Çeteyên dewleta Tirk êrîşî gundên Efrîn û Şehbayê dikin

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker, bi çekên giran gundê Mernaz a navçeya Şera ya Kantona Efrînê û gundê Bîloniya, Şêx Îsa û bajaroka Til Rifet yên herêmaya Şehbayê, bomberdûman dikin.

Li gorî nûçeya ANAH’yê, çeteyên dewleta Tirk a dagirker ji Ezazê, gundê Mernaz û ji bajaroka Mari, gundê Bîloniya, Şêx Îsa û bajaroka Til Rifet bi çekên giran bomberdûman dikin.

Şervanên YPG`ê li Efrîn û Hêzên Şoreşger li Şehbayê bersiva êrîşan didin.

Bomberdûman û şer dewam dikin.