Çeteyên Tirk ên ku bi ser Şehbayê de girtin hatin kuştin

Hêzên Ceyş El Siwar li Şehbayê panzêreke bi tîpa BMB ya çeteyên Tirk rûxand, 11 çete hatin kuştin.

Dagirkerî û êrîşa Tirk a li Şehbayê didome. Duh çeteyên bi ser dewleta Tirk ve êrîş bi ser hêzên Ceyşe El-Siwar (Artêşa Şoreşgeran) de brin. Şervanan bersiv dane çeteyan, derb li du wesayitên wan dan.

Li gorî agahiyên xwecih şervanên Ceyş El-Siwar panzêreke bi tîpa BMB a çeteyan rûxandin û di encamê de 11 çete hatin kuştin.

Her wiha agahî hatiye wergirti ku li Kel Cibrîn û derdorê çete xwe kar dikin ku êrîşê bînin.