Bakurê Bendava Hurriye ji çeteyan hate paqijkirin

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), bakurê Bendava Hurriye ji çeteyên DAIŞ'ê paqij kirin.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên Odeya Çalakiyê ya Pêngava Xezeba Firatê hatine wergirtin, li eniya rojava ya Reqayê, gundê Gidêran ê li bakurê Bendava Hurriyeyê, duh bi şev ji çeteyên DAIŞ'ê hate paqijkirin.

Operasyonê roja Çarşemê dest pê kir. Bi rizgarkirina vî gundî re bakurê Bendava Hurriyet bi temamî hate paqijkirin. Di şer de herî kêm 10 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin.

Di operasyonê de her wiha 6 kalaşnîov, 16 şarjorên kalaşnîkovê, 2 êlekên cebilxaneyan, 200 fîşekên BKC, roketavêjek RPG (B-7) û 500 fîşek ketin destê şervanan.