Şêniyên gundên Kobanê ji bo Efrînê û azadiya Ocalan meşiyan

Gundên Kantona Kobanê li dijî hewldan û êrîşên dagirkerî yên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser Efrînê rabûn ser piyan û tecrîda li ser Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin.

Şêniyên Kantona Kobanê li dijî gef û êrîşên dagirkerî yên dewleta Tirk û çeteyên wê yên bi ser Efrînê de helwesta xwe nîşan didin. Di nav vê çarçoweyê de gundiyên Kobanê tevî sazî û dezgehên xwe û şandeyeke Rêveberiya Xweseriya Demokratîk meşiyan.

Meş ji gundê Bêndira Biçûk dest pê kir, heta Bêndira Mezin berdewam kir. Di meşê de, wêneyên şehîdan û posterên Rêber Gel Abdullah Ocalan hatin rakirin û pankarta ”Em berxwedana gelê Efrînê silav dikin” hate vekirin.

Her wiha gel bê navber bi dirûşmeyan berxwedana Efrînê slav kirin û ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azadî xwestin. 

Meş li gundê Bêndira Mezin bû mîtîng. Di mîtîngê de, ji Rêveberên Meclîsa TEV-DEM`ê ya xeta rojava  Sûad Şêx Demir û Ehmed Xoce û Endamê Yekîtiya Ciwanên Rojava Gelhat Muslim, axîvin. Di axaftinan de, êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Efrînê hatin şermezarkirin.
Her wiha di axaftinan de hate gotin ku ji bo azadiya Ocalan û piştgiriya bi Efrînê re, çalakî wê dewam bikin.

Mîtîng bi dûrişmeyên silavkirina berxwedana Efrînê û bi xwestina azadiyê ya ji Ocalan re bi dawî bû.