Artêşa Tirk a dagirker Efrînê topbaran dike

Arteşa Tirk a dagirker Gundê Qestel Cindo û Qetma yên naçveya Şera topbaran dike.

Li gorî agahiyên ji herêmê hatine girtin, artêşa Tirk a dagirker ji Kilisê ya Tirkiyê, di van kêliyan de gundê Qestel Cindo û Qetma, topbaran dikin. Her wiha çend top jî li navend bajar Efrînê ketine.

Di topbarana artêşa Tirk a dagirker de diyar bû ku hin   sivîl birîndar bûne û agir bi zeviyên welatiyan ketiye.

Topbarana artêşa Tirk a dagirker heta van kêliyan ji didome.