Çete bi hewana êrîşî Efrînê dike

Çeteyên ku piştgiriyê ji Tirkiye digirin, îro nêzî 30 topên hewanan avêtin Kantona Efrînê.

Êrîş hewan û fuzeyan a çeteyên Cebhet El-Nusra û Ehrar El-Şam ên li Kela Semanê ya li ser Gundên Basûfanê, Fafertîn, Burc Selman û Beiye dewam dike. Şervanên YPG/YPJ′ê di heman kêliyan de  bersiva topbaranê didin.

Li herêma ku êrîş hê didome, heta niha 30 topên hewana li herêmê ketine.