ROJANE
Hemû Nûçe
-
Dogan Ozguden: Banga Ocalan hêvî afirand, dewlet divê gavê biavêje
Dogan Ozguden anî ziman ku banga Rêber Apo ji bo derdorên pêşverû hêvî afirandiye û got, divê dewlet gavên şênber biavêje. -
DAD’ê komkujiya li dijî Elewiyan şermezar kir
DAD’ê komkujiya ji aliyê HTŞ’ê ve li dijî Elewiyên li Sûriyeyê hat kirin, şermezar kir. -
KCDK-E: Berxwedana jinê îlhamê dide cîhaneke nû
KCDK-E’yê bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê daxuyanî da û got, “8’ê Adarê serhildan û berxwedaneke li dijî mêtingeriyê ye.” -
ROJEVA 8’Ê ADARA 2025’AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û Cîhanê -
Sayak ê 85 salî li ser îfadeyên 'îtirafkar' hate girtin
Zekî Sayak ê 85 salî li ser îfadeyên îtirafkar û şahidê veşartî bi ser mala wî de girtin û wî binçav kirin. Sayak bi îdîaya "endamê rêxistinê ye" girtin û wî şandin Girtîgeha Elezîzê. -
Alimên olî piştgirî dan banga Rêber Apo
Komeleya Alimên Olî û platforma wê piştgirî dan banga “Aştî û Civaka Demokratîk” ya Rêber Apo. -
Îdîanameya têkildarî Ahmet Ozer hate qebûlkirin
Têkildarî Şaredarê Esenyûrtê yê Stenbolê Ahmet Ozer ku qeyûm li şûna wî hate danîn, îdîaname hate qebûlkirin. -
Dadgeha Gelan a Daîmî wê biryara xwe ya ji bo ‘Rojava’ eşkere bike
Dadgeha Gelan a Daîmî ya ku sûcên dewleta Tirk ên li dijî Rojava digire dest, wê biryara xwe ya dawî di 26’ê Adarê de li Parlamenta Ewropayê eşkere bike. -
Ji bo dîtina Rêber Apo serlêdan hate kirin
Malbat û wasiyê Rêber Apo bi daxwaza hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan. -
KCK: Serdema civaka demokratîk, serdema jinan e
KCK’ê bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê daxuyaniyek weşand û got, “Banga Aştî û Civaka Demokratîk herî zêde çareseriya pirsgirêka azadiya jinan dixwaze.” -
Aştî wê li Stenbolê ji her kesî re bê vegotin
Hevserokên Bajarê Stenbolê yên DEM Partiyê diyar kirin ku wê li 3 herêman bi 9 civînên gel ji gelan re qala banga Rêber Apo bikin. -
ROJEVA 7'Ê ADARA 2025'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Tevgera 78’an piştgirî da banga sedsalê ya Rêber Apo
Tevgera 78'an diyar kir ku ew piştgiriyê didin banga "Aştî û Civaka Demokratîk" ya Rêber Apo û got, "Em ê di vê pêvajoyê de erkên xwe bi cih bînin." -
Rojnamevan Oznûr Deger wê girtî bimîne
Di rûniştina darizandina Midûra Nûçeyan a JINNEWS'ê Oznûr Deger de biryar hate dayin ku girtî bimîne. -
Girtiyê siyasî Ahmed Adil piştî 30 salan hate berdan
Ahmet Adil ku ji aliyê dadgehên leşkerî yên dewleta Tirk ve di sala 1994'an de cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê lê hate birîn piştî 30 salan hate berdan. -
Serokê Meclîsê: Banga Îmraliyê erênî ye, gelekî kêrhatî ye
Serokê Meclîsê Nûman Kûrtûlmûş anî ziman ku ew banga Rêber Apo ya 27'ê Sibatê 'erênî û gelekî kêrhatî' dibîne. -
Parêzeran ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan kirin
Ji bo dîtina Rêber Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê yên tecrîdkirî, parêzeran serlêdan kirin. -
Rêber Apo bang li wekîlên DEM Partiyê kir: Ji gel re qala aştiyê bikin
Hate ragihandin ku Rêber Apo ji parlamenterên DEM Partiyê xwestiye, ku li gorî hesasiyeta pêvajoyê zimanekî bi kar bînin û qala aştiyê bikin. -
Janet Bîehl: PKK’ê cihê ku teorî, lê bi pratîk dibe
Lêkolîner û nivîskar Janet Bîehl got, “Tevgera Kurd teoriyê diyar dike, li gorî hewcedariyê tevdigere, diguherîne, digihîne encamê û bi jiyanî dike. PKK’ê cihê ku teorî, lê bi pratîk dibe.” -
Ozturk: Divê sosyalîst bi erk û berpirsyariyê rabin
Serokê Giştî yê EHP'ê Hakan Ozturk anî ziman ku divê sosyalîstên Tirkiyeyê bi erk û berpirsyarî rabin, ji bo meseleya Kurd, aştî, xwişk û biratiyê vebêjin. -
ROJEVA 6'Ê ADARA 2025'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Nivîskarên Kurd bi hinceta dersên Kurdî hatine binçavkirin
Hate zanîn ku nivîskarên Kurd Mevlut Aykoç, Samî Tan û Ronayî Onen bi hinceta pirtûka perwerdeya ziman a bi navê Hînker hatine binçavkirin. Hatiye îdîakirin ku Hînker ‘’meteryala perwerdeya îdeolojîk a rêxistinê’’ ye. -
Sê nivîskarên Kurd hatin binçavkirin
Nivîskarên Kurd Mevlut Aykoç, Samî Tan û Ronayî Onen di serdegirtinên malan de hatin binçavkirin. -
MLKP: Em pişgiriyê didin daxwazên banga dîrokî
Komîteya Navendî ya MLKP’ê daxuyaniyek nivîskî da û piştgiriya xwe ya ji bo banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ a Rêber Apo ragihand. -
Platforma Alimên Olî: Em piştgiriyê didin banga dîrokî
Platforma Alimên Olî ya Stenbolê ragihand ku ew piştgiriyê didin 'Banga Aştî û Civaka Demokratîk' a Rêber Apo.