Şervanên QSD'ê ji Tebqayê ber bi Reqayê ve diçin

Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), gundê Ebû Qibab ê li rojhilatê Tebqayê rizgar kirin. Li gundê Hemamê jî şerekî giran diqewime.

Şervanên QSD'ê, piştî şerekî giran ê duh bi şev, gundê Ebû Qibab ê bi 20 kîlometreyan li rojhilatê bajarê Tebqayê ye, rizgar kirin. Di vî şerî de gelek çete hatin kuştin û cenazeyê gelek ji wan li herêma di kontrola şervanan de man.

Her wiha 5 doçkayên 12.5 mm, 7 kalaşnîkov, 2 BKC, roketavêjek B-7, 4 wesayît, wesayîteke zirxî, wesayîteke bombebarkirî, 2 bêtêlên Hytera yên çeteyên DAIŞ'ê ketin destê şervanên QSD'ê.

Şervanên QSD'ê niha ketine nava gundê Hemamê, ku nêzî gundê Ebû Qibabê ye. Li vî gundî, di navbera şervanan û çeteyên DAIŞ'ê de şerekî dijwar diqewime.

Li ser şerê li gundê Hemamê hê agahiyeke zelal bi dest neketiye.

Ev gundê operasyon lê dewam dike, di navbera Tebqa û Reqayê de ye.