atîna û Sydneyê hate şermezarkirin. -
Li Viyanayê Navenda Çanda Elewiyan
Li paytexta Awûstûrya Viyanayê Navenda Çanda Elewiyan ava bû. Navend wê di bin sîwana Federasyona Elewiyan a Demokratîk (FEDA) de kar bike. -
Dagirkeriya şaredariyan li Fransayê hate şermezarkirin
Li bajarên Parîs, Marsîlya, Bordeaux û Lorîentê yên Fransayê Kurdistanî tevî dostên xwe daketin qadan û desteserkirina şaredariyên HDP'î şermezar kirin. -
Qeyûm li Amsterdam û Grazê hate şermezarkirin
Desteserkirina şaredariyên HDP'î li Amesterdam û Grazê bi çalakiyan hate şermezarkirin. -
Bûlût, Şengalî, Xerîb û Mahîr li Stockholmê hatin bîranîn
Cangoriyên têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê Gokhan Bûlût (Hamza Tolhildan), Zekî Şengalî, Diyar Xerîb û Atakan Mahîr li paytexta Swêd Stockholmê hatin bîranîn. -
ROJEVA 25'Ê TEBAXA 2019'AN
Rojeva Navenda Nûçeyan a 25'ê Tebaxa 2019'an. -
Polîsan rê neda xwepêşandan li Beşîktaşê
Sendîka û odeyên pîşeyî xwestin li dijî qeyûman li Beşîktaşê xwepêşandanekê lidar bixin, lê polîsan rê li wan girt û ew astengkirin. Wekîlan dest bi çalakiya rûniştinê kirin. -
''Platforma Demokrasiyê ya Ewropa'' dîroka çalakiyan eşkere kir
Piştî darbeya dewleta Tirk a li ser sê şaredariyên mezin li Ewropayê platformeke nû ya berxwedanê hate avakirin. Platforma Demokrasiyê banga tevgera lezgîn kir û teqwîma çalakiyê ragihand. -
KESK, DÎSK, TTB û TMMOB: Qeyyûm darbeyeke siyasî ye
KESK, DÎSK, TTB û TMMOB’ê diyar kirin ku desteserbikirina bi destê qeyyûman cînayeta demokrasiyê û darbeyeke siyasî ye. -
HDP: Lingê darbeyê yê çapemeniyê li ser kar e
Alîkarê Hevserokatiya Giştî yê HDP’ê Azad Bariş diyar kir ku Ajansa Anadolû ‘lingê darbeyê yê çapemeniyê ye’. -
Koma Çepgir a Azadîxwaz: Divê CHP tevbigere
Koma Çepgir a Azadîxwaz ku CHP'yî jî di nav de ne bang li CHP'ê kir ku li dijî darbeya qeyûm tevbigere. -
‘Radestnekirina vîna gel a ji bo qeyûman erka me tevane’
Li ser banga KESK,DÎSK, TTB û TMMOB’ê hêzên demokrasiyê li dijî desteserkirina şaredariyên Amed,Wan û Mêrdînê daketin qadan û peyama ‘Radestnekirina vîna gel a ji bo qeyûman erka me tevane.' -
NPA: Vîna gel desteserkirine, tevlî protestoyan bibin
NPA’yê jî desteserkirina şaredariyên Amed, Wan û Mêrdîn protesto kir û bang tevlîbûna li xwepêşandanên protestoyî ya ku wê 24’ê Tebaxê li Fransayê bê lidarxistin bibin, kir. -
Wekîla Sinn Feinê li dijî desteserkirina şaredariyan rawestiya
Endama Parlamenta Ewropayê Martina Anderson a ji Sinn Feinê desteserkirina şaredariyên HDP'î şermezar kir û diyar kir, divê Yekîtiya Ewropa dawî li bêdengiya xwe ya li pêşberî zextên dewleta Tirk bîne. -
‘Yekîneya Tolhildanê’ çalakiya li dijî nobedarên rejîmê li xwe girt
Koma bi navê ‘Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Harûn Welat’ çalakiya 21’ê Adarê ya li Esenyûrta Stenbolê ya li dijî nobedarên rejîma AKP'ê li xwe girt. Yekîneya Tolhildanê ragihand ku di çalakiyê de nobedarek hatiye kuştin. -
Partî û saziyên li Enqerê: Qeyûm wê biçin!
Hêzên ked û demokrasiyê yên Enqerê, gotin tişta ku bi şaredariyên HDP'ê hatî kirin darbe ye û gotin, ''Qeyûm wê biçin, hilbijartî wê werin.'' -
Malbat ji bo ku biçine Îmraliyê serdan kirin
Malbata Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê ji bo hevdîtinê serlêdan kirin. -
Li dijî êşkenceya polîsan a Wanê ya li qehwê gilih hate kirin
Li Wanê polîsên Tirk li qehweyê êşkence li kesekî kirin, ku tê gotin ew kes bi nexweşiya şîzofreniyê bûye. Li dijî vê êşkenceyê gilih hate kirin. -
Desteserkirina şaredariyan wê li Elmanyayê bê şermezarkirin
KON-MED'ê ji bo meş û mîtîngên Şemiyê yên li gelek bajarên Elmanyayê li dijî desteserkirina şaredariyên bajarên mezin ên Amed, Mêrdîn û Wanê pêk bên banga tevlîbûn kir. -
Kîppîng: Divê ji bo qeyûman bang li Sefîrê Tirk were kirin
Hevseroka Partiya Çepgir Katja Kîppîng li bara darbeya qeyûman a li şaredariyên HDP'ê ji bo bêdengiya hikûmeta Elman got, ''hetîketî ye'' û xwest ku bang li sefirê Tirk ê Berlînê bikin ku were wezareta karê derve. -
Amazon dişewite: Dinya bi fikar e
Daristanên Amazonê ku weke 'cîgera dinyayê' tên pênasekirin û nahêlin ku bi sed milyaran ton karbondîoksît li atmosferê belav bibe, bûye 15 roj in dişewitin. Civaka navneteweyî ji vê yekê gelekî bi fikar e. -
MOP: Divê têkoşîna li dijî desteserkirina şaredariyan bê geşkirin
Partiya Azadiyê ya Mezopotamyayê nerazîbûn nîşanî desteserkirina şaredariyên Amed, Wan û Mêrdînê da û diyar kir, "Divê em têkoşîna hevpar a demokrasiyê ya gelan li her qadê geş bikin."