Balefira şer a Sûriyeyê ya ku bombe bi ser QSD’ê dibarand li Tebqayê hate xistin

Hat ragihandin ku balefira şer a Sûriyeyê hatiye xistin ya ku li rojavayê Tebqayê kozikên QSD’ê bomberdûman dikir.

Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a ANHA’yê balefireke şer a rejîma Sûriyeyê ya Baas li bejahiya Tebqayê ketiye.

Tê îddîakirin ku di saet 20.45’an de balefira şer a ku bombe bi ser kozikên QSD’ê dibarand ji aliyê hêzên koalîsyonê hatiye hişyarkirin û lê ji ber ku balefira rejîmê guh nedaye hişyariyan, ji aliyê balefirên şer ên koalîsyonê hatiye xistin.

Hat ragihandin ku çavkaniyên QSD’ê hê ev îddîa piştrast nekirine.