Şervanê YPG’ê yê DYA’yî Demhat: Kurd kêşeya cîhanê çareser dikin
Demhat Newyork niha li eniya Reqa şervanekî YPG’ê ye ku li dijî çeteyên DAIŞ’ê şer dike.
Demhat Newyork niha li eniya Reqa şervanekî YPG’ê ye ku li dijî çeteyên DAIŞ’ê şer dike.
Demhat ê ji New Yorkê ye, ji mêj ve ye ku têkoşîna azadiyê ya Kurdan dişopîne, pêwendîdar e û bi Kurdan re dide û distîne. Malbata xwe, derdora xwe, derbarê Şoreşa Rojava, derbarê têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd û Kurdistanê bihistyar dike. Bi vê jî namîne, piştî ku zarokê xwe mezin dike berê xwe dide Rojava. Demhat Newyork niha li eniya Reqa şervanekî YPG’ê ye ku li dijî çeteyên DAIŞ’ê şer dike.
Demhat Newyork ê 28 salî beriya ku tevlî YPG’ê bibe di weqfekê de ku xebatên alîkariya mirovî dikir dixebitî, ji bo debara xwe keldankeriyê dike lê bi kar û barên dî ve jî dibeze. Demhat zewicî ye û bavê keçekê ye ku temenê wê tê 5’an. Demhak ji gelek şervanên Rojavayî tenê yek ji wan şervanê YPG’yî ye. Pirsa bê ka çima dev ji jiyana xwe ya New Yorkê diqere û tevlî YPG’ê dibe, li eniya Reqayê ye, jê re ne xerîb e. Li gor gotinên wî ji 2004’an ve li ser pirsa Kurd têkildar e. Hevalekî wî yê kar tim remzeke Kurdistanê bi xwe ve dikir. Remza ku diyarî wî kiribû, ji ber pêwendiya xwe ya bi Kurdan û baweriya bi têkoşîna Kurdan bi xwe ve dike. Bi vî rengî jî çi kesê ku meraq dike û dipirse behsa Kurdan û têkoşîna wan dike.
DI BERXWEDANA KOBANÊ DE BIRYARÊ DIDE
DAIŞ a bi alîkariya dewleta Tirk dema ku ji bo Kobanê dagir bike êrîşê tîne rastî li berxwedanê hat. Berxwedaniya YPG-YPJ’ê ya di nav hemû bêderfetî û dorpêçê de bala hemû dinyayê dikişîne. Tiştên ku 2014’an li Kobanê hatin jiyîn dibe sedem ku Demhak nêzî têkoşîna Kurdan bibe û ji bo xwe tevlî nav şer dibe. Êdî biryar dide ku li Rojava şer bike. Jiyana xwe li gorî vê diguherîne.
Dema ku par hevalekî wî yê nêz derbasî Rojava dibe êdî ew nema bi xwe dikare. Bi dayika zarokê xwe re û bi malbatê re rûdine, ji wan re meselê dibêje û diyar dike ku biryara wî teqez e.
Bi YPG Enternasyonal re têkiliyê dayîne û ji New Yorkê vediqete. Ew bi şervaniya xwe ya YPG’yî ji ti eniya şer xwe dûr nagire. Niha li Rojhilatê Reqa şer dike. Hewl dide ku Kurdî hîn bibe, lê dibêje ev têrê nake û 5 ziman têne axaftin.
HÊVIYA WÎ YA JI ŞOREŞÊ MEZIN E
Demhat Newyork hay ji siyaseta DYA’yê, têkiliyên navnetewî, bêdadmendiya civakî û şerê çînî heye. Dizane ku li kû ye û çima li wir e û ji bo vê jî rexneyên xwe li DYA’yê jî dike û li civaka DYA’yê jî. Pir girînigiyê dide Şoreşa Rojava, ji ber ku ew û hevalên wî yên di rewşa wî de di nav şoreşê de ne jî erênî dibîne û ji terisandinên vê jî hêvîdar e.
KURD LI DERVEYÎ KURDISTANÊ ŞER DIKIN
Dema ku pirsa wateya azadkirina Reqayê jê tê kirin Demhat Newyork dibêje, Kurd hewl didin problema ku bi serê dinyayê de hatî çareser bikin, hewl didin belayeke bi navê DAIŞ’ê tine bikin û wiha didomîne: ‘’Binerin ev der eniya Reqayê ye. Em niha ne li Kurdistanê ne lê Kurd çi qasî tiştekî girîng dikin? DAIŞ’ê tenê ji Rojava ne, ne tenê ji xaka xwe, dixwazin ji hemû cografyayê paqij bikin û cîranên xwe jî diparêzin û azad dikin. Demokratîkbûnê ji bo hemû gelan tîne. Ev ji bo min pir watedar e û taybet e. Têkoşîna Kurdan ji bo aştiya dinyayê, ji bo azadî û demokrasiyê pir girîng e. Ji bo vê sedemê jÎ ez di nav vî şerê watedar de me.’’
GIRINGIYA JI NÛ VE AVAKIRNÊ
Demhat Newyork dibêje piştî operasyona Reqayê ew ê ji Rojava veneqete û dixwaze di nav TEV-DEM’ê de bi perwerdekariyê karê xwe bidomîne. Newyork wiha dibêje: ‘’Pir hêsan e ku mirov, mirovan di ser şer re motîve bike; ji ber ku şer bêhtir dramatîk e û bandorê li mirovan dike. Li gel vê jî, dema ku şer heye jî ya ku divê mirov guh bidiyê ji nû ve avakirin e; avakirina dibistanan, nexweşxaneyan û rêyan bi qasî şer girîng e. Mirovahiya şareza di vê babetê de divê Rojava û hêzên demokratîk ên bi pêşengiya Kurdan tenê nehêle.’’
JÊDER: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA