Şervanên QSD’ê Bendava Azadî dorpêç kirin

Gundê Hemam ê 20 km dikeve rojhilatê Tebqayê ji çeteyan hate rizgarkirin. Bendava Azadî jî ji aliyê şervanan ve hate dorpêçkirin.

Pêşveçûna şervanên QSD’ê ya ber bi rojhilatê bajêr ve ku ji bo parastina xeta Tebqayê bi hêz bike, dewam dike.

Piştî rizgarkirina gundê Ebu Qibab, şervanan berê xwe dan gundê Hemam ê 20 km dikeve rojhilatê Tebqayê û 500 metre dûrî Bendava Azadî ye û serê sibehê ketin gund. Di encama şerê giran de şervanên QSD’ê saet di 17.20’an de gund ji çeteyan paqij kirin.

Di şerê de gelek çete hatin kuştin lê hejmarek zelal nehatiye bidestxistin. Şervanên li gundê rizgarkirî dest bi xebatên lêgerînê kirin, di encama xebatan de 115 kalaşnîkof, 2 Bruno, 1 BKC, roketavêjek B-7, çekek Uzi, dockayek 12.5 mm, hawanek 60 mm, balafirek keşfê ya Drone û qederek cebilxaneya çeteyan dîtin.

Gundê Hemam gundê dawî yê ku li ser rêya Bendava Azadî dikeve bû. Bi rizgarbûna gund re, êdî Bendava Azadi ji bî temamî ket dorpêça şervanan.

Fermandarên QSD’ê ragihand ku Bendava Azadî bi temamî kontrol kirin û rêya dawî ya bajarê Reqa bi bajarên din yê Sûriyeyê re hatiye qutkriin. Lê ji ber mayînên çeteyan, heta niha şervan neketine Bendavê.