Şervanên QSD'ê li Reqayê depoyên genim dorpêç kirin

Depoyên genim ên li rojhilatê Reqayê ji aliyê şervanan ve hatin dorpêç kirin û li herêmê şerên dijwar diqewimin.

Li aliyên rojhilat û bakurê Reqayê, di navbera şervanên QSD′ê û çeteyên DAIŞ′ê de şerên  dijwar diqewimin. Piştî ku şervanan taxa El-Meşleb, kargeha şekir û Baregeha 17 rizgar kirin, şervanan depoyên genim a dikevin bakurê rojavayê bajêr, dorpêç kirin.

Li herêmê şervên dijwar  didomin û şervanên QSD'ê  pêşve diçin.