ROJANE
Hemû Nûçe
-
KCDK-E, TJK-E: Dema pêkhatina aştiyê û azadiya Abdullah Ocalan e
KCDK-E û TJK-E'yê bi civîneke çapemeniyê ya li Brukselê xwedî li banga dîrokî ya Rêber Apo derketin û destnîşan kirin ku dem dema pêkhatina aştiyê û azadiya Rêber Apo ye. -
Remzî Kartal: Divê ev 'kêliyên serketinê' baş bêne nirxandin
Hevserokê KONGRA GEL Remzî Kartal destnîşan kir ku hevdîtinên li gel Rêber Apo têne kirin encama têkoşîna gelan e û got, "Ji bo ev têkoşîn bi ser bikeve, divê em xwe bigihînin hemû aliyan û nexşerêya Rêber Apo baş fêm bikin." -
‘Pêngava ji aliyê Rêber Apo ve hatî avêtin, ji bo têkoşîna hevpar derfetê dide gelan’
Girtî Nasrullah Kuran got, “Banga Rêber Apo zelal e û ji bo dewleta Tirk, rêxistina PKK’ê û gelên Tirkiyeyê yên di lêgerîna jiyana hevpar a bi aştiyane û demokratîk de hate kirin.” -
ROJEVA 5'Ê ADARA 2025'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Serokê Baroyê Kabaoglû: Doz operasyoneke siyasî ye
Serokê Baroya Stenbolê Îbrahîm Kabaoglû piştî rûniştina doza Baroya Stenbolê daxuyaniyek da û diyar kir ku ev doza neheq û derqanûnî operasyoneke siyasî ye. -
Danîşîna doza Baroya Stenbolê taloq bû
Danîşîna doza bi daxwaza betalkirina erka serokê Baroya Stenbolê Îbrahîm Kaboglu û endamên lijneya rêveberiya baroyê û hilbijartina rêveberiya nû pêk hat. Danîşîna dozê taloqî 21'ê Adarê hat kirin. -
Malbatên Girtiyan bang li her kesê kirin ku li dora Rêber Apo kom bibin
MED TUHAD-FED’ê bang li her kesê kir ku li dora banga dîrokî ya Rêber Apo kom bibin û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo xwest. -
Pervîn Bûldan ragihand ku Rêber Apo peyam ji bo jinan şandiye
Endama Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê parlamenter Pervîn Bûldan diyar kir ku peyama Rêber Apo ya ji bo jinan wê di mîtîngên 8'ê Adarê de bê xwendin. -
YPC’ê biryara ‘bêçalakîtiyê’ girt
Yekîneyên Parastina Cewherî (YPC), ragihand ku ew ê bi biryara agirbesta ku PKK’ê di 1’ê Adarê de piştî banga Rêber Apo ya 27’ê Sibatê îlan kiriye ve girêdayî bimînin. -
DFG: Di meha Sibatê de rojnamevanek hate qetilkirin, 8 hatin girtin
DFG’ê rapora têkildarî binpêkirinên mafên rojnamevanan weşand. Di raporê de hate diyarkirin ku di nava mehekê de rojnamevanek hate qetilkirin û 8 jî hatin girtin. -
Di meha Sibatê de 121 karkeran jiyana xwe ji dest dan
ÎSÎG’ê rapora xwe ya meha Sibatê weşand. Li gorî raporê 121 karkeran di encama qezayên kar de jiyana xwe ji dest dane. -
Ji bo dîtina Rêber Apo serlêdan hate kirin
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo karibin Rêber Apo bibînin serî li serdozgeriyê û midûriyeta girtîgehê dan. -
Çîftyurek: Abdullah Ocalan tenê bang li PKK’ê nekir, li dewletê jî kir
Sînan Çîftyurek: “Abdullah Ocalan bi banga xwe, perdeya li ser vê meseleyê rakir. Ji bo çareseriyê top avêt cem dewletê. Ocalan tenê bang li PKK’ê nekir, bang li dewlet û Tifaqa Komarê jî kir.” -
Jody Williams: Hewldanên Abdullah Ocalan ên ji bo aştiyê îlham didin
Xwediya Xelata Aştiyê ya Nobelê û aktivîsta mafên mirovan Jody Williams, anî ziman ku hewldanên Rêber Apo yên ji bo aştiyê îlhamê didin û got ku ew dikare bibe namzet ji Xelata Aştiyê ya Nobelê re. -
Parêzer Ozgur Erol: Divê Abdullah Ocalan karibe yekser bi xwe vebêje
Endamê Heyeta Îmraliyê ya ji heft kesan parêzer Faîk Ozgur Erol destnîşan kir ku divê şert û mercên ragihandin û kar ên azad ên Rêber Apo bêne afirandin û got, bang bi rengê herî berfireh ji aliyê Rêber Apo ve dikare bê vegotin. -
ROJEVA 4'Ê ADARA 2025'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Li Stenbolê dayikek û 3 zarokên wê hatin qetilkirin
Li Stenbolê zilamê bi navê Velîcan Alici hevjîna xwe Fîkriye Alici û 3 zarokên wê qetil kir û paşê xwe kuşt. -
Li Wanê bertekên li dijî desteserkirina vînê didomin
Desteserkirin û tayînkirina qeyûmê li Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê di civîna meha Adarê ya meclisê ji hêla şaredariyên DEM Partiyê yên navçeyan hat protestokirin. -
DEM Partî: Ji bo bang pêk were divê tiştên ku bên kirin, were kirin
Berdevka DEM Partiyê: Divê dewlet û desthilat jî ji bo pêkanîna şert û mercan çi pêwîst be divê bikin. Lezbûn girîng e, divê ji demê re nehêlin. Ji bo ev Banga Aştî û Civaka Demokratîk were jiyîn divê tiştên ku bên kirin, were kirin. -
FEDA û DAKB xwedî li banga dîrokî derketin
Federasyona Elewiyan a Demokratîk (FEDA) û Yekîtiya Jinên Elewî ya Demokratîk (DAKB) ragihand ku ew xwedî li banga dîrokî ya Rêber Apo derdikevin. -
'Çareserî di berxwedana gel de ye ku xwe di xeta Apoyî de birêxistin kiriye
Hejmara 518'an a rojnameya Serxwebûnê bi manşeta 'Çareserî di berxwedana gelên ku xwe di xeta Apoyî de birêxistinkirine de ye’ hate weşandin. -
‘Banga Rêbertî banga serketinê ye’
Gaziya şer Zarîn Kobanê têkildarî banga dîrokî ya Rêber Apo got, “Hêviya me ya bi Rêbertî pir mezin e. Ev banga Rêber Apo banga serketinê ye.” -
Cengîz Çîçek behsa hevdîtina dîrokî ya Îmraliyê kir
Cengîz Çîçek hevdîtina piştî 14 salan a bi Rêber Apo re pêk anî vegot û got: “Ez bi rastiya Ocalan ê ku di aliyê zîhnî de li ser xwe, herikbar û hêzdar rast hatim. Dibe ku temenê wî mezin bûbe lê di hişmendiya wî de westandineke tine bû.” -
ROJEVA 3'Ê ADARA 2025'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Milîsên Jin ên Agir û Rojê biryara bêçalakîtiyê ragihandin
Mîlîsên Jin ên Agir û Rojê ragihandin ku li ser banga dîrokî ya Rêber Apo û biryara agirbestê ya PKK’ê biryara bêçalaktiyê dane û bi bîr xistin ku li hemberî êrîşan mafê wan ê bersivdanê heye.