ROJANE
Hemû Nûçe
-
Demîr: Li Stenbolê zemînê ya xwe kire yek
Hevseroka Bajêr a Stenbolê ya HDP’ê Esengul Demîr got, desteserkirina mafê namzetekî ku hatî hilbijartin, tine hesibandina dengê ku welatî dayî, li dijî neheqiyê kir ku zemîn a xwe bike yek. -
ROJEVA 29'Ê HEZÎRANÊ
Rjeva Navenda Nûçeyan a 29'ê Hezîranê.. -
Li Stenbolê 5'emîn danişîna doza Ozgurlukçu Demokrasî pêk hat
Danişîna doza 3 jê girtî 14 xebatkarên Rojnameya Ozguklukçu Demokrasiyê pêk hat.tin. Heyeta dadgehê der barê rojnamegeran de 14 sal û 4 meh ceza birî. Heyetê der barê 3 rojnamegerên girti de jî biryara tahliyeyê da. -
Malbat ji bo ku biçin Imraliyê serlêdan kirin
Malbata Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Imrayê serlêdana hevdîtinê kirin. -
Kurdên li Ewropayê 29'ê Hezîranê li dijî dagirkeriyê dimeşin
KON-MED û TJK-E'yê ji bo meşên 29'ê Hezîranê yên li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a li Başûrê Kurdistanê banga tevlîbûnê kirin. -
Navê şervanê YPG'ê Orsetti li parkeke li Romayê hate kirin
Navê şervanê YPG'ê yê anarşîst Lorenzo Orsetti li parkeke li paytexta Îtalya Romayê hate kirin. -
Heyeta HDP'ê hevdîtin bi Konseya Ewropa û CPT re kir
Heyetek ji HDP'ê hevdîtin bi rayedarên CPT û Konseya Ewropayê re kir û çareseriya pirsgirêka Kurd, tecrîda li Îmraliyê û zextên siyasî nirxand. -
Encamên civîna komîteya dîplomasiya hevbeş a hêzên Kurdistanî
Encamên civîna 18'emîn a komîteya dîplomasiya hevbeş a partî û rêxistinên siyasî yên Kurdistanî bi daxuyaniyekê hatin eşkerekirin. -
Polîsên Elman mîna yên Tirk li Hannoverê avêtin ser malan
Li bajarê Hannover ê Elmanyayê polîsan avêtin ser malên 7 Kurdistaniyan. Balkêş e serdegirtin beriya destpêkirina çalakiyên ku wê bi wesîleya salvegera 25'emîn a kuştina ciwanê Kurd Halîm Dener bihata kirin pêk hat. -
ROJEVA 28'Ê HEZÎRANÊ
Rojeva Navenda Nûçeyan a 28'ê Hezîrana 2019'an. -
Rehînbûna 11 Efrîniyan wê bidome
11 sivîlên ji Efrînê ku OSO ew li Efrînê hêsgîr girtin û radestî MÎT'ê kirin, dîsa nehatin berdan. -
Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
Parêzerên Ocalan ji bo ku miwekîlê xwe bibînin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan. -
'Bila her kes 29’ê Hezîranê tevlî meşa li dijî dagirkeriyê bibe!'
KCDK-E, bertek nîşanî dagirkeriya dewleta Tirk a li dijî Başûrê Kurdistanê da û bang li her kesî kir ku tevlî meşa 29’ê mehê bibe. -
Li Meclîsa Fransayê rola Kurdan a li Sûriyeyê hate destnîşankirin
Yek ji lîderên çepgiriya Fransayê Jean-Luc Melenchon li Meclîsa Fransayê axivî û bal kişand ser girîngiya tevlîbûna Kurdan li konferansên der barê avabûna Sûriyeyê. Melenchon anî ziman, Tirkiye hêza herî mezin e ku li herêmê aramiyê têk dibe. -
Fîlmçêkera Elman wê bi hinceta ala YPJ'ê careke din bê darizandin
Fîlmçêkera Elman Uli Bez ku ji ber parvekirina ala YPJ'ê li medya civakî hate darizandin û ji aliyê Dadgeha Îdareyê ya Munchenê ve biryara beraata wê hate dayin, li ser daxwaza dozger wê careke din bê darizandin. -
Li Strasbourgê çalakiyên ji bo 'Azadiya Ocalan'
Di çarçoveya 'Nobeda Azadiyê' de ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Strasbourgê yê Fransayê pêk tê, wê çar rojan çalakî pêk werin. -
ROJEVA 27'Ê HEZÎRANÊ
Rojeva Navenda Nûçeyan a 27'ê Hezîrana 2019'an. -
HDP: Penaberan qeza nekirin, hatin kuştin!
HDP'ê ji bo bûyera li Edîrneyê ku herî kêm deh penaberan jiyana xwe ji dest dan got, 'kuştin' e. -
Li Edîrneyê trajediya koçberan: 10 kes mirin
Li navçeya Merîç a Edîrneyê, wesayiteke ku koçber tê de bûn qeza kir. Di bûyerê de 10 kesan jiyana xwe ji dest dan, bi dehan kes jî birîndar bûn. -
ROJEVA 26'Ê HEZÎRANÊ
Rojeva Navenda Nûçeyan a 26'ê Hezîrana 2019'an. -
Temellî, Tirkiye vexwand pêvajoya çareseriyê
Hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî di Konferansa Herêma Egeyê de axivî û got: “Em di 23’ê Hezîranê de bûn hêviyek. Me hêviya ku hemû gelê Tirkiyeyê li bendê bû da nîşandan û razber kir.” -
Ji bo hevdîtina bi Ocalan re serlêdan hate kirin
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo hevdîtina bi muwekîlen xwe serlêdaneke nû kirin. -
Li Edene 7 ciwan hatin girtin
Li Edene bi operasyonên qirkirina siyasî ji 33 ciwanên destgîrkirî 7 jê hatin girtin. -
Medya Swêdê: Ji bo Erdogan destpêka bidawîbûnê ye
Televîzyona dewletê, ajansa nûçeyan û rojnameyên mezin ên Swêdê, encamên hilbijartina xwecihî ya Stenbolê ji bo mûxalefetê weke serketineke mezin, ji bo Erdogan jî weke sîleyeke mezin û destpêka bidawîbûnê nirxandin. -
Nobeda ji bo azadiya Ocalan heft sal in bênavber didome
Nobeda 'Azadî ji Ocalan re' ku çalakiya herî demdirêj a bênavber a gelê Kurd û dinyayê ye, kete sala 8'an. Çalakî bi komên ji welatên cuda yên Ewropayê 2 hezar 556 roj in bênavber didome.