Şehîdên Reqayê li 3 navendan hatin veşartin

Bi hezaran şêniyên bajarên Dêrik, Girkê Legê, Qamişlo û Minbicê cenazeyên şehîdên Pêngava rizagarkirina Reqayê bi merasîmên heybet ve veşartin.

LI DÊRIKÊ CENAZEYÊ 6 ŞERVANÊN YPG/YPJ’Ê HATIN VEŞARTIN

Li goristana Şehîd Xebat Dêrik cenazeyên 6 şervanên YPG/YPJ′ê Sozdar Îsmaîl (Sozdar Bawer), Xalîde Domo (Bêrîtan Sema), Mezlûm Eyşûq (Botan Mardîn), Beşîr Xelef (Simko Çiya), Sozdar Hesen (Kortayî Bakur) û Emîr Mustefa (Mîtan Til Koçer) ên ku di pêngava rizgarkirina Reqayê de şehîd bûne, bi merasîmeke bi heybet ji aliyê welatiyên Dêrikê û Girkê Legê ve hatin velartin.

Li goristanê merasîma bi deqeyek rêzgirtina leşekî ve destpê kir. Piştre Fermandara YPJ′ê Medya Kobanê axivî, diyar kir ku cangoriyên azadiyê ji bo mirovahiyê têkoşiyan û got: ″Cangoriyên azadiyê li bajarê Reqayê ku wê bibe pira aşitiyê ji bo gelên Rojhilata Navîn, berxwedaneke bêhempa dane meşandin. Em soza şopandina rêya wan didin.″

Hevseroka Meclîsa Damezrêner a Sîstema Federaliya Bakurê Sûriyê Hediye Yûsif jî diyar kir ku şehîdên azadiyê bi saya felsefeya Rêbertiyê, yekîtiya gelên Bakurê Sûriye ava kirin û destnîşan kir ku kilîta çareserkirina aloziya Sûriye li Rojava ye.

Di dawiya merasîmê de nasnameyên têkoşeran hatin xwendin, radestî malbatên wan hatin kirin û cenazeyên şehîdan bi durûşman ve hatin veşartin.

CENAZEYÊ HAC Ê YPG’YÎ LI QAMIŞLO HATE VEŞARTIN

Bi sedan welatiyên bajarê Qamişlo û bajaroka Til Hemîsê jî cenazeyê şervanê YPG′ê Yûsif Hac (Dilşêr Til Hemîs) ê ku di pêngava rizgarkirina Reqayê de şehîd bibû, li Goristana Şehîd Delîl Sarûxan veşartin.

Li goristanê merasîm bi deqeyek rêzgirtina leşerkî ve destpê kir. Piştre li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan Ehmed Ebadî axivî û bal kişand ser berxwedan û fedekariya şehîdan di şerê Ii dijî terorê de.

Fermandarê YPG′ê Mihemed Zêdan jî soza tolhildan û şopandina rêya şehîdan da.

Di dawiya merasîmê de nasnmeya têkoşer hat xwendin, radestî malbata wî hat kirin û cenazeyê wî li goristanê bi dirûşam ‘Şehîd Namirin’ ve hate veşartin.‫

CENAZEYÊ 3 ŞERVANÊN ŞOREŞGER LI GORISTANA ŞEHÎDAN A MINBICÊ HATE VEŞARTIN

Bi sedan welatiyên bajarê Minbicê jî cenazeyên 3 şervanên şoreşgerên Minbicê yên girêdayî Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Şlaş Mehmûd Rebî (Zaza), Salih Hac Elî (Hac) û Ekrem Nûrî Elî (Dilbirîn) ên ku di pêngava rizgarkirina Reqayê de şehîd bibûn, li Goristana şehîdan a bajêr veşartin.

Di merasîmê de Hevserokatiya Meclîsa Zagonsaz Nezîfe Xelo û Farûq El-Maşî, Hevseroka Meclîsa Rêveber Zeyneb Qenber, Femandarê Giştî ya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Ednan Ebû Emced û Endamên saziyên bajêr, amade bûn.

Li goristanê merasîm bi deqeyeke rêzgirtina leşekerî ve destpê kir. Piştre li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan Xelef Ibrahîm Casim û Fermandarê Giştî yê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Ednan Ebû Emced axivîn, sersaxî ji malbatên têkoşeran re xwestin û bang li gelê herêmê kirin ku piştgiriya hêzên ku şerê komên çete dikin û Bakurê Sûriyeyê ji terorê rizgar dikin, bikin.

Hevserokê Komîteya Têkîliyên Karê Derve Elî Cemîlî jî diyar kir ku şehîdên azadiyê bi xwîna xwe, destaneyên lehengiyên lidar xistin, da jiyaneke azad û birûmet azad bikin.

Li ser navê malbata şehîd Şlaş jî Xelîl Rebî axivî û got ku têkoşerên azadiyê bi avakirina jiyaneke bi rûmet canê xwe feda kirin û soza da zarok û dayikên şehîdan ku ew ê şopdarên rêya şehîdan bin.

Di dawiya merasîmê de nasnameyên şehîdan hatin xwendin, radestî malbatên wan hatin kirin.

 Cenazeyên şehîdan bi dirûşm û tilîliyan ve hatin veşartin.