Artêşa Tirk bi dijwarî gundên Şehbayê bomberdûman dike

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê li gel gundên Şehba û bajarokên wê Bendava Şehba û Kampa Koçberan a Rûbar bi dijwarî bomberdûman dike.

Li gorî nûçeya ANAH'yê, artêşa Tirk a mêtînger û çeteyên wê îro di saetên şevê de li herêmê dest bi êrîşan kirin. Li aliyê din Bendava Şehba û derdorî Kampa Koçberan a Rûbar ji aliyê artêşa dagirker û çeteyên wê ve tê bomberdûmankirin.

Li dorî agahiyên ji herêmê hatin girtin artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê derdorî gundên Şêx Îsa, Şêx Hilal, Til Rifet, Neyrebiye, Helîse û Ûm Hoş ên girêdayî Şehbayê bi dijwarî bomberdûman dike.

Têkildarî encama bomberdûmana dom dike ti agahiyên zelal nehatin bidestxistin.