Şehîdên Reqayê hatin veşartin

5 şervanên li Reqayê şehîd bûn, li Girê Spî û Dirbespiyê bi merasîmên girseyî hatin veşartin.

Bi sedan ji welatiyên bajarê Girê Spî cenazeyê şervanên QSD'ê Ehmed Medan, Ehmed Mehmûd û Hidêmî Ehmed ku 13'ê Tîrmehê di pêngava rizgarkirina Reqayê de şehîd bûne, li goristana Şehîd Mehmûd Tumê spartin axê.

Di merasîmê de Hevserokên Rêveberiya Xweser a Girê Spî Zelîxe Ebdî û Hemdan El-Ebid, Endamê Rêveberiya PYD'ê Xalid Kûtê, Endamê Rêveberiya TEV-DEM'ê Selahedîn Firat û şêniyên bajarokên Silûkê û Heman Turkmen, amade bûn.

Piştî merasîma leşkerî li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan Wehîd Ebdullah axivî û sersaxî ji malbata şehîd re xwest.

Bi navê Kongreya Star jî Fatma Şêx Hesen axivî û da zanîn ku bi saya xwîna şehîdan, herêmên Bakurê Sûriyeyê û gelê herêmê ji tarîtiya DAIŞ′ê têne rizgarkirin. Her wiha banga piştgiriya şervanên QSD'ê kir.

Bi navê Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Ereb Ebas jî diyar kir ku şervanên QSD'ê ji bo azadkirina axa welat ji tarîtiya terorê, canê xwe feda kirin.

Di dawiyê de nasnameyên têkoşeran hatin xwendin, radestî malbatên wan hatin kirin û cenazeyên wan li goristanê hatin veşartin.

DIRBÊSIYÊ

Welatiyên bajarên Dirbêsiyê, Serêkaniyê û bajaroka Zirganê jî cenazeyên têkoşer Ehmed Ebid (Azad) û Mihemed Hesen (Qenas Dirbêsiyê) ku di pêngava rizgarkirina Reqayê de şehîd bûn, li goristana Şehîd Rustem Cûdî veşartin.

Ji Fermandarên YPG'ê Metîn Polat piştî merasîma leşkerî axivî, sersaxî ji malbatan re xwest û anî ziman, ku di çeperên berxwedanê de xwîna hemû gelên herêmê tevlîhev bûye. Metîn got: "Cangoriyên azadiyê ji bo avakirina civakeke azad û demokratîk li ser esasê jiyana hevbeş û biratiya gelan, canê xwe feda kirin."

Bi navê malbata şehîd Qenas Dirbêsiyê jî birayê wî, şervanê YPG'ê Xalid Hesen axivî, sersaxî ji tevahî gelên herêmê û hevalên wî re xwest û soz da ku ew ê timî li ser şopa şehîdan bin.

Di dawiya merasîmê de nasnameyên têkoşeran hatin xwendin, radestî malbatên wan hatin kirin û cenazeyên wan hatin veşartin.