ROJANE
Hemû Nûçe
-
Gora Tûtankamûn beriya restorasyonê hate nîşandan
Rayedarên Misirê gora bi zêrav a Tûtankamûn beriya restorasyonê li nêzî Kahîreyê nîşan da. Vê berhema bi qîmet ji sala 1922’an a ku hatibû keşifkirin wê cara pêşîn were restorekirin. -
Şervanê YPG'ê Mahsûn Harmanci li Marsîlyayê hate bîranîn
Şervanê YPG'ê Serbest Partîzan (MahsûN Harmanci) li bajarê Marsîlya yê Fransayê hate bîranîn. -
ROJEVA 5'Ê TEBAXA 2019'AN
Rojeva Navenda Nûçeyan a 5'ê Tebaxa 2019'an. -
HDP’ê konferansa xwe ya rêxistinkirinê ya 1’emîn bi dawî kir
HDP’ê konferansa xwe ya rêxistinkirinê ya navendî ya li Amedê bi dawî kir. Civîn du rojan domiya. Encamname wê roja Duşemê were eşkerekirin. -
'Yên nêzî rêya sêyemîn in divê rola Ocalan bibînin'
Parlamenterê HDP'ê Omer Ocalan diyar kir, bendewariya wan ji desthilatdariya li Tirkiyeyê û blokên nêzî desthilatdariyê nîne û got, hêzên nêzî rêya sêyemîn in divê rola Ocalan bibînin. -
Dadgerî û hikumeta Elman di mijara DAÎŞ'ê de li hev nakin
Dadgeha herêmî ya li Berlînê biryar da hevsera çeteyekî DAÎŞ'ê yê Elman û 3 zarokên wê yên li kampa Holê ya QSD'ê ne bîne Elmanyayê. Lê belê Wezareta Karên Derve li dij derket. -
Ji bo Şengalê li dehan bajaran rêzgirtin û mîtîng pêk hatin
Di salvegera pêncan a êrîşên qirkirinê de yên li Şengalê, li dehan bajaran deqeyeke rêzgirtinê û mîtîng pêk hatin. -
ROJEVA 4'Ê TEBAXA 2019'AN
Rojeva Navenda Nûçeyan a 4'ê Tebaxa 2019'an. -
Temellî: Em ê xeta nû ya têkoşînê diyar bikin
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî di konferansa li Amedê axivî û got “Em ê xeta nû ya têkoşîna xwe diyar bikin, em ê rêya sêyemîn ava bikin.” -
Xwedêgiravî Yenî Yaşam gefê li ewlehiya Girtîgeha Sîwerekê dixwe
Derkete holê Girtîgeha Tîpa T'yê ya Sîwerekê, bi hinceta ku ''gefê li ewlehiya saziyê dixwe'' rojnameya Yenî Yaşamê sansûr kiriye. -
Kongra Gel Komkuijya Şengalê bi bîr anî, bêdengiya NY’yê şermezar
Kongra Gel Fermana 73’an a li ser Êzîdiyan bi bîr anî, çeteyên DAÎŞ’ê û hevkarê wê dewleta Tirk şermezar kir û banga tevlêbûna li çalakiya 3’yê Tebaxê kir. -
KNK’ê Fermana Şengalê bi bîr anî
KNK’ê Fermana 3’yê Tebaxa 2014’an a li ser Şengalê bi bîr anî û got, ‘’Şovenîzma Erebî, fanatîzm û kevneperestîya îslamî di perspektîva dijî Kurd û Kurdistanê da gihiştin hev û di bin kirasê DAÎŞ’ê de ji dergehê Şingalê ve êrişî Kurdistanê kirin. ‘’ -
'Ji ber nêzîkatiya Neteweyên Yekbûyî ya li Şengalê rîsk didome'
Di ser êrîşên qirkirina Êzidiyan re 5 sal derbas bûn. Neteweyên Yekbûyî tevî bangên saziyên xwe jî hîn weke qirkirinê nas nekiriye. Serokê Meclîsa Dîasporayê ya Şengalê Îgrek diyar kir, ev helwesta Neteweyên Yekbûyî dikare rê li ber komkujiyên nû veke. -
ROJEVA 2'Ê TEBAXA 2019'AN
Rojeva Navenda Nûçeyan a 2'ê Tebaxa 2019'an. -
Weşana Stêrk û Medya Haber ji ber pirsgirêkeke teknîkî rawestiya
Ji ber pirsgirêkeke teknîkî weşana Stêrk tv û Medya Haberê rawestiyan. Rêveberên her du TV’yan ragihandin dema ku pirsgirêk çareser kirin wê weşana xwe ya rûtîn bidomînin. -
Wê Desteya Rêveber a Navendî ya HDP’ê roja Înê li Amedê bicive
Desteya Rêveber a Navendî ya HDP’ê wê roja Înê ji bo nîqaşkirina tifaqa demokrasiyê, tifaqa Destûra Bingehîn û reforma darazê li Amedê bicive. -
Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo karibin muwekîlê xwe bibînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. -
Li Îranê û Rojhilat bêkarî zêde dibe
Pirsgirêka bêkariyê ya li Îranê piştî krîza bi DYE'yê re girantir dibe. Saziya Plangeriya Çavdêriya Kar a Neteweyî ya Îranê ragihand, di bêkariyê de eyaleta Sinê li rêza pêşî ye. -
Li Izmîrê terora destgîrkirinê
Li gelek navçeyên Izmîrê polîsên Tirk bi çarçoweya operasyona qirkirina siyasî 9 kes destgîr kirin. -
HPG'ê du gerîla bi bîr anî
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê du gerîlayên 25'ê Tîrmehê li Başûrê Kurdistanê ji ber bomberdûmana balafirên şer ên Tirk şehîd bûn bi bîr anî. -
Sazî û Dezgehên Êzîdî: Em tevlî çalakiyên 3'yê Tebaxê bibin
Sazî û Dezgehên Êzîdîyan ên Derveyî Welat bi daxuyaniyeke hevpar salvgera Fermana 3'yê Tebaxa 2014'an bi bîr anîn, qirkirin şermezarkirin û banga tevlêbûnê li çalakiya 3'yê Tebaxê kirin. -
ROJEVA 1'Ê TEBAXA 2019'AN
Çend ji nûçeyên ku wê di 1'ê Tebaxa 2019'an de rû bidin. -
PKK’ê nerazîbûn nîşanî weşanên li dijî Hozat û Kalkan da
Komîteya Navendî ya PKK’ê nerazîbûn nîşanî weşanên K24’ê da ya ku di rojên dawîn de êrîşî Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat û Endamê Konseya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan dike. -
Krîza petrolê di navbera Iraq û Herêma Kurdistanê de pêk hat
Hikumeta Navendî ya Iraqê û Herêma Federal a Kurdistanê li ser petrol û butçeyê dîsa li hev nekirin. -
MKP’ê sê hevrêyên xwe bi bîr anî: Ew têk neçûn
MKP’ê hevrêyên xwe Yilmaz Kes, Sevda Serînyel û Mahîr Ozgul bi bîr anî.