Artêşa Tirk jingehên sivîlan bombe dike

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê, jingehên welatiyên sivîl ên li Herêma Şehbayê bombe dikin.

Artêşa Tirk û çeteyên girêdayî wê yên ku li Gundê Kilcibrîn û bajarokê Marî bi cih bûne, herêmên Eyn Deqnê, Til Rifet, Şêx Îsa, Herbel û Elqemiyê didin ber topan. Di encama topbaranê de ziyanên mezin gihiştin jingehên welatiyên sivîl.

Hêzên Şoreşger bersiv dan topbaran ku dom dike.