Şervanên mezin ên mirovahiyê

Tabûra Enternasyonalîst a di bin banê QSD’ê de, ku li eniyên pêş ên Şerê Mezin ê ji bo rizgarkirina Reqayê cih digire, li dijî DAIŞ’ê hem ji hêla leşkerî ve û hem ji hêla moralê ve xwedî roleke girîng e.

Tabûra Enternasyonalîst ku ev nêzî 3 salin parçeyek ji Şoreşa Rojava ye, ji şervanên welatên cihê pêk tê. Şervanên Tabûra Enternasyonal ku di pêngavên rizgarkirina Kobanê û Minbicê de cihê xwe standin, tenê li eniya şer na, li pişt eniyê jî kedeke mezin didin. Her şervan bi zîrekî, zanebûn û asta xwe bi peywiran ve dibezin. Şervanên Enternasyonalîst piştî Pêngava Xezaba Firatê di Şerê Mezin de cih digirin û bi ser dilê tarî yê DAIŞ’ê de dimeşin. Têkildarî motîvasyona ku ew anîne vir û wan li vir digire û derbarê projeksiyona wan a îro û siberojê de me ji wan pirsî.

PARÇEYEK JI AZADIYA MIN E JÎ

Îmera Fera Yeşîlgoz diyar kir xistina Reqayê ku navenda rêxistiniya çeteyan e, wê bibe destpêka xilasbûna ji revdeyeke barabar û got, divê mirov di şerekî wiha girîng de li eniyên pêş be. Yeşîlgoz got ew şervanên Tabûra Enternasyonalîst ji bo mirovahiya mezin têdikoşin û got: "Her wiha şerê ku niha em li vir didin parçeyek ji têkoşîna me ya azadiyê ye jî. Ev şer û ev berxwedan , li kûderê faşîzm hebe wê li wir belav bibe. Ê ku vê belav bike jî em in."

EV DER ENIYA MEZIN A MIROVAHIYÊ YE

Înhak Efe jî diyar kir, cihê herî guncan ê ku bikaribe hem îdeolojiya xwe bijî û hem jî têbikoşe Tabûra Enternasyonalîst e û got, li dijî DAIŞ’ê ew ê di eniya pêş de cih bigirin. Efe wiha got: "Li hemû devera cîhanê, enternasyonalîstan ji bo mirovahiyê şer kirin. Niha jî ji bo cihê herî mezin ê şerê mirovahiyê, eniya herî mezin Rojava ye." Efe anî ziman, li vir ji bo mirovahiyê şer dikin û motîvasyona wan a herî mezin ev e.

PIŞTÎ REQAYÊ KARÊ WAN NAQEDE

Efe da zanîn, piştî ku Reqa ji DAIŞ’ê hate paqijkirin wê karê wan neqede û wih got: "Em dixwazin cîhanê ji hemû hişmendiya faşîzan pak bikin. Heta ku li cîhanê çiqas hêzên weke DAIŞ’ê yên bi vê potansiyelê û destekvanê wan hebin, heta ku ez wan tine bikim ez ê şer bikim."

HETA KU FAŞÎZM NEQEDE WÊ ŞERÊ MIN JÎ NEQEDE

Efe got, "Reqa wê bibe bajarekî azad, lê belê heta ku faşîzm neqede wê şerê min jî neqede" û wiha dewam kir: "Her tiştê di şerê Rojava de rû da, derî li cîhaneke nû vekir; her kêlî, her rûkenî, her hevrêyeke-î me yê şehîd, her şerekî mezin tovên ji bo cîhaneke nû ye. Bi taybetî bang li jin û ciwanan dikim; eger hûn carekê serî netewînin û vê yekê tehm bikin, hingî hûn ê ti carî serî netewînin."

ŞERÊ MIN NE TENÊ LI DIJÎ DAIŞ'Ê YE

Kamûran Zagros anî ziman, ku ew ji Londonê tevlî Tabûra Enternasyonalîst bûye û dixwaze tevkariyê li Têkoşîna Azadiyê ya Kurd û Şoreşa Rojava bike. Zagros diyar, ew dixwaze ev têkoşîn berfireh bibe û got, "Ez li vir im, ji bo hêzên dijminê mirovahiyê yên mîna dewleta Tirk û rejîma Sûriyeyê şer bikim."Zagros anî ziman, zor û zehmetiya li eniya Reqayê pêşî lê nagire û destnîşan kir, piştî Reqayê jî ew ê şerê xwe yê li dijî faşîzm û paşverûtiyê bidomîne.

NE JI BO ÎDEOLOJIYÊ, JI BO MIROVAHIYÊ

Evrîm Botan, ji Stenbolê hatiye. Anî ziman ku ev 3 sal in li dijî çeteyên DAIŞ'ê ji bo azadiya hemû gelên cîhanê şer dike. Botan ragihand, DAIŞ û hêzên li pişt wan dijminê mirovahiyê ne û got, "Bi hezaran mirovên ciwan mirin. Qir kirin. Ez îro li vê derê ne ji bo komunîzm, sosyalîzm an jî îdeolojiyeke din şer dikim. Ez îro li vê derê tenê ji bo mirovahiyê şer dikim. Ji bo nirxên însanî, ji bo azadiya mirovan, ji bo gelên bindest û mirovên tine tên hesidandin, tên kuştin, îro li vir şer dikim."Botan bi israr diyar kir, ku weke mirovekî wî pêwîstî pê dîtiye ji bo mirovahiyê tiştekî bike, lewma li vê derê ye û ji bo her kesên xwedî hestên mirovahiyê wiha got: "Eger tu biceribîne şensekî te heye, lê eger tu neceribîne ji xwe te winda kiriye."

WEZÎFEYA SEREKE YA ŞOREŞGERAN NAGUHERE

Şervan Azad Newroz ji Kalîforniya ye. Malbata wî ji Londonê koçî Amerîkayê kiriye. Newroz dibêje, "Wezîfeya sereke yê şoreşgeran her tim şerê li dijî faşîzmê ye" û destnîşan kir, ku şerê li dijî DAIŞ'ê ku nîşaneya şênber a faşîzmê ye, ji bo wî wezîfeyeke eslî ye. Newroz diyar kir, ew şoreşa demokratîk a li Rojava gelekî girîng dibîne û nedibû ku xwe ji tevkariya li vê derê bike vegire. Newroz da zanîn, rizgarkirina Reqayê tê wateya hilanîna tola êrîşên terorî yên li Manchester û Londonê ye û got, "Em bi Kurdan re ne, em bi têkoşîna azadiyê ya Kurdan re ne. Her wiha em ê şerê xwe yê ji bo gelên bindest bidomînin. Heta ku faşîzm biqede, heta ku jiyaneke demokratîk û wekhev pêk were, em ê şer bikin."

JÊDER: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA