Şoreşa 19'ê Tîrmehê li Qamişloyê hate pîrozkirin

Şoreşa 19'ê Tîrmehê bi dirûşma "Şoreşa Rojava rûmet û azadiya gelan e" li Kantona Cizîrê bi mîtîngeke girseyî hate pîrozkirin.

Mîtînga li taxa Enteriyê ya Qamişloyê bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdan dest pê kir. Piştre Hevseroka Desteya Rêveber a Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê Foza Yûsiv axivî.

Yûsiv şoreşa Rojava li her kesî pîroz kir û got, "Di ser Şoreşa Rojava re 5 sal derbas bûn û ji bo tevahiya mirovahiyê bû çirûska azadiyê."

Yûsiv bal kişand ser êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî Efrîn û Şehbayê û got, "Efrîn ne bi tenê ye. Efrîn dengê dilê her çar parçeyên Kurdistanê ye. Çawa Kobanê di parastina xwe ya mirovahiyê de bû keleha berxwedanê, wê Efrîn jî wisa be. Efrîn wê li hemberî neyarên mirovahiyê li ber xwe bide û serê xwe ji kesekî re netewîne."

Cîgirê Serokê Meclîsa Rêveber a kantona Cizîrê Hisên Ezam jî got: "Piştî Şoraşa Rojava ya 19'ê Tîrmehê dest pê kir, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li Cizîrê, Kobanê û Efrînê hat îlankirin.  Şoreşa 19'ê Tîrmehê li hemberî hemû sîstemên ku jiyaneke demokratîk û aram ji gelên herêmên re qedexe kiribûn, nerazîbûneke xurt bû û destketiyên mezin bi dest xist. Ji ber vê yekê divê em destketiyên Şoreşa Rojava bipazêrin."

Bi navê pêkhateya Suryan Cîgirê Desteya Parastinê Ebdulmesîh Hena jî axivî û got, " Dema ku dewletên herêmî û yên cîhanî destwerdana Şoreşa Sûriyeyê kirin, komên çekdar ava kirin û ji bo berjewendiyên xwe dan bikaranîn, Şoreşa Sûriyê ji rêya xwe derket. Şoreşa Rojava jî rêya sêyemîn ango îradeya azad a gelên herêmên ji xwe re esas girt û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk îlan kir."

Hena di dawiya axaftina xwe de got, "Em dikarin bêjin ku ev projeya demokratîk a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bi xwîna cangoriyên Ereb, Kurd, Suryan hate avakirin û gihîşte destketiyên mezin."

Pîrozbahî, bi dirûşmên ku Şoreşa Rojava pîroz silav dike, qediya.