Şervanên QSD'ê 4 malbat li Reqayê rizgar kirin

Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), li Reqayê 4 malbat ji Taxa El-Diriya ya di bin dagirkeriya DAIŞ`ê de ye, rizgarkirin.

Piştî rizgarkirina Taxa El-Qadîsiyî, şervanên QSD`ê pêşveçûna  xwe berdewam kirin.

Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), di pêşveçûna xwe de, 4 malbat ji Taxa El-Diriya ya aliyê rojava yê Reqayê ku piraniya wan jin û zarok bûn, rizgaz kirin. Her 4 malbatên ku hatine rizgarkirin, zêdetirî 27 roj in ku ji aliyê DAIŞ`ê ve hatibûn dopêçkirin.

Şervanên ku pêdawîstiyên av û xwarin dan wan, piştre jî li cihên bi ewle cih kirin.