Şehîdên Berxwedana 14'ê Tîrmehê li Helebê hatin bibîranîn
Li Helebê TEV-DEM û YPG'ê şehîdên 14'ê Tîrmehê bi bîr anîn.
Li Helebê TEV-DEM û YPG'ê şehîdên 14'ê Tîrmehê bi bîr anîn.
Tevgera Civaka Demokratîk(TEV-DEM) û Meclîsa Leşkerî ya YPG`ê ya Helebê, ji bo Şehîdên Berxwedana 14'ê Tîrmehê li hev civiyan.
Civîna ku li Qada Şehîdan pêk hatî şêniyên Taxa Şêx Meqsûd û rêxistinên civaka sivîl beşdar bûn.
'BI SAYA WAN ME ŞOREŞ ÇÊKIR'
Endamê Meclîsa Leşkerî ya bajarê Helebê Botan Îbrahîm di civînê de axivî û û îşaret bi berxwedana dîrokê ya bi pêşengtiya Xêyrî Durmûş, Kemal Pîr û Akif Yilmaz û pêşengên din li hemberî zilm û zordariya dewleta Tirk a dagirker li zindana Amedê kir û got:”Bi saya wê berxwedana wan têkoşeran, îro şoreşa 19`ê Tîrmehê pêk hat."
Îbrahîm di berdewamiya axaftina xwe de got:”Berxwedan jiyan e, vêya ji şehîdên Zindana Amedê îspat kir û ji bo nirxekî şehîd bûn."
Îbrahîm bang li gelê Sûriyê kir ku di bersivdayîna dijminahiya AKP`ê de, rihê şehîdên 14`ê Tîrmehê ji xwe re bikin mînak.
Civîn bi dirûşmeyên 'Şehîd Namirin' û 'Ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Azadî' bi dawî bû.