Artêşa Tirk bombeyan li dora bendava Şehbayê dibarîne

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê, êrîşên xwe yên li ser herêmên rizgarkirî yên li Şehbayê didomînin.

Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA), artêşa Tirk a dagirker danê vê sibehê saet 08:50 bombe li gundê Hesiye û derdora Bendava Şehbayê yên li herêma Şehbayê barand.

Bomberdûman hê jî dewam dike. Hat ragihandin, zêdeyî 25 topên hawanê hatine avêtin.

Dewleta Tirk a dagirker êrîşên xwe yên li ser herêmên Şehba û Efrînê bi rengekî bi rêk û pêk didomîne.