ROJANE
Hemû Nûçe
-
ROJEVA 20'Ê TEBAXA 2019'AN
Rojeva Navenda Nûçeyan a 20'ê Tebaxa 2019'an. -
Li Enqerê polîsan êrîşî çalakiya protestoyê kir, 9 kes destgîrkir
Li Enqerê xespkirina 3 şaredariyên HDP’ê bi çalakiyekê hate protestokirin. Polîsan êrîşî gel kir û 9 kes destgîrkirin. -
HDP’ê li dijî xespê biryara bênavber a çalakiyan da
MYK a HDP’ê ya li ser xespkirina AKP’ê ya şaredariyên Amed, Wan û Mêrdînê kom bû, li dijî xespa vînê biryara ‘Çalakiyên bê navber’ da. -
Li dijî dagirkeriya qeyûm nerazîbûn didomin
Nerazîbûna li dijî dagirkeriya qeyûm didome. EHP, Partiya Saadet û Odeya Tabîban a Stenbolê derbeya Qesrê şermezar kir. -
Polîsan êrîşî girseya li Stenbolê xwestin daxuyanî bidin kirin
Polîsan êrîş bire ser girseya ku xwestin li Qada Taksîm a Stenbolê li dijî xespkirina AKP’ê ya şaredariya Amed, Mêrdîn û Wanê bidin kirin. 6 kes hatin destgîrkirin. -
KNK: Dewleta Tirk li dijî îradeya xelkê Kurdistanê derbe pêk anî
Konseya Rêvebir a KNK’ê nerazîbûn nîşanî xespkirina şaredariyên HDP’yî da û got; “Dewleta Tirk li dijî îradeya xelkê Kurdistanê derbe pêk anî.” -
Li dijî xespkirina şaredariyan li her cihî çalakî
Li dijî xespkirina 3 şaredariyên bajarên mezin ên HDP’ê ya ji aliyê rejîma Tirk ve nerazîbûn di asta herî jor de ne. Li Amedê gelek caran polîsan êrîşî girseyê kirin. -
‘Qeyyûm derbeya li dijî îradeya gel e’
Baroyên 28 bajaran nerazîbûn nîşanî xespkirina şaredariyên HDP’yî dan. -
Dosyeya kesên hatine destgîkirin hatin astengkirin
Di êrîşa qirkirina siyasî ya li Amedê de gelek kes hatibûn destgîrkirin. 3’emîn Dadgeriya Cezayê Sûlhê dosyeya kesên hatine destgîrkirin asteng kir. -
Partiya Çepgir a Swêdê nerazîbûn nîşanî qeyyûm da
Parlementerên Partiya Çep nerazîbûn nîşanî xespkirina şaredariyên Amed, Wan û Mêrdînê da û diyar kirin ku wê qebûl nekin ku hikumeta AKP’ê îradeya gel xesp bike. -
Katî Pîrî: Gelo di dorê de Enqere û Stenbol heye?
Raportora Tirkiyeyê ya Parlamenta Ewropayê Katî Pîrî li dijî desteserkirina sê şaredariyên bajarên mezin ên HDP'ê rawestiya. Pîrî got, "Gelo di dorê de çi heye? Dûrxistina ji wezîfeyê ya şaredarên Enqere û Stenbolê heye?" -
'Desthilatdarî rewa nîne, em di têkoşîna demokrasiyê de bibin yek'
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî nerazîbûneke tund nîşanî desteserkirina şaredariyan da û got, "Desthilatdarî êdî nerewa ye." Temellî bang li raya giştî, partî û saziyan kir ku di nava têkoşîna demokrasiyê de bibin yek. -
TJK-E'yê ji bo çalakiyên saet 18:00 banga tevlîbûnê kir
Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJK-E) desteserkirina şaredariyên bajarên mezin ên Amed, Wan û Mêrdînê weke 'darbeyê' pênase kir û ji bo çalakiyên saet 18:00 banga tevlîbûnê kir. -
Wênevanê Kanadayî wêneyê şervanên jin ên Kurd kişand
Wênevanê Kanadayî Joey Lawrence ku weke yek ji 30 wênevanên li dinyayê yên divê bên şopandin tê qebûlkirin, wêneyên ku ji sala 2015'an ve li Kurdistanê di têkoşîna dijî DAÎŞ'ê de kişandiye kir pirtûk. -
KCDK-E'yê li dijî desteserkirina şaredariyan banga çalakiyan kir
KCDK-E'yê desteserkirina şaredariyên HDP'î weke darbeya li dijî îradeya gel pênase kir û bang li gelê Kurd ê li Ewropa, Kanada, Awûstralya û Japonyayê kir ku dakevin qadan û li dijî vê desteserkirinê çalakiyan bikin. -
CÎK: Divê Kurd, misilman û demokrat li hemberî zilmê bibin yek
Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK) li hemberî xespkirina şaredariyên HDP’ê nerazîbûn nîşanda û bang li hemû Kurd, misilman û demokratan kir, bila li hemberî vê zilmê bibin yek. -
Li Edeneyê ji ber terora dewletê 20 kes hatin destgîrkirin
Polîsên Tirk li Edeneyê avêtin ser malan û zarok jî di nav de herî kêm 20 kes destgîr kirin. -
Pêngava 15'ê Tebaxê li Ermenistanê hate pîrozkirin
Salvegera 35'an a Pêngava 15'ê Tebaxê li herêma Elegez a Ermenistanê hate pîrozkirin. -
ROJEVA 19'Ê TEBAXA 2019'AN
Rojeva Navenda Nûçeyan a 19'ê Tebaxa 2019'an. -
NY: Divê Îran aqûbet û cihê cenazeyê 4 girtiyên siyasî yên Kurd eşkere bike
Rêxistina Netewên Yekbûyî berpirsên Îranê vexwende ser erkê da ku di derbarê aqûbet û cihê veşartina cenazeyê çar girtiyên siyasî yê Kurd ku îdam kiribûn, eşkere bikin. -
Li Şirnexê terora dewleta Tirk: 10 kes hatin destgîrkirin
Li Şirnexê polîsên Tirk HDP'yî kirin hedefa xwe, bi ser gelek malan de girtin û gelek kes hatin destgîrkirin. -
ROJEVA 18'Ê TEBAXA 2019'AN
Rojeva Navenda Nûçeyan a 18'ê Tebaxa 2019'an. -
Li sê bajarên Swîsreyê 15’ê Tebaxê hate pîrozkirin
Li bajarên Bassel, Bellînzona û Lûzern ên Swîsreyê bi Pêngava 15’ê Tebaxê bi şahiyê hate pîrozkirin. -
Li Şirnexê 2 kes hatin girtin, li Mêrdînê jî hejmara destgîrkirinan zêde dibin
Di serdegirtinên duh ên li Şirnex û Mêrdînê de ji kesên hatine destgîkirin 2 kes hatin girtin. -
Li Kocaeliyê çalakiya sabotajê ‘Yekîneya Tolhildanê’ li xwe girt
Koma bi navê ‘Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Îslam Cîlo’ daxuyaniyek nivîskî weşand û li Kocaeliyê şewitandina 3 fabrîqeyan li xwe girt.