Çeteyên DAÎŞ'ê li Suweydayê herî kêm 36 jin û zarok revandin
Çeteyên DAÎŞ'ê li hemberî Suweydayê êrîşeke koordîneyî pêk anîn û herî kêm 36 jin û zarok revandin.
Çeteyên DAÎŞ'ê li hemberî Suweydayê êrîşeke koordîneyî pêk anîn û herî kêm 36 jin û zarok revandin.
Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê, da zanîn ku hefteya borî çeteyên DAÎŞ'ê êrîşeke li hemberî Suweydayê pêk anîne û herî kêm 36 jin û zarok revandine.
Hate ragihandin ku jin û zarokên hatî revandin ji civaka Durzî ne. Malpera nûçeyan a xwecihî Soueida24 û saziya çavdêriyê dan zanîn ku ji kesên hatin revandin 24 jin, 14 jî zarok in.
Hefteya borî jî, di êrîşa DAÎŞ'ê ya li dijî Suweydayê ku di bin serdestiya rejîma Şamê de ye êrîşeke koordîneyî pêk anîbûn û zêdetirî 250 kesî jiyana xwe ji dest dabûn.