Şervanê Reqayî: Azadiya ku em xeyala wê dikin nêz e
Şervanê YPG’ê Firat Dêrik ku piştî DAIŞ’ê Reqa dagir kir ji Reqa reviya û xwe li Dêrikê girt, dibêje ew ê weke şervanekî YPG’ê piştî Reqayê li hemû qadên Sûriyê têkoşîna xwe bidomîne.
Şervanê YPG’ê Firat Dêrik ku piştî DAIŞ’ê Reqa dagir kir ji Reqa reviya û xwe li Dêrikê girt, dibêje ew ê weke şervanekî YPG’ê piştî Reqayê li hemû qadên Sûriyê têkoşîna xwe bidomîne.
Pêngava bi mebesta rizgarkirina Reqayê dest pê kirî kete roja 24’an. Şervan her ku nêzî Reqayê dibin moralê wan zêdetir dibe. Bi tayebetî jî şervanên ji Reqayê û yên ku malbatê wan li Reqayê ne kelecaniya wan û moralê wan divê were dîtin.
Şervanê Ereb ê bi navê xwe yê kod Firat Dêrik ku li eniya rojhilat ê Reqayê em lê rast hatin jî yek ji van e. Firat Dêrik ev salek e şervanekî YPG’ê ye û hema hema di hemû pêngavan de şer kiriye. Firat Dêrik ji mêj ve ye bi xeyala azadkirina Reqayê ye û niha ji ber ku azadiya gelê wî, malbata wî nêzîktir e, kelecaniya wî zêdetir e…
‘BERIYA DAIŞ’Ê HER TIŞT CUDA BÛ’
Firat Dêrik dema ku behsa jiyana beriya DAIŞ’ê dike, piştî her hevokê axîneke kûr dikişîne û wiha behsa jiyana Reqayê ya beriya DAIŞ’ê dike: ‘’Bajarê me weke Reqaya Nû û Reqaya Berê ji du beşan pêk tê. Ez ji Reqaya Nû me. Dema ku DAIŞ bi ser Reqayê de girtî ez û malbata xwe em li wir bûn. Beriya DAIŞ’ê jiyana me xweş bû. Li gel malbata xwe li welatê xwe û li cihê ku lê jidayik bûbûm dijîyam. Danûstandin û parvekirina mirovan hebû. Kesî serê xwe bi jiyana kesî re nediêşand. Helbet dijwariyên jiyanê hebûn lê bi derfetên xwe em heq ji wan derdiketin. Jin rehetir bûn. Her kesî alîkarî bi hev re dikir.’’
‘DAIŞ’Ê DINYA LI ME KIR DOJEH’
Dêrik dibêje bi DAIŞ’ê re li Reqayê jiyan nema û wiha didome: ‘’Hemû jiyan li me kirin dojeh. Li dinyayê dojeh şanî me dan. Di kuçeyan de mirov dikuştin. Serê mirovên kal jî li kuçeyan jêdikir. Jixwe ti heqê jinan nebû. Nikarîbûn ji malê derkevin. Dema ku derdiketin jî diviya çarşef li xwe bikirana û li cem wan jî teqez ji malbatê diviya hin mêr bi wan re hebûna. Li gor wan her tişt heram bû. Di tiştekî biçûk de di cih de êşkence dikirin û serê mirovan jêdikirin.’’
‘HEKE EZ JI REQA NEREVIYABÛMA EZ Ê BIHATAMA KUŞTIN’
Dêrik piştî ku DAIŞ Reqayê dagir dike bi 4 mehan direve û diçe Dêrikê. Dêrik dibêje, neçar maye ku malbata xwe bihêle û bireve û dibêje, ‘’Heke ez nereviyabûma wê ez bikuştama. Wê serê min jî jêbikirana. Ji ber ku em tevlî DAIŞ’ê nebûbûn. Bela xwe ji me venedikirin. Min jî biryar de ku birevim. Li zor min diçû ku malbata xwe li nav wan hovan bihêlim û birevim. Lê ez li wir bimama jî ti sûda min wê ji bo malbata min çênebûya. Ez reviyam û hatim Dêrikê. Lê tişta ku DAIŞ’ê bi Reqayê kirî min ti caran ji bîr nekir.’’
‘YPG JI BO AZADIYA GELÊ ME TEKANE HÊVÎ BÛ’
Dêrik dibêje, piştî ku ew demekê li Dêrikê dimîne fersenda wî çêdibe ku YPG’ê û YPG’iyan nas bike. Dêrik ev salek e şervanê YPG’ê ye. Dêrik li ser tevlêbûna xwe ya li YPG’ê wiha dibêje: ‘’Li Dêrikê ji nû ve ez li jiyanê vegeriyam. Pir li zora min çûbû ku min malbat û gelê xwe di destê wan kujeran de hiştibû. Lê piştî ku demekê li Dêrikê mam, min YPG û YPG’yî nas kirin. Min asta moral û têkoşîna wan dît. Li dijî DAIŞ’ê jî şer dikirin û neditirsiyan. DAIŞ bi tirsê û zilmê mirov dîl digirtin. Lê YPG’yiyan mirin kuştibûn. Beriya bi salekê tevlî YPG’’ê bûm. Min navê xwe kir Firat Dêrik. Ji ber ku li Dêrikê dîsa bûme xwedî hêviya jiyanê û min bawer kir ku ez ê rojekê gelê xwe azad bikim.’’
‘ BI GELÊ XWE Û MALBATA XWE EZ Ê AZADIYA REQAYÊ PÎROZ BIKIM’
Dêrik dibêje ji bo wî pir watedar e ku ew îro di nav pêngava azadkirina Reqayê de ye û wiha dibêje: ‘’Ez di şerê azadkirina bajar, gel û malbata xwe de me. Ev xeyala min bû. Me Reqa bi temamî dorpêç kiriye û em gav bi gav azad dikin. Tenê 6 km man ku em Reqayê azad bikin. Di nêz de hemû Reqa wê azad bibe. Heke şehîd nebim ez ê jî wê rojê bi gel û malbata xwe re pîroz bikim.’’
‘HETA KU EM DAIŞ’Ê JI HEMÛ SÛRIYÊ PAQIJ BIKIN EM Ê ŞER BIKIN’
Dêrik diyar dike ji ber ku ew şervanê YPG’ê ye, ev ji bo wî peywireke pîroz e, ev peywira wî piştî Reqayê jî wê bidome û wiha didomîne: ‘’Ez ê peywira xwe ya pîroz heta mirinê bidomînim. Berê xeyala min ew bû ku ez malbata xwe û Reqayê azad bikim. Niha ez xeyal dikim ku hemû gelên Sûriyê azad bikim. Di nav YPG’ê de xeyal û hêviyên min mezin bûn. Em hêzên QSD’ê, şervanên YPG, YPJ’ê piştî Reqayê heta ku em DAIŞ’ê û hemû barbarên ku jiyana gelê me kirin dojeh ji van xakan paqij bikin, em ê şer bikin.’’