Ji destpêka Şoreşa 19'ê Tîrmehê heta niha gelek serketin çêbûne. Şoreşa 19'ê Tîrmehê xwe vegerand pergala demokratîk û şoreşa neteweya demokratîk.
Li Rojava gel azad bûn û ev jî bûn bingeha Neteweya Demokratîk. Gelê Rojava xwe ji desthilatdariya Rejîma Esad ya dîktator rizgar kir. Li ser wekhevî û azadiya gelan niha pergala Rojava xwe daye rûniştandin û mafê hemû neteweyan wek hev temsîl dike. Meclîs û saziyên gel li her derê hatin avakirin. Îro li wê derê di navbera Ereb, Suryanî û Kurdan de ti cudahî nîne. Misilman, Mesîhî û Êzîdî jî di nav vê sîstemê de wek hev cihê xwe digrin. Di sîstemê de tenê rengeke nîne. Di Rojhilata Navîn û hemû cîhanê de bingehê şoreşê li ser vê esasê hate danin. Ev ne alek e û mileteke tenê nexist nava xwe loma bû pergala azadî û modela demokratîk ya Rojhilata Navîn.
QONAXA ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
Ji destpêka Şoreşa Sûriyeyê ve, Kurdên azadîxwaz xwediyê çareseriya xeta sêyemîn bûn. Hemû formên derve red kirin û li ser bingeha xeta sêyemîn xwe bi rê xistin. Li herêmên xwe sazî û dezgehên xwe avakirin.
Şoreşa 19 Tîrmehê, ji bajarê Kobanê destpê kir. Piştre li bajarê Dêrik, Tirbespiyê, Amûdê , Efrîn, Rimêlan belav bû. Yekîneyên berxwedanê ji bo parastina gel lehengiyeke bêhempa nîşan dan. Her wiha Yekîneyên Parastina Jin di parastina bajêr û civakê de bi risteke serkeftî rabûn. Li hemberê tabûrên Artêşa Alhir, Çeteyên El-Nusra û gelek çeteyên din têkoşîn. Ji sala 2012'an ve heta sala 2015'an Rojavayê Kurdistanê li hemberî komên çeteyan bi rengekî bêhempa li xwe ber xwe dan û dîrok bi tîpên zêrîn nivîsandin. Berxwedana Kobanê ji xwe di dîroka mirovatiyiyê de berxwedaneke bêhempa ye.
'ŞOREŞA ROJAVA LI HEMÛ KEDKARAN PÎROZ BE'
Berdevka Yekîtiya Parastina Jinê (YPJ) Nesrîn Abdullah li ser Şoreşa 19'ê Tirmehê ji ANF'ê re axivî û got, "Em salvegera avakirina şoreşa Rojava li tevahî gelê xwe pîroz dikin. Em bejna xwe li hemberî şehîdên berxwedanê ditewînin. Em vê rojê li wan pîroz dikin. Ji ber ku Şoreşa Rojava ne şoreşa gelê Kurd tenê bû, şoreşa hemû gelên li Rojava û Bakurê Sûriyê bû. Bi taybet ji bo rojeke bi vî rengî nirxandin gelekî watedar e û gelekî dem dixwaze. Ji ber ku ev çend sal in şoreş didome, gelek tişt bi dest xwe ve aniye."
'ŞOREŞA ROJAVA BÛ DENG Û RENGÊ JINÊ!'
Abdullah di dewama axaftina xwe de wiha got; "Şoreşa Rojava deng veda. Ne bi tenê di aliyê xweparastinê de, ji aliyê siyasî, civakî,çandî, hunerî û aborî hemû aliyan ve. Aboriya civakî serketineke gelekî mezin bû. Ev jî nîşaneya avakirina civakekeke nûh bû."
'ŞOREŞGERÊN JIN GAVÊN MEZIN AVÊTIN!'
Nesrîn Abdullah got, "Di qada xweparastinê de Yekîneyên Parastina jin gavên gelek mezin avêtin. Îro bi hezaran jin xwe bi rêxistin dikin û bûne pêşengê civaka demokratîk. Bi hezaran kîlometre axa walatê xwe rizgar kirine. Ev ne bi tenê li Rojavayê Kurdistanê, îro li Sûriyê jî bi erkê xwe radibe. Bi şervanên xwe berxwedaneke gelekî mezin tê kirin. Bi hezaran jin îro têne rizgarkirin û bi dehan keç û xortên Êzîdî ji destên DAIŞ'ê tên rizgarkirin."
'ŞOREŞA TÎRMEHÊ MEJÎ Û GIYANÊ MIROVAN AZAD KIR'
Nesrîn Abdullah wiha axaftina xwe bi dawî kir; "Îro ruh û mejiyê însan tê azadkirin. Îro kesayeta insan tê rizgarkirin. Tiştên ku YPJ'ê kir ev bû, carekê din jî li ser navê YPJ'ê salvegera Şoreşa Rojava em li her însanê ku ji bo azadiyê dixebite pîroz dikin. Li hemû jinên ku bûne xwedî xeyalên ku her tim wê azad be û bûne xwedî xeyalê ku wê ev civak azad bibe."
'PIŞTÎ ŞOREŞÊ ŞAREDARÎ BÛ ÇEPERA JINAN!'
Hevseroka Şaredariya Bajarê Qamişloyê Raniya Mihemed jî li ser Şoreşa Rojava wiha axivî; "Ez di destpêkê de 19'ê Tîrmehê li hemû şervanan û gelê Kurd pîroz dikim. Piştî ku şoreş çêbû û şaredarî hate vekirin, hemû jinan cihê xwe tê de girtin. Lê hinekî kêm bûn. Ji ber ku di qanûnên berê de zilam di şaredariyan de kar dikirin û qedexe bû ku jin kar bikin. Lê niha jin jî li şaredariyê kar dikin. Karê me ji karê zilaman pirtir serketî ye. Dema ku jin karekî dike, wê karê heta ku bi sernexê kareke din nake. Ji ber vê yekê jî karê jinê pir serketî derbas dibe."
Ranya diyar kir, ku jin di rêya felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan de xwe bi pêş dixin û bang li hemû jinan kir ku tevlî kar bibin û xwe bi rêxistin bikin. Ranya got, "Tevlî saziya bibin. Her jineke ku dixwaze tevî kar bibe û xwe bi pêş bixe kar jê re heye. Kar ji her jinê re heye û salvegera 19'ê Tîrmehê li tevahî cîhanê pîroz dikim."