Şervanên QSD'ê ber bi Nezlet Şihadê ve bi pêş ve diçin

Şervanên QSD'ê li Reqa bi pêş ve diçin. Şervanên QSD'ê ber bi Nezlet Şihadê ve bi pêş ve diçin, her wiha gelek cihên stratejîk jî ji çeteyan paqij kirin. Li taxa Rewda şerekî dijwar heye.

Li taxa Nezlet Şihadê ya li başûrê Reqayê û li taxa Rewda ya li rojavayê bakur di navbera şervanên QSD’ê û çeteyên DAIŞ’ê de şerekî giran heye. Di şer de 9 çete hatin kuştin, 2 çete hatin birîndarkirin. Termên 4 çeteyan li naverastê man.

Li taxa Hişam Bîn Ebdulmelîk jî şervanan du wesayitên leşkerî yên ji bo ku çalakiya xwekuj hatibûn amadekirin bi dest xistin. Her wiha li heman taxê tûneleke çeteyan hate dîtin.

Li taxa Yermûkê jî paqijkirina mayinan didome. Şervanên QSD’ê ji bo ku çete nikaribin derbas bibin rêyên tûnelan digirin. Şervanan li vir her wiha beşek cebilxaneya çeteyan bi dest xistin.