ROJANE
Meşa ku TJA’yê ji Amedê da destpêkirin, li Mêrsînê bi girseyî hat pêşwazîkirin. Fîgen Yuksekdag ku peyam ji jinan re şand wiha got, “Azadiya Ocalan; azadiya hemû girtiyên siyasî, gel û jinan e.”
Komîteya Dîplomasiya hevpar a Sazî û Partiyên Siyasî yên kurdistanî jinên ku bi dirûşma "Bi hêviyê ber bi azadiyê ve dimeşin" berê xwe dane Enqereyê silav kir û got, "Em hêzeke mezin ji sekna we ya bi biryar a ji bo paşerojeke azad werdigirin."
Armanc ji meşa jinan a ber bi Enqereyê civakîkirina daxwaza aştiyê û balkişandina ser li perwerdeya bi zimanê dayikê ye. Ji meşvanan mamoste Sîmge Yardim got, "Heta ku mafê zimanê dayikê neyê naskirin civaka demokratîk ava nabe."
Rêber Apo di peyama xwe ya ji bo meşa "Em bi hêviyê ber bi azadiyê ve dimeşin" a TJA'yê de got: "Dê bi zimanê wekheviyê em ê bi ser kevin."
Dayikên /Mirovên Şemiyê aqûbeta Turgut Yenîsoy pirsîn ku beriya 31 salan ji aliyê JÎTEM’ê ve ji mala xwe hate binçavkirin û êdî agahî jê nehate girtin.
Hemû Nûçe
-
-
KESK: Ji bo siberojeke bi ronî bi hev re têbikoşin
KESK’ê bi dirûşma ‘Li dijî xizanî, bêkarî û bê ewlehiyê bi hev te têbikoşin’ bi tevlîbûna bi hezaran kesî li Qada Gundogdû ya Îzmîrê mîtîngek lidar xistin. Hevseroka Giştî ya KESK’ê Asûn Gezen banga mil bi mil ya bi hev re têkoşînê kir.
-
‘Êşkence li girtiyên nexweş tê kirin’
Li Stenbol û Edeneyê parêzvanên mafên mirovan ji bo girtiyên nexweş hatin ba hev. Di çalakiyan de hate diyarkirin ku mafê tedawîbûnê yê girtiyan tê astengkirin.
-
-
Grevên birçîbûnê li bajaran belav dibe
Li Colemêrg, Riha û Edeneyê ji bo Leyla Guven a ku li hemberî tecrîda Îmraliyê ketiye greva birçibûnê, grevên birçîbûnê yên ji bo piştgiriyê hatin destpêkirin.
-
-
Serlêdana malbatan hate redkirin
Malbatên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û 3 girtiyên din ên li Îmraliyê ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Serlêdana malbatan hate redkirin.
-
Gelê Kurd bi ser ket
Parêzer Mahmût Şakar biryara doza Dîwana Edalatê ku PKK'ê li dijî 'lîsteya terorê' vekiribû, nirxand, got, ew ê ji bo ku PKK ji lîsteya 2018'an derbikeve serlêdanê bikin. Şakar diyar kir aliyê bi ser ketî PKK ye.
-
-
Li Frankfûrt û Den Haagê DYA û Tirkiye hate protestokirin
Tecrîda giran a li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, biryara DYA’yê ya li dijî rêveberên PKK’ê û êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Rojava li bajarê Frankfûrt ê Elmanya û bajarê Den Haag ê Holldanayê bi çalakiyan hate protestokirin.
-
-
Li Ewropa tecrîd û DYA tê protestokirin
Li bajarên Kopenhag û Borlangê tecîrda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û biryara DYA ya li dijî sê rêveberên PKK’ê û KCK’ê Cemîl Bayik, Dûran Kalkan û Mûrat Karayilan hate protestokirin.
-
-
-
-
-
-
3 endamên SGDF’ê hatin girtin
Endamên SGDF’ê Gîzem Altinoz, Cem Eren Aslan û Sedat Polat ên di serdegirtina 13’ê Mijdarê ya li Enqerê de hatibûn destgîrkirin, hatin girtin.
-
Olûç: Em ji gefê Soylû natirsin!
Berdevkê HDP’ê Sarûhan Olûç, bersiv da gefên Suleyman Soylû û got, “Ew, gef li kîjan hevalê me bixwe bila bixwe em nahêlin hespê xwe bibezîne. Soylû çima ji çi ditirse û bi sedan parazvanan tê meclîsê?”
-
-
'Li Îmraliyê pêkanînên taybet di dewrê de ne'
Parêzer Gulşen Ozbek diyar kir ku li Girtîgeha Îmraliyê pêkanînên taybet ketine dewrê û got, "Girtîgeha Îmraliyê her carê bi rêbazên cuda û nû tê birêvebirin. Hemû mafên rewa yên Birêz Ocalan bi hincetên cuda tên binpêkirin.
-
-
Sadr rexneyeke tund li parlamenterên Iraqî anî!
Lîderê Şiî yê Iraqî Serokê Lîsteya Sarîûnê Mukteda El Sadr, bi zimanekî tund rexne li parlamenterên Parlamentoya Iraqê anî û got, ''Heke hûn bi pey berjewendiya xwe ya bikevin em ê nema destekê bidin''.
-
-