1400 kesên ji zilma çeteyan reviyan, xwe li Efrînê girtin

1400 kesên ji êrîş û zilma çeteyên artêşa Tirk a dagirker reviyan, xwe li Kantona Efrînê girtin.

Di nava van koçberan de, mirovên ji herêma Şehbayê û bajarên cuda yên Sûriyeyê hene.

Rayedarên Asayîşa li benda kontrolê ya li gundê Qetmayê, ku deriyê rojhilat ê Efrînê ye gotin, di nava 2 rojan de 1.400 koçberên ji herêmên Ezaz, Cerablûs û Şehbayê ku ji aliyê çeteyên Tirk ve hatine dagirkirin, gihîştine kantonê.

Hêzên Asayîşê, koçberên hatin kantonê bi rengekî ewle derbasî kampên Rûbar û Şehbayê dikin.