Şehba ya azad: Jiyana di nava topbaranê de tê afirandin

Aliyekî Şehbayê dagirkerî, talan û koçberî ye, aliyê din jî berxwedan û têkoşîna ji bo jiyana azad e. Qadên rizgarkirî yên Şehbayê, bi berxwedana xwe dibin hêvî ji tevahiya herêmê re.

Tevî navçeyên mezin Ezaz, Bab, Mare, Cebel Seman û Sifire, li Şehbaye bi dehan bajarok, 800 gund û bi sedan gundik hene. Ji sala 2011'an dema destpêkirina şerê navxweyî yê Sûriyeyê û vir ve şer li vê herêmê giran e û her tim bûye hedefa dagirkerî û talanê.

Sala 2016'an, gelek gundên Şehbayê ji aliyê Ceyş El Siwar ve hatin rizgarkirin. Li van herêmên rizgarkirî, di nava topbaran û dagirkeriyê de jiyaneke nû tê afirandin. Ev qad ji 75 gundan pêk tê û ji aliyê gel ve weke "Şehba ya Azad" tê binavkirin. Bi tecrûbeya ji Efrînê wergirtî, li vê herêmê jiyan ji nû ve ava bûye. 

Şêniyên Şehbayê bi rizgarkirina beşek ji gundên xwe li cih û warên xwe vegeriyane. Lê ji roja destpêkê ve dibin hedefa bomberdûmana tank û topên dewleta Tirk. Şehba ya azad ku îro parçeyek ji Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê ye, bi gefên dagirkeriyê pêşwaziyê li salvegera Şoreşa Rojava dike. Şêniyên Şehba ya azad, tevî êrîşên giran ên 4 mehên dawî jî bi biryar in ku li ser axa xwe bijîn û axa xwe biparêzin.

Di beşa yekemîn a vê nivîsa xwe de em ê hewl bidin cihê stratejîk û dîrokî yê Şehbayê, dagirkeriya çeteyan û dewleta Tirk û berxwedana li dijî vê dagirkeriyê ya li Şehbayê binirxînin.

ERDNÎGARIYEKE DÎROKÎ Û STRATEJÎK

Ji bo kevneşopiya berxwedanê ya Şehba ya azad were fêhmkirin, girîng e destpêkê rewşa wê ya stratejîk û dîrokî bê nirxandin.

Şehba xwedî dorfirehiyeke ji 5000 km2 û dirêjahiya 90 kîlometreyî ye. Tevî bajar û navçeyên mezin Minbic, Ezaz, Bab, Mare, Cebel Seman û Sifire, li Şehbaye bi dehan bajarok, 800 gund û bi sedan gundik hene. Li gorî sîstema Sûriyeyê Şehba bi ser eyaleta Helebê ve ye û bi navê Şehba ya Helebê tê binavkirin.

Şehba di dîrokê de erdnîgariyeke ku malovanî ji şaristaniyên mezoptamyayê re kiriye. Herêma ji Torosan heta Derya Spî, rêgehek e. Lewma ji bo bazirganî û belavbûna şaristaniyan cihekî stratejîk e.

Herêma Şehbayê, ku di herikîna dîrokê de gelên Kurd, Ereb, Tirkmen, Çerkes, Ermenî, Afşar û gelek bawermend lê bi hev re jiyan e, ji ber vê girîngiya xwe ya stratejîk bûye hedefa dagirkeriya gelek împaratorî û delwetan. Bi dorê Eyyûbî, Împaratoriya Roma, Împaratoriya Bîzans, Emewî, Abbasî, Hamdanî, Mîrasî, Ûkaylî, Dewleta Selçûklû ya Mezin û Împaratoriya Osmanî lê serdest bûne. Piştî ku Osmanî ji hev ket, Fransayê herêm dagir kir û dûre jî radestî serweriya dewleta Sûriyeyê hate kirin.

OSMANIYAN Û BAASÊ NEKARÎN LI ŞEHBAYÊ KURDAN BIQEDÎNIN

Ji aliyê dîrokî ve herêma Şehbayê cihekî ku Kurd, Ereb, Tirkmen, Çerkes, Ermenî, Çeçen, Asûrî, Keldanî, Dûrzî, Suryanî, Arnavût û bawermendên Êzidî, Îsmaîlî, Elewî, Sûnî, Şîa, Xiristiyan, Yahûdî lê jiyan e.

Tevî ku niha weke herêmeke ku piraniya şêniyên wê Kurd in tê binavkirin jî, di herikîna dîrokê de nifûsa vê herêmê bi giranî Kurd e. Li herêma Şehbayê sala 1516'an bi dagirkeriya dewleta Osmanî re rewş guherî. Osmaniyan bi polîtîkaya Tirkkirin û Sûnîkirinê re dest bi guhertina demografiya herêmê kirin. Mîna dewleta Osmanî, ji sala 1960'î û pê ve jî rejîma Baas dest bi guhertina demografiya herêma Kurdan kir û polîtîkaya Kembera Ereb di destpêkê de li vê derê xist meriyetê. Rejîma Ereb ji bo têkiliya navbera gundên Kurdan bibire, gundên Ereb di navbera wan de ava kir. Wekî din gelek gundên Kurdan vala kir û li wir Ereb bi cih kir.

Dema sala 2011'an re ji ber van polîtîkayan rêjeya nifûsa Kurdan a li herêmê daket heta 40 ji sedî. Wekî din zimanê Kurdên li Şehbayê jî kirin Tirkmenî û Erebî. Îro hê jî gelek Kurdên li Şehbayê bi zimanê xwe yê dayikê nizanin. Lê belê nikare bê gotin ku ev polîtîkaya Osmanî û rejîma Baas bi ser ketiye. Ji ber ku tevî vê polîtîkayê jî piraniya Kurdên li herêma Şehbayê hebûna xwe parastine.

HERÊMA DESTPÊKÊ YE KU REJÎMÊ TERIKAND

Sala 2011'an dema şerê navxweyî yê Sûrieyyê dest pê kir, ji ber ku Şehba li ser sînorê Tirkiyeyê ye bû yek ji herêmên ku herî zêde bi bandor bû. Rejîma Baas ku dît zehmet e li ser temamiya Sûriyeyê serdest be, hêzên xwe kişand herêmên navîn. Şehba heta sala 2012'an bi temamî ket kontrola komên Artêşa Azad û Koalîsyona Neteweyî ya Sûriyeyê. Di vê pêvajoyê de hejmara komên çekdar roj bi roj zêde bû û bi destwerdana dewleta Tirk re çete hatin afirandin. Lewma Kurdên l herêmê dest bi rêxistinkirina parastina xwe kirin. Di dawiya sala 2011'an, destpêka sala 2012'an de li dora Babê bi 2 tabûrên parastinê dest bi rêxistinbûnê kirin.

Sala 2013'an bandora dewleta Tirk a li ser artêşa azad zêde bû û li herêmê El Qaîde ya Sûriyeyê El Nûsra xurt bû. Di Sibata heman salê de weke rêxisitna parastina Kurdan Cephet El Ekrad di nava Artêşa Azad de li Helebê hate ragihandin. El Nûsra bi demê re êrîşî Kurdan û El Ekrad kir. Di vê demê de ji ber komkujî, talan û revandina Kurdan ji Şehbayê koçberiyê dest pê kir. Kurdan bi giranî berê xwe dan Kantona Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê.

DAGIRKERIYA DAIŞ'Ê

Di navbera El Nûsra û DAIŞ'ê de ku her du jî ji aliyê dewleta Tirk ve hate xwedîkirin û mezinkirin, sala 2013'an nakokî û şer dest pê kir. Di demeke kin de El Nûsra bajarê Minbicê, dûre Bab û Cerablûs radestî DAIŞ'ê kir. Bi vî rengî komên çet eyên dewleta Tirk ku xwe weke artêşa azad bi nav dikirin tenê li Ezaz, Mare û Til Rifatê man.

Çeteyên DAIŞ'ê zilm û zordariya El Nûsra li gelê Şehbayê dikir, girantir kir. Mîna El Nûsra hê bêhtir êrîşî Kurdan kir. Di vê demê de koçberiyeke zêde ya Kurdan ji Şehbayê çêbû.

Ji bo DAIŞ û hevalbendê wê dewleta Tirk, herêma Şehba bi taybetî xeta Cerablûsê bû navendeke girîng ji bo dizîna gaza xwezayî û petrolê.

RIZGARKIRINA HERÊMÊN ŞEHBAYÊ

Tevî vê dagirkeriyê jî şêniyên Şehbayê dest ji berxwedana xwe bernedan. Piştî Eniya El Ekrad, şêniyên Şehbayê hêzên xwe Ceyş El Siwar, Şems El Şimal, Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ava ikrin û ji bo rizgarkirina herêmê cihê xwe di nava Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) de girtin.

Hêzên QSD'ê yên li herêmê ku Ceyş El Siwar pêşengiyê jê re dike, ji ber êrîşên artêşa azad û dewleta Tirk ên salên 2015-2016'an ên li dijî Efrîn û Şehbayê, di 14'ê Sibata 2016'an de li dijî çeteyan dest bi operaysonê kirin. Di encamê de bajarokên Dêr Cemal, Teneb, Keştear, Merenaz, Vîllat El Qadî û El Qemiye yên Kantona Efrînê, bajarokên Til Rifet, Kefer Naya Minix, Kefer Nasih, Îhrîs, Eyn Deqnê, Beylûniye, Şêx Hîlal, Kefer Entwan, Şehabiye û Til Ecar ên Şehbayê, Balafirgeha Leşkerî ya Minixê ji çeteyên dewleta Tirk rizgar kirin.

RIZGARKIRINA MINBICÊ BÛ HÊVÎ JI ŞEHBAYÊ RE

Yek ji xalên girîng û diyarker ên dîroka Şehbayê jî, rizgarkirina Minbicê bû. Çawa ku berxwedana Kobanê nîşan da ku DAIŞ dikare bê têkbirin, rizgarkirina Minbicê ji DAIŞ'ê jî hêvî zêde kir, ku temamiya Şehbayê dikare bê rizgarkirin. Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ku 2'ê Nîsana 2016'an ava bû û 13 hêzên leşkerî di nav de cih digirin, 1'ê Hezîrana 2016'an li ser banga gelê Minbicê û Meclîsa Rêveber a Mibincê dest bi pêngava rizgarkirina Minbicê kir. Di encama operasyona 72 rojan de, bi desteka hêzên QSD'ê roja 12'ê Tebaxa 2016'an Minbic ji çeteyên DAIŞ'ê hate rizgarkirin.

Heman piştî rizgarkirina Minbicê, Meclîsa Leşkerî ya Babê ya ji 7 hêzên leşkerî pêk tê hate ragihandin û soza paqijkirina Babê ji DAIŞ'ê hat edayin. 22'ê Tebaxa 2016'an, Meclîsa Leşkerî ya Cerablûsê hate ragihandin û soza paqijkirina Cerablûsê ji DAIŞ'ê hate dayin.

30'ê Tebaxa 2016'an Ceyş El Siwan dest bi operasyona li dijî çeteyên DAIŞ'ê yên li Babê kir û di demên cuda de gundên Um Hoş, Um Qura, Herbel, Hesiye, Semûqa, Til Qerah, Wehşiye, Fafîn, Qeramil, Til Midyeq, Qolsirûc, Hewarîn, Til Şeîr, Muşat, Kefer Qaris, Til Sosyan û Elaoşa û febrîqeya çîmento ya li gundê Til Sosyan û Bendava Şehbayê rizgar ki.

AKTORÊ DEST BI XWÎN LI ŞEHBAYÊ XWE NÎŞAN DA

Roja ku Meclîsa Leşkerî ya Cerablûsê hate ragihandin, fermandarê wê ji aliyê îstîxbarata Tirk MÎT'ê ve hate kuştin. Dewleta Tirk piştî ku fêhm kir hevkarê wê DAIŞ nikare li Şehbayê li ber xwe bide, 24'ê Tebaxa 2016'an ji Cerablûsê kete nava Şehbayê û bi navê 'Mertala Firatê' dest bi operasyona dagirkirina Bakurê Sûriyeyê kir. Çeteyên DAIŞ'ê berî ku fîşekeke bi tenê jî biteqîne bajar di nava 2 saetan de radestî çeteyên dewleta Tirk kir. Bi vî rengî bêyî şer bike dewleta Tirk di destpêka Îlonê de bajarokê Raî teslîm girt. Piştre Ezaz û herî dawî jî Bab bi peymanekê dewr girt.

Dewlet Tirk di şexsê Şehbayê de beriya ku Bakurê Sûriyeyê bi rengekî vekirî dagir bike gelek caran topbaran li Efrîn û qadên rizgarkirî yên Şehbayê kir. Ji roja ku dest bi operasyona dagirkirina Bakurê Sûriyeyê kir, bi giranî êrîşî herêmên rizgarkirî yên Şehbayê kir, çeperên Meclîsa Leşkerî ya Cerablûsê, Ceyş El Siwar, Cephet El Ekrad kir. Bi vî rengî dewleta Tirk nîşan da ku armanca xwe pêşîgirtina bicihanîna Projeya Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê ye.

Li hemberî êrîşên artêşa Tirk û çeteyên wê, Meclîsa Leşkerî ya Cerablûsê bersiveke tund da. Di encamê de 2 rojan şerekî dijwar qewimî. Piştî ku şer giran bû, DYA kete navberê, lê dewleta Tİrk û çeteyên wê gelek caran agirbest binpê kirin.

Dewleta Tirk û çeteyên wê her wiha ji gundên li bejahiya Babê gelek caran êrîşî şervanên Ceyş El Siwar ên li herêmên rizgarkirî kirin. Di van êrîşan de ti encam bi dest nexistin.

Ji aliyê Babê, ji Sibatê û pê ve êrîş bir ser şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê. piştî lihevkirineke bi hêzên navneteweyî re, ku Meclîsa Leşkerî ya Minbicê pêk anî, dewleta Tirk neçar ma van êrîşên xwe bisekinîne. Û 30'ê Adara 2017'an eşkere kir ku 'Operasyona Mertala Firatê' qediya ye. Lê belê dagirkeriya dewleta Tirk a li Bakurê Sûriyeyê di şexsê herêma Şehbayê de dewam dike.

Tevî hemû îtirazan û li gel rêveçûna Operasyona Reqayê ku piraniya hêzên QSD'ê di nav de cih digirin, dewleta Tirk dagirkirina temamiya Şehbayê û Efrînê ji nû ve xist rojeva xwe û dest bi topbaran û êrîşê kir. YPG û Hêzên Şoreşger jî bi bersiveke tund pêşî li êrîşan digirin.

Gelên Şehba û Efrînê jî bi biryar in ku li dijî dewleta Tirk û çeteyên wê li ber xwe bidin.

WÊ BIDOME...