ROJANE
Hemû Nûçe
-
Aştîxwazên Arjantînî ji bo HDP'ê banga piştgiriyê kirin
Xwediyê Xelata Aştiyê ya Nobelê yê Arjantînî Adolfo Perez Esquivel û ji dayikên Plaza de Mayo Nora Cortinas û Mirta Baravalle li dijî desteserkirina şaredariyan ji bo gelê Kurd û HDP'ê banga piştgiriyê kirin. -
ROJEVA 21'Ê TEBAXA 2019'AN
Rojeva Navenda Nûçeyan a 21'ê Tebaxa 2019'an. -
Li Stenbolê polîsan êrîş bire ser xwepêşandana li dijî qeyûman
Polîsan bi gaza bîber û guleyên pilastîk êrîş bire ser xwepêşandana HDP’yiyên li Kadikoyê xespkirina şaredariyan a ji aliyê AKP’ê ve. Di êrîşê de gelek kes hatin destgîrkirin. Her wiha keseke ku nasnameya wî nehate zanîn hate kêrkirin. -
Çanakkale, Tûrgûtlû û Cizîr li dijî qeyûman rabûn
HDP’iyan li dijî desteserkirina 3 şaredariyên Amed,Wan û Mêrdînê ya ji aliyê qeyûman ve li Çanakkale, Tûrgûtlû ya Manîsa û Cizîrê daketin qadan û gotin: “Bêdeng nebim, bêdengî tê wateya erêkirinê.” -
TYS: Wijdan nayên bêdengkirin
Sendîkaya Nivîskarên Tirkiyeyê (TYS) ya ku nerazîbûn nîşanî desteserkirina 3 şaredariyên Amed, Wan û Mêrdînê da got: “Çi dikin bila bikin nikarin mirov û wijdanên ku dixwazin rastiyan ji bo civakê ragihînin bêdeng bikin.” -
Îmamoglu: Her kes divê hedê xwe zanibe!
Şaredarê Şarederiya Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu desteserkirina sê şaredariyên HDP'ê 'bi tundî' şermezar kir û got, ''Her kes divê hedê xwe zanibe''. -
9 rêxistinên civaka sivîl banga ‘berxwedana demokratîk’ kirin
Li Stenbolê 9 rêxistinên civaka sivîl dagirkeriya qeyyûman şermezar kirin û banga berxwedana demokratî kirin. -
Li Stenbolê êrîş birin ser parêzer û wekîlan
Li Edliyeya Çaglayanê parêzer û wekîlan xwestin ku dagirkirina şaredariyên Amed, Wan û Mêrdînê şermezar bikin. Polîsan êrîş birin ser wan. -
Buldan: Em ê hişmendiya qeyûm têk bibin
Hevseroka HDP'ê Pervîn Buldan li dijî dagirkirina şaredariyên mezin ên HDP'ê li Stenbolê axivî û got, ''Em ê hişmendiya qeyûman bi mîsogerî têk bibin.' -
Amed li ber xwe dide, Waliyê mêtinger qedexe anî
Li Amedê li dijî terora qeyûman berxwedan didome. Polîsên Tirk êrîşê bi ser gel de dibin. Gel li Amedê ber bi Parka Koşuyoluyê ve dest bi meşê kir. -
Nerazîbûna Konseya Ewropayê ya li dijî desteserkirina şaredariyan
Kongreya Rêveberiyên Herêmî û Xwecihî ya Konseya Ewropayê (KONGRE) nerazîbûneke tund nîşanî desteserkirina şaredariyên HDP'î da û diyar kir, pratîkeke bi vî rengî zerareke mezin dide karê baş ê demokrasiya xwecihî. -
Parêzeran ji bo hevdîtina bi Ocalan re serî lê dan
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo serlêdana bi muwekîlên xwe serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. -
Katircioglû: Desthilatdariyê dawiya xwe anî
Parlementerê HDP’ê Erol Katircioglû diyar kir ku desthilatdariya AKP’ê bi xespkirina îradeyê dawiya xwe aniye û got “Dewlet dûrî rasyonelîteyê ye. Rêzdar Ocalan dîsa bi tespîtên xwe mafdar derket.” -
Temellî: Hewldanên wan bi kêr nayên
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî anî ziman, rewşa heyî ya desthilatdariyê nîşan dide ku Rêya Sêyemîn mafdar û rewa ye û got, "Em tundiya êrîşê fêhm dikin, ji ber ku bêçare ne. Hewldanên wan ên rabûna li ber herikîna dîrokê bêkêr in." -
DÎK: Qeyûm şerê li dijî vîna gel û vîna îlahî ye
Hevseroka DÎK'ê Huda Kaya got, ''Qeyûmtî ne tenê li dijî vîna gel, li dijî vîna îlahî jî şer e''. -
Destgîrkirina Karahan li qada navneteweyî hate şermezarkirin
Sendîkaya Neteweyî ya Rojnamevanan û rojnameya Morning Star ên Îngilistanê destgîrkirina edîtora Ajansa Mezopotamyayê (MA) Ziyan Karahan şermezar kirin. -
Polîsan girtin ser mala Hevşaredara Qersê Şevîn Alaca
Polîsan girtin ser mala li Stenbolê ya Hevşaredara Qersê Şevîn Alaca. -
Rêveberên Ûrûgûayê nerazîbûn nîşanî desteserkirina şaredariyan da
Desteserkirina Şaredariyên Bajarên Mezin ên Amed, Mêrdîn û Wanê, ji aliyê koalîsyona partiyên li Ûrûgûayê desthilatdar in û civaka Ermen a li Arjantînê ve bi tundî hate şermezarkirin. -
Xespkirina şaredariyan li Berlîn û Torontoyê hate protestokirin
Ji ber ku rejîma dewleta Tirk sê şaredariyên HDP’ê xesp kir, li Berlînê ya ku paytexta Elmanyayê ye û li bajarê Toronto yê Kanadayê çalakiyên protestoyê hatin lidarxistin. -
Saziyên Êzidî li dijî desteserkirina şaredariyan bang kirin
Saziyên civaka Êzidî yên li Ewropayê bi daxuyaniyeke hevpar desteserkirina Şaredariyên Bajarên Mezin ên Amed, Wan û Mêrdînê bi tundî şermezar kirin. -
Karamûş: Dewleta Tirk di asta herî bilind a faşîzmê de ye
Nûnerê KNK'ê yê Swêdê Ahmet Karamûş nerazîbûn nîşanî desteserkirina Şaredariyên Bajarên Mezin ên Amed, Mêrdîn û Wanê da û diyar kir, dewleta Tirk û tifaqa AKP-MHP'ê di asta herî bilind a faşîzmê de ne. -
Qubeya Siwarê Gêdûk ji nû ve tê avakirin
Qubeya Siwarê Gêdûkê ya Şengalê ku yek ji deverên ji aliyê DAÎŞ'ê ve hate rûxandin, bi alîkariya YBŞ'ê ve ji nû ve tê avakirin. -
Desteserkirina şaredariyan li Londonê hate şermezarkirin
Desteserkirina 3 Şaredariyên Bajarên Mezin ên HDP'î li Londonê ji aliyê saziyên demokratîk ve hate şermezarkirin. -
Siyasetmedar û hunermendên li Hambûrgê li dijî qeyûm derketin
Desteserkirina Şaredariyên Wan, Amed û Mêrdînê li bajarê Hamburgê yê Elmanyayê ji aliyê siyasetmedar û hunermendan ve bi tundî hate şermezarkirin. -
Kurdên li Fransayê desteserkirina şaredariyan şermezar kirin
Desteserkirina Şaredariyên Amed, Wan û Mêrdînê li Fransayê ji aliyê Kurdistaniyan û dostên wan ve bi çalakiyên girseyî hate şermezarkirin.