180 ciwanên ji Reqa û Tebqayê tevlî QSD`ê bûn
180 ciwanên ji Reqa, Tebqa û gundên derdorê ji bo rizgarkirina Reqayê û parastina herêmê tevlî hêzên QSD’ê bûn.
180 ciwanên ji Reqa, Tebqa û gundên derdorê ji bo rizgarkirina Reqayê û parastina herêmê tevlî hêzên QSD’ê bûn.
180 şervan piştî ku dewreya bi navê ʺŞervanên Rizgarkirina Reqayêʺ di Akademiya Şehîd Fermandar Feysel Ebo Leyla de bi dawî kirin, bi awayekî fermî tevlî QSD`ê bûn.
Di dewreyê de ya ku 15 rojan dewam kir, şervanan perwerdehiya bikaranîna çekên giran û sivik dîtin. Hemû şervanên tevlî dewreyê bûne ji gundên Reqa, Tebqa û gundên bi ser van navçeyan e.
Dewre bi merasîmekê bi dawî bû. Gelek fermandarên QSD`ê beşdarî merasîmê bûn. Merasîm bi rêzgirtina leşkerî dest pê kir û paşê Endamê Fermandariya QSD`ê Mehmûd Ismaîl dewre li şervanan pîroz kir û got ku “Baweriya welatiyên Reqa heye ku wê herêmên wan ji destê çeteyan werin rizgar kirin û wê DAIŞʹê di herêmê de bi temamî were şikandin.”
Ismaîl di berdewama axaftina xwe de diyar kir ku bajarê Reqayê li ber rizgarkirinê ye û ev tişt îfade kir: ʺGelê Reqa wê rêveberiya bajarê xwe bikin. Divê hemû kes erka xwe ya parastina welat pêk bîne.ʺ
Endamê Fermandariya QSDʹê Mehmûd Ismaîl di dawiya axaftina xwe de soza şopandina rêya şehîdan dubare kir.Paşê şervanan sûnda leşkerî xwarin.
Merasîm bi dirûşmeyên dilsoziya bi YPG/YPJʹê û QSDʹê bi dawî bû.