Şehîdên Pirsûsê li Reqayê hatin bibîranîn
Li Tabûra Azadiyê ya Enternasyonalîst, ku di operasyona rizgarkirina Reqayê de cih digire, ji bo bîranîna şehîdên Pirsûsê merasîmeke leşkerî hate kirin.
Li Tabûra Azadiyê ya Enternasyonalîst, ku di operasyona rizgarkirina Reqayê de cih digire, ji bo bîranîna şehîdên Pirsûsê merasîmeke leşkerî hate kirin.
Şervanên Tabûra Azadiyê ya Enternasyonalîst (TAE), ku di pêngava rizgarkirina Reqayê de cih digirin, di salvegera Komkujiya Pirsûsê de ciwanên ku şehîd ketin bibîr anîn.
Li qada merasîmê, pankarta bi Kurdî ya bi nivîsa "Xewn û xeyalên wan di nava şoreşa me de ne, MLKP" û pankarta bi Îngilîzî ya bi nivîsa "Me bi hev re serketin parastin, em bi hev re bi ser dikevin, TAE" hatin daliqandin. Piştre li ser navê tabûrê daxuyaniyek hate dayin.
'RUHÊ BERXWEDANA YEKBÛYÎ LI KOBANÊ BI SER KET'
Fermandara Tabûrê Şengul Doza li vir axivî û got, "33 hevrêyên me, bi xewn û xeyalên xwe bi rê ketin. Ya ku bang li wan kir, dengê xewn û xeyalên wan ên ji Kobanê bilind dibû."
Doza bal kişand ser êrîşên paşverûtiyê yên li dijî Şoreşa Rojava û anî ziman, bi hevkariya Tirkiye-DAIŞ'ê êrîş li Kobanê hate kirin. Doza di dewama axaftina xwe de got, "Kobanê bû navenda parastina Şoreşa Rojava. Berxwedana Kobanê bi yekîtiya neteweyî ya gelê Kurd û bi destek û piştgiriya şoreşger-demokrat û sosyalîstên Tirkiyeyê bi ser ket, DAIŞ têk çû. Têkçûna DAIŞ'ê li Kobanê bû têkçûna dîktatoriya faşîst a mêtinger."
Doza diyar kir, 33 rêwiyên xeyalan, bi hevkariya DAIŞ-AKP'ê li Pirsûsê hatin kuştin û destnîşan kir, ku 33 ciwanên ji bo ji nû ve avakirina jiyanê li Kobanê bi rê ketin, di vê oxirê de bûn stêrk.
'EM LI REQAYÊ HESABÊ PIRSÛSÊ DIPIRSIN'
Doza bibîr xist, ku ew di operasyona rizgarkirina Reqayê de cih digirin û ev nirxandin kir: "Em li Reqayê ne, hesabê 33 hevrêyên xwe û hemû şehîdên Kobanê dipirsin. Hêrsa ku piştî şehadeta hevrêyên me di dilê me de der bû, biryardariya me ya şer e. Israra me ya ji bo hesabpirsînê ye. Em niha li Reqayê ne. Em li paytexta DAIŞ'ê ne. Me got, em ê hesab bipirsin û em niha hesab dipirsin. Hesabê ku ji DAIŞ'ê tê pirsîn, hesabê ji faşîzma AKP'ê tê pirsîn e. Hesabê DAIŞ'ê wê li Reqayê biqede, lê belê em ê hê jî hesab ji faşîzma AKP'ê bipirsin. Bakurê Kurdistanê û her herêma Tirkiyeyê wê bi biryardariya me ya hesabpirsînê bigihêjin hev."
Doza destnîşan kir, ku di şerê xwe yê Reqayê de ew ji vîna şehîdên Pirsûsê hêzê digirin û got, "Di şerê hesabpirsînê de em ji biryardariya 33 hevrêyên xwe hêzê digirin."
Fermandara Tabûra Azadiyê ya Enternasyonalîst Şengul Doza anî ziman, ku vîna rakirina sînoran a şehîdên Pirsûsê rê nîşanî wan daye û herî dawî got, "Her sînorê ku wan xwe gihandiyê û rakiriye, wê bibe sembola me ya coşa ciwantiyê û nûbûnê." Doza diyar kir, ku ew li Reqayê, li paytexta DAIŞ'ê Şoreşa Rojava diparêzin û ji bo xewn û xeyalên 33 hevrêyên xwe bi cih bînin şer dikin."