Şehidên pêngava Reqayê hatin veşartin

Li Kobanê, Minbic û Tebqayê cenazeyên 4 şervanên azadiyê yên ku di Pêngava rizgarkirina Reqayê de şehîd bûne, hatin veşartin.

CENAZEYÊN 2 ŞEHÎDÊN MECLÎSA LEŞKERÎ YA MINBICÊ HATIN VEŞARTIN

Bi sedan welatiyên bajarê Minbicê cenazeyên şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Seqir Xefse û Îbrahîm Iwêsiclî ji nexweşxaneya Firatê wergirtin û ber bi Goristana şehîdan ve ketin rê.

Di merasîma oxirkirinê de Hevserokê Meclîsa Zagonsaz a Minbicê Farûq El-Maşî, Hevserokatiya Komîteyên Meclîsên Rêveber û Zagonsaz, Fermandarê Giştî yê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Ednan Ebû Emced, Berdevkê Fermî yê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwîş û Fermandara Hêzên Ewlekariya Hundirîn Eylem Çerkes, amade bûn.

Merasîm bi deqeyek rêzgirtina leşkerî ve destpê kir. Piştre Berdevkê Fermî yê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwîş axivî, sersaxî ji malbata şehîd re xwest û soza şopandina rçya cangoriyên azadiyê da.

Derwîş dayikên şehîdan ên ku zarokên xwe bi tîlîliyan oxir dikin, silav kir û diyar kir ku wê bi xwîna şehîdan û fedekariya dayîkan, serkeftinên hê mezin werin bidestxistin.

Hevserokê Meclîsa Zagonsaz Farûq El-Maşî jî axivî, soza şopandina têkoşîna şehîdan da û bang li hemû gelên herêmê kir li dijî terorê yekîtiya xwe ava bikin.

Li ser navê malbata şehîd Îbrahîm, Hesen Hemadê axivî û diyar kir ku şehîdên azadiyê canê xwe feda dikin, da welatekî aştiyane ava bikin û soza domandina têkoşînê da.

Di dawiya merasîmê de cenazeyê şehîdan li goristanê hate veşatin.

LI KOBANÊ CENAZEYÊ SUHÊL BERKET HATE VEŞARTIN

Bi sedan welatiyên Kantona Kobanê jî cenazeyê şehîd Suhêl Berkel (Suhêl Kobanê) ji nexweşxaneya Şehîd Zozan wergirtin û ber bi Goristana Şehîd Dicle ve ketin rê.

Di merasîmê de Endmên Saziyên Civaka Sivîl, Endamên Desteyên Rêveberiya Xweser, Endamê Koordînasyona Meclîsa TEV-DEM′ê Ferhad Dêrik, Serokê Meclîsa Rêveber Enwer Mislim û Cîgirê wî Xalid Berkel, Hevserokatiya Meclîsa TEV-DEM′ê Eyşe Efendî û Ehmed Şêxo, amade bûn.

Li goristanê merasîm bi deqeyek rêzgirtina leşkerî ve destpê kir. Piştre Hevserokê Meclîsa TEV-DEM′ê Ehmed Şêxo axivî, sersaxî ji malbata şehîd re xwest û got: ″Şehîd ji bo azadiya gelan, canê xwe feda dikin. Divê em şopadarên rêya wan bin.″

Piştre Endama Rêveberiya Kongreya Star Felek Yûsif jî bal kişand ser serkeftinên QSD′ê yên li Reqayê û wiha axivî: ″Divê em layiqî fedekariyên şehîdên xwe bin, destkeftiyên ku hatine bidestxistin biparêzin û projeya Federal bi ser bixin.″

Her wiha Saziya malbatên Şehîdan nasnameya şehîd Umer Nasir (Gîvara Tîrêj) ku di Pêngava Rizgarkirina Reqayê de şehîd bûye, eşkere kir.

Di dawiya merasîmê de nasnameyên herdu têkoşeran hatin xwendin, radestî malbatên wan hatin kirin û cenazeyê şehîd Suhêl li goristanê hat veşartin.

LI TEBQA JÎ CENAZEYÊ ŞERVANÊ LÎWAYA HÊZÊN EŞÎRAN QEDÛR HATE VEŞARTIN

Bi dehan welatiyên bajarê Tebqayê jî cenazeyê şervanê Lîwa Hêzên Eşîreyan Tahir Qedûr (Ebû Ezab) ku 3′yê Tîrmehê di Pêngava rizgarkirina Reqayê de şehîd bibû, li Goristana şehîdan a bajêr oxir kirin.

Merasîm bi deqeyek rêzgirtina şervanan ve destpê kir. Piştre Fermandarê QSD′ê Xeyrî Mihemed axivî, sersaxî ji malbata şehîd re xwest û soza domandina têkoşînê heta pêkanîna hêviyan şehîdan,da.

Her wiha Fermandarê Hêzên Eşîreyan Ebû Red û Endamê Meclîsa Sivîl a Tebqayê Xalid Hac Ebdullah jî soza şopandina rçya cangoriyên azadiyê dan.

Di dawiya merasîmê de nasnameya şehîd hat xwendin, radestî malbata wî hat kirin û cenazeyê şehîd bi dirûşiman ve li goristanê hat veşartin.