ROJANE
Hemû Nûçe
-
Dagirkeriya dewleta Tirk li Freiburgê hate şermezarkirin
Êrîşên dewleta Tirk ên ji bo qirkirin û dagirkirina Başûrê Kurdistanê, li bajarê Freiburg ê Elmanyayê hatin şermezarkirin. -
Gerîlayên MLKP û HPG'ê li Stûttgartê hatin bîranîn
Fermandarê Yekîneya Gerîlayên Bejahî ya Dersimê yê MLKP/FESK Taylan Kûtlar (Adil Yildirim) ku 10'ê Tîrmehê li Dersimê ji ber êrîşa hewayî ya rejîma Tirk jiyana xwe ji dest da li bajarê Stûttgart ê Elmanyayê hate bîranîn. -
ROJEVA 24'Ê TÎRMEHA 2019'AN
Rojeva Navenda Nûçeyan a 24'ê Tîrmeha 2019'an. -
Rejîma Tirk li 15 gund û bajarokan qedexe îlan kir!
Li bajarê Bedlîs ê Bakurê Kuridstanê li 15 gund û bajarokan qedexeya derketina derve hate îlankirin. -
Parêzeran ji bo hevdîtina li gel Ocalan serlêdan kirin
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo ku sibe miwekîlê xwe bibînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. -
HDP: Li ser penaberan nêçîra li ser pîresêhran dane destpêkirin
Komîsyona Koçber û Penaberan a HDP'ê diyar kir, li ser penaberan nêçîra li ser pîresêhran hatiye destpêkirin. Berdevkê Komîsyonê Gulsum Agaoglu got di berbelavbûna şerê navxwe yê Sûriyê de gelekî para AKP-MHP'ê heye. -
14 welatan li ser qebûlkirina penaberan li hev kirin
14 welatên Yekîtiya Ewropayê li hev kirin ku di warê penaberan de ew ê di navbera xwe de mekanîzmaya hevgirtinê ava bikin. -
Nobedarên vê hefteyê jinên Êzidî ne
Nobeda 'Azadî ji Ocalan re' ya li Strasbourgê di hefteya 370'î de ye. Nobedarên vê hefteyê jinên Êzidî ne. -
ROJEVA 23'Ê TÎRMEHA 2019'AN
Rojeva Navenda Nûçeyan a 23'ê Tîrmeha 2019'an. -
Temellî: Dawiya vê rêyê azadî û aştî ye!
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî yê di mîtînga HDP’ê ya Amedê de axivî, da xuyakirin ku li dijî şer têkoşîna aştiyê dikin û got: “Çawa em li Amed û Qersê bûn desthilat, em ê li Tirkiyeyê jî bibin desthilat. Dawiya vê rêya azadî û aştî ye.” -
Mîtînga Amedê: Têkoşîn wê li çar parçeyên Kurdistanê bidome!
Hevseroka KCD’ê û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven di mîtînga Amedê de axivî û got; “Em ê li dijî tiştên li çar parçeyên Kurdistanê tê kirin têbikoşin. Em ê berxwedana xwe bidomînin.” -
Li Amedê daxwazên ‘azadî û çareseriyê’ hate kirin
Li Amedê mîtînga HDP’ê ya ‘Ji bo aştiya birûmet çareseriya demokratîk’ ku bi dirûşme û govendê destpê kir bi axaftinan didome. -
Mîtînga HDP’ê ya Amedê bi govend û dirûşman destpê kir
Mîtînga HDP’ê ya ‘Ji bo aştiyeke birûmet, çareseriya demokratîk’ bi gerandina gevend û qîrkirina dirûşman destpê kir. -
'Şoreşa Rojava' li Elmanyayê hate pîrozkirin
Şoreşa Rojava li bajarê Friedrichshafen ê Elmanyayê hate pîrozkirin. -
Diyar Xerîb li Grossetoyê hate bibîranîn
Diyar Xerîb ê ku şehîd bûbû li bajarê Grossetoyê yê Îtalyayê hate bibîranîn. -
Ciwanên Kurd li Parîsê dagirkerî protesto kirin
Ciwanên Kurd li Parîsê êrîşên dagirker ên dewleta Tirk yên li dijî Başûrê Kurdistanê protesto kirin. -
Li Ûkraynayê di hilbijartinê de partiya Zelensky bi ser ket
Li Ûkraynayê di hilbijartinên giştî de partiya Serokkomar Zelensky bi rêjeya 44 ji sedî yê dengan bû partiya yekemîn. -
ROJEVA 22'Ê TÎRMEHA 2019'AN
Rojeva Navenda Nûçeyan a 22'ê Tîrmeha 2019'an. -
Xelatên rojnamevaniyê yên Soranî Mame Heme diyarî Guven hate kirin
Îro piştî nîvro li baxçeyê Malî Sinde yê bajarê Silêmaniyê rojnamevan Soranî Mame Heme hate bibîranîn ê ku beriya 11 salan hatibû qetilkirin. Xelatên rojnamevaniyê yên Soranî Mame Heme îsal diyarî Leyla Guven hate kirin. -
Li ser sînorê Îran-Pakîstanê 2 zêrevanên şoreşê hatin kuştin
Li eyaleta Belûcîstanê ya li ser sînorê Îran-Pakîstanê di navbeyna Spay Pasdar (Zêrevanên Şoreşê) û komên çekdar de şer derket. Di şer de hate gotin 2 Zêrevanên Şoreşê hatine kuştin. -
Şehîdên Pirsûsê li Parîsê hatin bîranîn
Li paytexta Fransa Parîsê şehîdên Pirsûsê hatin bîranîn. Di çalakiyê de Şoreşa Rojava hate silavkirin û êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Başûrê Kurdistanê hatin şermezarkirin. -
Salvegera Şoreşa Rojava li Lîmassolê hate pîrozkirin
Salvegera Şoreşa Rojava ya 19'ê Tîrmehê li bajarê Lîmassolê yê Qibrisê hate pîrozkirin. -
Êrîşên dewleta Tirk hatin şermezarkirin
Dagirkeriya dewleta Tirk a li Başûrê Kurdistanê û êrîşên li dijî Kampa Mexmûrê li bajarên Ewropayê hatin şermezarkirin. -
ROJEVA 21'Ê TÎRMEHA 2019'AN
Rojeva Navenda Nûçeyan a 21'ê Tîrmeha 2019'an. -
Polîsan êrîş bire ser bîranînên Pirsûsê
Rê nehate dayî ku çalakiya ji bo salvegera 4’an a Qetlîama Pirsûsê ku li Stenbol û Enqerê bê lidarxistin. Polîsan êrîş bire ser meşa girseyî ya ku dihate xwestin li Kadikoyê bê kirin, li parlementerên HDP’ê dan.