Artêşa Tirk a dagirker li Til Rifetê 2 sivîl qetil kir

Di encama topbarana artêşa Tirk a dagirker ya li ser herêmên Şehbayê de 2 sivîlan jiyana xwe ji dest dan, 2 jê zarok 5 sivîl jî birîndar bûn.

Li gorî nûçeya Ajansa Hawar (ANHA) yê, di encama topbarana artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê yên li ser herêmên Şehba, gundê Şêx Îsa, Herbel û Til Rifet de 2 sivîl hatin qetilkirin û 5 kes jî birîndar bûn.

Birîndar rakirin Nexweşxaneya Avirîn a Efrînê û tedawiya wan tê kirin.

Topbarana artêşa Tirk a li ser herêmê jî didome.